Rojnamevan Hîlal Seven a beşdarî merasîma dîrokî bû: Mohra xwe li dîrokê xistin

Rojnamevan Hîlal Seven a ji Londonê beşdarî merasîma dîrokî ya li Silêmaniyê bû, diyar kir ku tevgera Kurd gavên jidil davêje û got: "Gelo dewlet dê gavên çawa bavêje? Bêguman em hemû bi meraq li bendê ne.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Koma Aştî û Civaka Demokratîk, piştî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di 27’ê Sibatê û 9’ê Tîrmehê de kiribûn, li Silêmaniyê bi merasîmek çekên xwe îmha kirin.

Rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên ji Kurdistanê, Tirkiye û welatên cûda yên cîhanê jî ji bo şahîdiya wan kêliyên dîrokî, li Silêmaniyê bûn. Li cihê merasîmê ji bo berpirsiyariya dîrokî ya ku PKK’ê ji bo bidawîkirina şerê nêzîkî 50 salan domkir girt ser xwe, şahidî kirin.

“Ji ber ku bûm şahida van kêliyan xwe bi şans hîs dikim’

Hîlal Seven a wek rojnamevan merasîmê dişopand û ji Londonê çûbû Silêmaniyê, wiha axivî: “Ew kêliyên pir hêja bûn ku ne tenê li Tirkiyeyê, divê ji aliyê hemû rojnamevanên li Rojhilata Navîn û cîhanê ve bên şopandin. Ez gelek bi şans im ku min şahidî ji kêliyên dîrokî re kir û min gelek hestan bi hev re jiyan kir. Îro hatina me ya vê pêvajoyê jî, min matmayî dike.”

Mirovên ku di axaftinê de zehmetî kişandin, hestyar bûn, giriyan…

Hîlal Seven, da zanîn wek rojnamevanek di dema rêwîtiyê de û piştî wê beşdarên merasîmê re hevpeyvînan çêkiriye û bersivên wekhev stendiye û wiha got: “Gelek kesan di axaftinê de zehmetî kişandin, hestyar bûn û giriyan. Gelo ev pêvajo çima me matmayî kir? Ji ber salên dirêj e li Tirkiyeyê pirsgirêkek ku li gelê Kurd dide jiyîn heye. Pirsgirêkek ku wek ‘pirsgirêka Kurd' tê pênasekirin heye. Gelê Kurd bi salane li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûn gelê ku hatin înkarkirin, statuya wan nayê naskirin, her tim tên qetilkirin, girtin, sirgûnkirin û ji bo jiyanê têdikoşin.”

‘Ji destpêkê heta dawî ji kêliyên dîrokî derbas dibin’

Hîlal Seven, diyar kir ku PKK ji bo naskirina mafên gelê Kurd têdikoşe û da zanîn tevî ku dem bi dem ji bo aştiyê gavên cûrbecûr hatibin avêtin jî, negihîştine serkeftinê. Hîlal pêvajoya ku di navbera salên 2013 û 2015’an de bi navê "pêvajoya çareseriyê" dihat pênasekirin, lê bi komkujiyan bi encam bû bibîr xist, got ku hikûmetê pêvajo bi xwîn bidawî kiriye.

Hîlal Seven, destnîşan kir ku piştî 10 salan destpêkirina pêvajoyek nû ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kongreya PKK’ê ya biryara fesihkirinê da, bi eleqeyek mezin tê şopandin û wiha got: “Em di her wate û qonaxê de di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Ne tenê kêliyên li Silêmaniyê dîrokî bûn, ji destpêkê heta dawî di kêliyên dîrokî re derbas dibin.”

‘Ji ajokar heta rojnamevan çîroka hemûyan hebû’

Hîlal Seven, diyar kir ku li ser vexwandina DEM Partî roja pêncşemê nêzî 35 rojnamevanan ji Amedê ber bi Silêmaniyê ve bi rê ketine bû û wiha axivî: “Atmosfera di vê otobûsê de cuda bû. Ji ajokar heta rojnamevan, çîroka jiyana gelek kesan vedigot ka çima di vê otobûsê de ne. Vegotina vana, ji pirsgirêka Kurd re mînakek bû. Ji ajokarê ku di salên 90’î de gundê wî hatiye şewitandin bigre heta Berpirsê Çapemeniyê yê Stenbolê yê DEM Partiyê, her yek ji van xwedî çîrokên ku dişibîn hev bûn.”

