Rojnamevan Nîlgun Mete: Xwîna ku li Sûriyeyê diherike rawestînin

Rojnamevan Nîlgun Mete destnîşan kir ku Emrîka û Îsraîl dixwazin plana ‘Îsraîla Mezin’ pêk bînin, lewma li Sûriyeyê li hember qirkirina Kurd, Durzî, Elewî û pêkhateyên din bêdeng dimînin û banga ‘xwîna ku diherike, rawestînin’ kir.

BINEVŞ STÊRK

Amed – Di 5-6’ê Çileyê de çeteyên girêdayî HTŞ’ê êrîş birin ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û xwestin komkujî pêk bînin. Li hember van êrîşan gelan dest dan hev û berxwedanek bêhempa nîşan dan. Hêzên navnetewî ku li hember van komkujiyan bêdeng man, rastî nerazîbûna Kurdan hatin. Derdorên cuda jî li hember vê bêdengiyê dengê xwe bilind kirin. Rojnamevan Nîlgun Mete ya ku jinek Tirkmen û Elewî ye jî yek ji wan e. Nîlgun Mete ya ku ji sala 1993’yan vir ve ji bo gelek radyo û televîzyon û ajansên nûçeyan wekî pêşkêşvan, pêşkêşvana nûçeyan û edîtor xebitiye, bi rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dêşe. Nîlgun, komkujiyên li hember gelên Kurd, Elewî, Durzî û pêkhateyên din, ji ajansa me re nirxand.

‘Emperyalîst gelan li hember hev sor dikin’

Nîlgun diyar kir ku rewşa niha ya li Sûriyeyê bi rastî wan diêşîne û wiha got: “Li Sûriyeyê li dijî Elewiyan qirkirinek pêk tê. Ev qirkirin ji hêla çeteyên selefî, ji hêla çeteyên HTŞ ve tê kirin. Nayê rawestandin. Niha, em hemû dizanin ku li Rojhilata Navîn, şer û pevçûn ji bo pêdiviyên Emrîka û Îsraîlê ve têne destpêkirin. Gel li dijî hev tên sorkirin. Ji ber vê yekê, xwîn û rondik qet ji Rojhilata Navîn kêm nabin.”

Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin

Nîlgun rêze bûyerên bi navê Bihara Erebî qewimîn bi bîr xist û got ku ew serdem di sala 2011’an de li Sûriyeyê belav bûye. Nîlgun destnîşan kir ku Îsraîl jixwe xwedî projeya xwe ye û got ku ev, projeya Îsraîla Mezin e. Nîlgun got ku “Bi rastî, Emrîka li Rojhilata Navîn li gorî hewcedariyên Îsraîlê bi awayekî berfireh dimeşe. Di çarçoveya projeya Îsraîla Mezin de, êrîş li ser Sûriyeyê an welatên din ên Ereb têne kirin” û wiha berdewam kir: “Bi gotineke din, Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin. Welatên Ereban dibin perçeyên biçûktir. Ji ber vê yekê, nakokî û şer berdewam in. Niha, di dilê van şer û pevçûnan de, di dilê komkujiyan de, koma hedefgirtî bi taybetî jin in, zarok in.”

‘Emrîka û Îsraîlê HTŞ organîze kirin’

