Rojnamevan Rahila Gupta: Jiyana bi aştî ya Kurd û Tirkan girîng e
Rojnamevan Rahila Gupta diyar kir ku divê dewleta Tirk guh bide banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan bi azadî îfadekirina nasnameya xwe girîng e.”

Navenda Nûçeyan – Banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat kirin divê weke çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde were pênasekirin. Ji gelek beşan desteka ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê. Banga piştî hevdîtina sêyemîn a Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), hat kirin, Dayîkên Aştiyê, Rêxistinên jinan jî di nav de ji gelek beşan daxuyaniyên ji bo destekê hatin dayîn.
Endama Rêxistina South Hall Black Sister û rojnamevan Rahila Gupta diyar kir ku divê dewleta Tirk guh bide banga Abdullah Ocalan. Rahila Gupta bêbaweriya xwe ya ji desthilatdariyê anî ziman û nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Abdullah Ocalan ramangerek e’
Rahila Gupta di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew destekê dide têkoşîna Kurdan û wiha got: “Dîtina bangek aştî û demokratîk ji bo têkoşîna Kurd ku demek dirêj e didome divê her dem bi dilxweşî were pêşwazîkirin. Ez weke yek ji kesên ku destekê dide têkoşîna gelê Kurd diaxivim, ez dizanim gelê Kurd bi xwîna xwe bedelên mezin ji têkoşîna xwe ya parastina nasnameya xwe, ji bo ku zextê dûr û bi azadî bijî daye. Abdullah Ocalan ramangerek eşkere ye; gelê Kurd bi rêzdarî behsa wî dike û analîzên wî yên der barê siyaseta dinyayê û Rojhilata Navîn de bi giştî rast derketine.”
‘Pirsa herî diyar eve: Çima niha?
Rahila Gupta ji ber hûrguliyên hevdîtinên hatine kirin nizane, xwe weke ‘çavdêrê ji derve’ pênase dike û da zanîn ku serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan der barê bangê de di raya giştî de daxuyaniyek baş nedaye û wiha got: “PKK banga berdana çekan û aştiyê berê jî kiribû lê belê negihîşt aştiyê; heta hinek caran bû sedem ku tundî zêde bibe.”
Rahila Gupta axaftina xwe wiha domand: “Niha pirsa herî diyar ev e: Çima niha? Ger em vê dema niha ku Rojhilata Navîn di nava krîzê de ye, bi hewldana dawî ya aştiyê û di heman demê de Bihara Ereban a sala 2011’an bînin ber hev, îro rewş gelek cuda xuya dike. Ew serdem kêliya hêviyê bû. Weke kêliyek ku li Rojhilata Navîn dîktatorên otarîter bi hêza gel were hilweşandin dihat dîtin. Lê belê îro, Rojhilata Navîn careke din di nava tevlîheviyê de ye. Bi taybetî bi şerê Îsraîl û Hemasê re lawazkirina Îranê, rûxandina Esad, li Sûriyeyê weke bilindbûna partiyeke Îslamî û gelek geşedanên girîng hevsengiyên jeopolîtîk bi temamî guherand. Lê belê ev rewş weke kêliya hêviyê nade hîskirin. Berovajî çûyîna Îsraîlê ya ber bi faşîzmê ve, Îslamîtiya HTŞ’ê û arastebûna Erdogan a otorîteriyê weke demek ku hêz zêdetir hişk bûne tê dîtin.”
‘Banga Ocalan a ji bo demokratîkbûnê girîng e’
Rahila Gupta îfade kir ku guherînên dawî yên li herêmê cihê Tirkiyeyê bi hêz kirine û wiha got: “Li Sûriyeyê hikumetek ku Tirkiye desteka wê dike heye û ji ber wê jî weke ku hemû qert di destên Erdogan de bin tê nîşandan. Dema Esad hat ser desthilatdariyê, di navbera Esad û Erdogan de hinek hevsengî hebû. Di nava vê hevsengî yan jî valatiyê de Rojava dikaribû hebûna xwe bidomîne. Belkî ne ewqas asan bû lê belê careke din dikaribû hebûna xwe biparêze. Meseleyek din jî Kurdên li Iraqê ne. Erdogan bi Kurdên li Iraqê re her dem di nava têkiliyan de bû. Heta ev têkilî zêdetir bi hêz bûn. Ji derveyî vê heta HTŞ daxwaz dike ku QSD beşdarî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bibe. Banga Ocalan a demokratîkbûnê gelek girîng e lê belê Erdogan çima guh bide van bangan? Bi xwe yekî ku dixwaze destûra bingehîn biguherîne û demokrasiyê lewaz bike û desthilatdariya xwe zêdetir bidomîne ye.”
Rahila Gupta bal kişand ser nêzîkatiyên desthilatdariyê li beramberî bangên ‘aştiyê’ û da zanîn ku faktorên weke krîza aborî, endamtiya YE, aştiyê li ser desthilatdariyê ferz kiriye, Serokê giştî yê MHP’ê di heman demê de hevkarê desthilatdariyê ye Devlet Bahçelî ev pêvajo çima daye destpêkirin fam nekiriye û wiha got: “Dihat gotin berê sedema serneketina hevdîtinên aştiyê ji ber nijdperestî li pêşber asteng bû.”
‘Gelê Kurd û lîderê wan her dem xwedî jîrbûn û dûrbîneke siyasî ne’
Rahila Gupta da diyarkirin ku weke jinek ji ceribandinên Şoreşa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Konfederalîzma Demokratîk, bi bandor bûye fikarên wê hene. Rahila Gupta li dijî polîtîkayên ku ziyanê didin şoreşê û destkeftiyan hişyarî kir û herî dawî ev tişt got:
“Dema ez van hemû tiştan dibêjim, weke çavdêrek derve ez dixwazim bibêjim xwedî agahiyên kêm im. Lê belê Kurd û lîderê wan her dem bûne xwedî xwedî jîrbûnek tûj a siyasî. Di nava şertên herî zor ên siyasî de, ne tenê ji bo li jiyanê de bimînin, di heman demê de di warê pêşketinê de bi ser ketin. Ji ber vê yekê di wê baweriyê de me wê bi baldarî pêvajoyê bişopînin. Fikar û gumanên min anîn ziman wê bibin xalên ku ew jî baldar bibin.
Herî dawî, banga min ji Tirkiyeyê re ew e, bila guh bide banga PKK’ê. Ev bangek rasyonel e. Ji bo hem civaka Kurd û Tirk di nava aştiyê de bi hev re bijîn, gihîştina mafê xwe, nasname û çanda xwe bi azadane îfade bikin girîng e.”