Hîlal, da zanîn ku derbarê naveroka bernameyê de agahiya wan tune bûye û got: “Ji aliyê 30 gerîlayan ve li ber çavê bi sedan kesan şewîtandina çeka xwe, di hemû kesan de hestên pir cidî avakir. Me nizanibû ku ewê çi çêbibe. Bendewariyek cuda hebû, lê piştî ku em çûn qadê, me dît ku hemû tişt bi awayek baş hatiye amedekirin.”

‘Hemû hûrgilî hatibû hesabkirin’

Hîlal Seven, bi van gotinan çavdêriyên xwe parve kir: "Ez dixwazim hinek behsa pêvajoyê bikim. Ez wek rojnamevanek girîng dibînim ku balê bikşînim ser van xalan; Dema ku em ji Amedê derketin û destpêkê ber bi Duhok, piştre Hewlerê û herî dawî Silêmaniyê ve çûn, berpirsên cuda yên Hikûmeta Herêma Iraqê em pêşwazî kirin. Em ber bi yek ji herêmên herî bi ewle yên cîhanê ya ji bo Kurdan ve diçûn. Rojnamevanên ku şahidiya kêliyên îmhakirina çekan kirin û bi taybetî yên ji rojavayê welat hatine, di nava fikarê de bûn. Lê piştî merasîmê, gotin 'Me vê yekê hêvî nedikir.' Ji ber ku ji her aliyî ve pir baş hatibû plankirin û organîzekirin, hemû hûrgilî hatibûn hesabkirin. Dema em derbasî qada merasîmê bûn, em saet û nîvek li bendê man. Destûr nedan ku em wek rojnamevan bi telefon û alavên xwe yên teknîkî bikevin qadê. Lê dîsa jî telefonên  rojnamevanên ji aliyê hikûmetê ve hatine, di destê wan de bû. Lewma hinek kêliyên ku me nekarî dîtbarî bikin çêbûn. Daxuyaniyek ku Besê Hozat bi Tirkî û Nedîm Seven jî bi Kurdî xwend, hat parvekirin. Digel ku hat gotin bila dirûşme û tilîlî nebin jî, Dayîkên Aştiyê dirûşme avêtin. Atmosferek pir kûr a ku kes nikaribû hestên xwe veşêre hebû. Him ji bo gerîlayên PKK’ê û him jî ji bo beşdaran kêliyek dîrokî ku qet nayê bibîrkirin bû.

Hîlal Seven, da zanîn tevî ku di ser merasîmê re çend saet derbas bûn jî şahidên merasîmî di aliyê axaftinê de zehmetiya kişandine û diyar kir ew bûye şahida giriyê siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Leyla Zana.

‘Gelo ji vê saetê şûnde wê çi bibe?

Hîlal Seven, balkişand ku hesta hatiye jiyîn ne tenê xemgînî bûye, di heman demê de gelek hest bi hev re hatine jiyîn û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piraniya me di dawiya temenê 30 salî û destpeka temenê 40 salî de ne. Em bi dîroka avabûna PKK’ê re hevsal in. Lewma ji bo gelek kesan kêliyek girîng bû. Ev dem mohra xwe li dîrokê xist. Gelo ji vê saetê şûnde wê çi bibe? Wê dewlet gavên çawa biavêje? Gelo bersiva vê yekê çawa bide? Helbet em hemû bi meraq li bendê ne. Lê dixwazim vê yekê bêjim; Hemû gavên aliyê Kurdan jidil bûn. Wek encam hêviyek mezin e. Ev kêliya dîrokî ji bo gelên Kurd ên li seranserê Rojhilata Navîn û gelên din ên xwişk û bira, ji bo azadî, wekhevî û jiyanek li ser bingeha demokrasiyê, gavek mezin e.”