Nîlgun Mete êrîşên ku di sala 2011’an de, dema ku çeteyên ji çar aliyên cîhanê bi piştgiriya Emrîka û Îsraîlê pêk anîn û Sûriyeyê dagir kirin, bi bîr xist û wiha pê de çû: “Çi qewimî? Durzî hatin hedefgirtin. Êzidî hatin hedefgirtin. Elewî hatin kuştin. Em dizanin ku bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, rastî tecawizê hatin, em dizanin ku ew hatin kolekirin. Jin, jinên Êzîdî, rastî kiryara nemirovane hatin. Bê guman, jinên Elewî jî hatin revandin. Ne tenê jinên Êzidî. Û ev hîn jî berdewam dike.” Nîlgun destnîşan kir ku dei wê serdemê de bi taybetî Elewî hatin hedefgirtin, ji ber ku ew nêzîkî Esed bûne û wiha domand: “Çeteyên îslamîst, çeteyên cîhadîst, ji çar aliyên cîhanê komkujiyên wisa mezin pêk anîn. Mirov hatin kuştin, komkujî kirin, tenê ji ber ku ew Elewî bûn. Niha bê guman, dema ku em dighîjin roja îro, hilweşandina Esed û piştre hatina çeteyên HTŞ’ê ya desthilatiyê ku ji aliyê Emrîka û Îsraîlê ve hatibû organîzekirin, bi rastî bû sedema kaosek mezin. Li şûna başbûnê, kaos dest pê kir û komkujî dest pê kirin. Bi gotineke din, dema ku HTŞ hat ser desthilatê, dema ku Esed hat hilweşandin, civaka Elewiyan pir baş dizanibû ku dê komkujiyek Elewiyan çêbibe.”

‘Heta niha Elewî li Sûriyeyê pir tenê mane’

Nîlgun diyar kir ku niha li Sûriyeyê, Elewiyan bi taybetî hedef digirin û got ku ji dema ku HTŞ û El-Colanî rabûn û ji dema ku Îsraîlê Sûriyeyê dagir kir, Elewiyan bi taybetî hedef girtin. Nîlgun bi bîr xist ku Lazkiye herêmek e ku Elewî bi hejmareke mezin lê dijîn û Elewî li wir hatine qirkirin û wiha got: “Li gund û bajaran, jinên ku diçin ser kar, Elewiyên ku diçin ser kar, tên revandin û kuştin. Ciwan, xort, zarok tenê ji ber ku Elewî ne, tên kuştin. Ev mirov ji ber baweriya xwe ya Elewî tên qirkirin. Bê guman, Kurd jî bûn hedef. Ji sala 2011’an vir ve, Kurd di şerê li wir de bi giranî bûn hedef. Li Kobaniyê, li Rojava, Kurdan li dijî van çeteyên cîhadîst şer kirin. Jin jî li wir bûn hedef. Bê guman, têkoşînek mezin hat dayîn. Heta komên sosyalîst ji Tirkiyeyê jî çûn Kobaniyê, çûn Rojava. Wan li dijî van çeteyan, van çeteyên faşîst şer kirin. Wan şer kir û bê guman, niha li Rojava, li Kobanê, rêziknameyek cûda hatiye damezrandin. Jiyanek cûda gengaz bûye. Lê niha, heta roja îro, Elewî li Sûriyeyê pir bi tenê mane. Elewiyên ku li wir dijîn, ji hêla hemî beşên civakê ve bi awayekî ecêb hatine terikandin. Van çeteyan, çeteyên HTŞ’ê, êrîşî malên wan kirin.”

‘Colaniyê ku gotin terorîst e, anîn serê Sûriyeyê

Nîlgun bi bîr xist ku li Sûriyeyê, Wezîrê Karên Hundir û wezîrên din ên HTŞ’ê hemû çeteyên cîhadîst in û wiha got: “Ew komek in ku bi hestên tirsnak şer dikin û mirovan dikujin û ew bûne Wezîrên Karên Hundir. De bifikirin, Colanî li çar aliyê cîhanê wekî terorîstek dihat xwestin. Ew wekî kujerê xwînxwar dihat xwestin û wî danîn ser serê Sûriyeyê. Û dû re dagirkeriya Îsraîlê heye. Ji ber ku Îsraîl û Sûriye dijminên kevin bûn. Bi hev re nediaxivîn. Bê guman, nêzîkbûna Esed a bi Îran û Hizbullaha Lubnanê re, Îsraîl hêrs kir. Sûriyeyê bi tevahî red kir ku li di vê mijarê de tawîz bide. Û tam 50 sal şûnda, bi hilweşandina Esed re, Îsraîl li Sûriyeyê bi cîh bû. Ji ber ku planên Îsraîlê hene, armancek wê heye. Ango, planek ji bo berfirehkirina axa xwe, sînorên xwe, da ku bibe Îsraîlek Mezin. Ew ê vêya bicîh bîne, ev bê guman e. Ji ber ku ji bo pêkanîna vê yekê, pêwîst e ku welat werin wêrankirin. Pêwîst e ku werin perçekirin.”

Ev çeteyên xwînxwar, mirovan perçe perçe dikin

Nîlgun bal kişand ser rewşa heyî ya li Iraqê û got ku niha li Sûriyeyê dîrok, çand, her tiştê van welatan tê wêrankirin û wiha got: “Mirov tên kuştin. Pire tên hilweşandin. Welat ji eslê xwe tên bêparkirin. Niha, heman tişt li Sûriyeyê diqewime. Mirovên ku dixebitin, çi di xizmeta giştî de bin çi jî wekî karker, dibin hedef. Jin di rêya xwe ya ser kar de li kolanan tên revandin. Û her kes bi rastî li hember van hemûyan bêdeng e.” Nîlgun balkişand ser bêdengiya rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê û dinhêrin. Ez lêborînê dixwazim ger ku min ev nebihîstibe, lê bi qasî ku dizanim - rêxistinên jinan derneketine kolanan, nemaze li ser vê mijarê. Rêxistinên mafên mirovan jî ti daxuyanî nedane an çalakiyên bi bandor nekirine. Tenê rêxistinên Elewiyan dengê xwe bilind dikin. Ew daxuyaniyan didin. Ew hewl didin ku rêxistinek li ser asta cîhanî ava bikin. Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, hewce ne ku dengê xwe bi hêz li ser vê mijarê bilind bikin. Bi hezaran mirov li wir hatin qirkirin. Bi hovane hatin kuştin. Ev çeteyên xwînxwar, mirovan perçe perçe dikin. Li malan digerin, jinan li ber çavên zarokên wan direvînin. Sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê têne kirin.”

‘Hikûmeta AKPê dikaribû van komkujiyan bi yek têlefonê rawestîne

Nîlgun bi bîr xist ku Îsraîl carekê ji bo Durziyan rabûye ser piyan, lê qet ji bo Elewiyan tiştek negotiye. Nîlgun diyar kir ku van çeteyan zêde dest nedane Xirîstiyanan û Durziyan, lê wan bi hovîtiyek mezin Elewiyan kuştine. Nîlgun got ku “Ew hîn jî wan dikujin. Wan qet xwînrijandin nerawestand. Mînak li Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê dikaribû van komkujiyan bi yek têlefonê rawestîne û wiha domand: “Serokkomar Erdogan dikaribû vê jenosîda li dijî Elewiyan bi yek têlefonê rawestîne. Lê kes mudaxele nake. Îro li Parlementoya Tirkiyeyê, hin parlamenter, bi taybetî jî parlamenterên Elewî, vê komkujiyê li parlamentoyê tînin ziman. Em dixwazin tiştekî bikin, lê kes dengê xwe dernaxe. Em li parlamenterên jin ên li parlamentoyê dinhêrin, lê dîsa jî tiştek tune. Çend parlamenter, bi taybetî parlamenterên Elewî, hin parlamenterên di nav DEM Partiyê de, vê mijarê tînin ziman. Gelo tenê jinên Elewî divê dengê xwe derxin? Ez difikirim ku divê ev pirsgirêka her kesî be.”

Wîjdana me çawa dikare li hember vê yekê bêxem bimîne?

Nîlgun da zanîn ku ev jenosîd e û wiha got: “Divê em hemû li dijî jenosîdê dengê xwe bilind bikin, li dijî kê tê kirin bila bibe. Divê em hemû bertek nîşan bidin. Em nikarin bêdeng bimînin. Wîjdanê me çawa dikare li hember vê yekê bêxem bimîne? Dema ku Ermeniyek tê kuştin, dema ku Kurd tên kuştin, her kesê ku tê kuştin li kudera cîhanê be, Elewî yekem kes in ku bertek nîşan didin. Ew diçin, li her deverê ku lê dibin, beşdarî xwepêşandanan dibin. Piştgiriyê didin xwepêşandanan. Elewî bi xwe daxuyaniyan didin. Lê em dixwazin yên din, komên din, baweriyên din, neteweyên din bertek nîşanî jenosîda li dijî Elewiyan bidin. Em dixwazin ku ew xwepêşandanan organîze bikin. Lê ev nabe. Ew Elewiyan wek çi dibînin? Berî her tiştî, divê hişyarî were afirandin da ku hesasiyet hebe. Ma wan hîn ferq nekiriye? Ma hovîtiya ku li ber çavên cîhanê tê kirin hîn jî nehatiye dîtin? Ev çi xemsarî ye? Em matmayî bûne.”

Têgihîştina “Elewiyên li wir alîgirên Esed in

Nîlgun difikire ku yek ji sedemên bêdengiya li hember qirkirina Elewiyan, têgihîştina “Elewiyên li wir alîgirên Esed in” e û li gor baweriya wê, ev têgihîştinek şaş e. Nîlgun da zanîn ku Esed muameleyek taybet ji bo Elewiyan nîşan nedaye û got ku Elewî di dema rejîma Esed de, di rewşek pir baş de nebûne. Nîlgun balkişand ser bêparbûna Elewiyan a ji her tiştî û wiha domand: “Elewî jî bêkar man. Ji ber vê yekê wan muameleyek taybet nedît. Bi rastî têgihîştinek xelet heye. Ew difikirin ku ger ew bertek nîşan bidin, ew ê wekî alîgirê Esed werin dîtin? Gelo ew ketine vê xefikê? Ev pir xelet e. Her wiha, civaka Elewiyan her gav piştgiriya hev kirine. Ew bi hev re di hevgirtinê de bûne. Ew bi rastî pir tenê ne. Elewî mirovên pir tenê ne. Binêre, li Tirkiyeyê wisa ye, li Sûriyeyê wisa ye, li her derê cîhanê wisa ye. Elewî ji bo xwe cureyek derman in. Ew hewl didin ku vê yekê derbas bikin.”

‘Ajansa we di vî warî de karekî girîng dike

Nîlgun destnîşan kir ku dagirker hewl didin ku mirovan di nav komên din de entegre bikin û wiha pê de çû: “Elewî dixwazin ku pirsgirêkên wan werin fêmkirin. Lê rewşenbîrên Tirkiyeyê jî wisa dikin. Li Sûriye û welatên din jî xemsariyek bi heman rengî heye. Divê ev xemsarî were derbaskirin. Dibe ku ev raporên nûçeyan hişyariyê çêkin. Bi rastî jî pêdivî ye ku ev rapor werin belavkirin. Bê guman, ajansa we di vî warî de karekî girîng dike. Bê guman, ev nûçe dê hişyariya civakê zêde bikin, dibe ku hişê girseyên bêdeng vekin. Ew ê nebin hevkarê rejîma Esed.”

‘Di şeran de, hedefa yekem a mêran jin e

Nîlgun, bêdengiya tevgera femînîst a li Tirkiyeyê jî rexne dike û dibêje ku dikare dengê xwe bilind bike. Nîlgun anî ziman ku tevgerên jinan ên din jî dikarin dengê xwe bilind bikin û bi bîr xist ku Elewiyên ku li Sûriyeyê dijîn laîk in. Nîlgun xwest ku kes ji parastina Elewiyan netirse û wiha got: “Divê ew li dijî jenosîdê derkevin û ji parastina Elewiyan netirsin. Ez vê yekê dixwazim bêjim. Ez dixwazim bang li her kesî bikim. Revandin û tecawiza jinan li Sûriyeyê nikare tenê wekî sûcekî şer were hesibandin. Ewê kêm bimîne. Bê guman, ev sûcekî şer e, lê di heman demê de sûcekî li dijî mirovahiyê ye jî. Ji ber ku ew êrîşek li dijî jinan e. Ji ber ku dema şerek bi dawî dibe, jin her gav ew in ku ji nû ve ava dikin. Jin aştiyê ji nû ve ava dikin. Ew jiyanê ji nû ve ava dikin. Ji ber vê yekê, di şeran de, hedefa yekem a mêran jin e. Ew bawer nakin ku heke ew jinan tune bikin, jiyan dê ji nû ve bê dinyayê. Heke jin werin tunekirin, jiyan dê ji nû ve neyê dinyayê. Jiyan dê ji nû ve neyê avakirin. Ji ber vê yekê ew pêşî jinan dikujin. Ew êrîşî jinan dikin. Ew dixwazin pêşî jinan bişkînin. Ji ber ku ger jin werin pelçiqandin, werin tunekirin, ji holê bên rakirin, wê hingê jiyan jî tê tunekirin. Ev yek ji bo zarokan jî derbas dibe, zarokan jî tune dikin.”

‘Divê em hemû li dijî hemû hovîtî, hemû wehşetê dengê xwe bilind bikin

Li ser pirsa “Kesên ku komkujiyên Elewiyan tînin ziman, bi ’siyaseta li ser nasnameyê’ tên sûcdarkirin û hewl didin wan bêdeng bikin. Gelo armanc tepeserkirina komkujiyan e?” Nîlgun wiha got: “Niheqiyek wisa mezin e ku meriv kesên ku komkujiyên Elewiyan tînin wiha binav bike. Ev sûcdariyek pir niheq e. Ger Elewî werin qirkirin, bê guman, dê li dijî vê yekê derkevin. Dê li dijî vê komkujiyê, vê jenosîdê derkevin. Eger Kurd bên qirkirin, bê guman, Kurd dê li dijî vê derkevin, ew ê bang li cîhanê bikin, ew ê hewl bidin ku van qirkirin û êrîşan rawestînin. Ji ber vê yekê, mijûlbûna bi siyaseta nasnameyê tê çi wateyê? Ev daxuyanî, perspektîf û helwest pir xav û bêhesas in. Ev nêzîkatiyek pir şaş e. Ji ber vê yekê, divê em hemû li dijî hemû hovîtî, hemû wehşetê dengê xwe bilind bikin. Ger li dijî Kurdan komkujiyek çêbibe, divê her beşek ji civakê, Tirk, her kesê ku li wir be, her kesê ku mirov be, her kes li dijî wê derkeve. Pêwîst e ku bertekek organîze bikin da ku wan êrîşên xwînî rawestin.”

Hikûmeta AKPê, siyaseteke derve ya aştiyane nameşîne

Nîlgun Mete balkişand ser daxwaza Îsraîlê ya berfirehkirina axa xwe û got ku encamên vê daxwazê, dê xirab be. Nîlgun got ku divê ev xwîn bê sekinandin, ji bo vê yekê jî divê dinya bertek nîşan bide. Nîlgun balkişand ser belavbûna kapîtalîzma hov a li her derê belav bûye û bi bîr xist ku emperyalîzma Emerîkî, li gorî berjewendiyên Îsraîlê li her derê tevdigere û got ku “Bi taybetî li Rojhilata Navîn.” Nîlgun destnîşan kir ku Hikûmeta AKP’ê, siyaseteke derve ya aştiyane nameşîne û wiha got: “Wan li Sûriyeyê piştgirî da çeteyên HTŞ’ê. Wan bi awayekî çalak piştgirî da wan, ew hembêz kirin. Wekî din, AKP li Tirkiyeyê ji Elewiyan re baş tevnagere. Elewiyan ji nav xwe derdixin, ti daxwazên wan pêk naynin. Ji ber vê yekê, ew li hember çeteyên HTŞ’ê yên ku Elewiyan dikujin, jinên Elewî dikujin û êrîşî wan dikin li Sûriyeyê bêdeng dimînin.”

‘Parlementerên jin dikarin zextê bidin ser hikûmeta AKP’ê

Di hêla tiştên ku li hember vê yekê bên kirin de jî Nîlgun Mete wiha got: “Bi taybetî li parlementoyê, partiyên siyasî, partiyên siyasî yên muxalefetê, divê di vê mijarê de zextê li hikûmeta AKP’ê bikin. Endamên parlementoyê, bi taybetî jî parlamenterên jin, dikarin di vê mijarê de çalakiyên girîng û balkêş bikin. Ew dikarin çalakiyên balkêş bikin. Heta di partiya desthilatdar a AKP’ê de jî parlamenterên jin hene û MHP jî divê were rêxistinkirin. Divê em hişyariyê di nav wan de jî çêkin. Ez ji vir bangek dikim: li hember vê yekê bêxem nemînin.”

Êrîşên li hember Helebê   

Di encama êrîşên çete û dagirkerên girêdayî HTŞ’ê û Tirkiyeyê ku li hember taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatin û berxwedanek bêhempa hat nîşandan de, bi dehan kes hatin qetilkirin. Nîlgun li ser van bûyeran jî rawestiya û wiha got: “Sûriye bi pratîkî dojehek e, dişewite. Di şerê 13 salan de, bi hezaran kesên ku tê gotin 600 hezar kes in, jiyana xwe ji dest dan. Piraniya wan zarok û jin mirin. Û bi milyonan, xwe di rêya koçberiyê de dîtin. Koçî di serî de Tirkiye, welatên cûrbecûr kirin û jiyaneke pir dijwar li benda wan bû. Ew li welatên ku çûnê, bi taybetî li Tirkiyê, bûn karkerên erzan. Çima êrîşek li ser Helebê hate destpêkirin? Heleb bajarekî bi nifûsa mezin a Kurd û taxên Kurdan e. Niha, du tax bi çekên giran têne êrîşkirin. Em dibînin ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li wir êrîşan dikin û mirov dimirin. Sivîl dimirin. Zarok û jin dimirin.”

Mirov bi hovane tên kuştin û jiyana wan tê stendin

Nîlgun bûyera avêtina jineke Kurd ku çeteyan ew ji avahiyek avêtin xwarê jî bi bîr xist û got ku her kes ji vê bûyerê acis bûye. Nîlgun wiha got: “Bi rastî divê her kes li hember vê yekê bertek nîşan bide. Mirov bi hovane tên kuştin û jiyana wan tê stendin. Niha, ez difikirim ku tiştê ku bi rastî dê Sûriyeyê rizgar bike, danûstandinên aştiyane, diyalog e. Emrîka, Îsraîl, hikûmeta Tirkiyeyê û rêberên welatên Ewropî divê bi rastî vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Li Amerîkayê, li Îsraîlê, bi piştgiriya wan hikûmetek demkî li Sûriyeyê hatiye damezrandin. Rêveberiya Şera anîn serî. Dema ku bi fermana sor dihat xwestin, wekî terorîst dihat xwestin, ew bû berpirsê hikûmeta demkî. Ji ber vê yekê, divê diyalog dest pê bike.”

‘Divê gelê Sûriyeyê biryarên xwe bide

Di dawiya nirxandinên xwe de Nîlgun Peymana 10’ê Adara 2025’an bi bîr xist û destnîşan kir ku lê heta niha ev peyman jî nehatiye bicîhanîn û wiha pê de çû: “Ger hêzên hikûmeta demkî êrîşî van deveran bikin û bi hev re şer bikin, ne peyman, ne aştî, ne tiştek namîne. Eşkere ye ku li Sûriyeyê aştî çênabe. Pir eşkere ye ku aştî bi têgihîştina heyî, rejîma heyî, hikûmeta demkî ya heyî nayê bidestxistin. Tiştê ku bi rastî Sûriyeyê rizgar dike rejîmeke dadperwer, rêveberiyeke dadperwer e. Bi van rêxistinên olî yên radîkal, bi vê îdeolojiya olî ya radîkal, bi vê rejîmê re ne mimkûn e ku aştî were avakirin. Tenê tiştê ku dê gel li Sûriyeyê bigre, demokrasî û yekîtî ye. Û ev şer, ev nakokî, bi rastî jî divê bi dawî bibin. Divê xwînrijandin raweste. Divê gelê Sûriyeyê biryarên xwe bide.”