Rojnamevan Dilîşan Îbîş li ser gora xwe hat bibîr anîn
Rojnamevan Dilîşan Îbîş di salvegera wê ya 8’an de li ser gora xwe hat bibîr anîn.

Kobanê – Dilîşan Îbîş a nûçegihana ajansa HAWAR’ê bû di dema şopandina operesyona rizgarkirina kantona Dêrezor ji çeteyên DAIŞ’ê de bi du hevalên xwe Rizgar Denîz û Hogir Mihemed re ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin. Di encamê de Dilîşan û Hogir di 12’ê Cotmeha 2017’an de jiyana xwe ji dest dab û Rizgar Denîz ê bi giranî birîndar bûbû hû piştre jiyana xwe ji dest dide.
Îro bi boneya 8’emîn salvegera Dilîşan Îbîş YRJ’ê merasîmeke bîranînê li Goristana Şehîd Dîcle li dar xist. Di merasîma bîranînê de bi dehan rojnamevan, hevrê û malbata Dilîşan amade bûn.
Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endama Meclîsa YRJ’ê rojnamevan Dîcle Ehmed axivî.
‘Dilîşan mînak û pêşenga rojnamevaniya azad kedkar û demokratîk e’
Dîcle Ehmed bi gotinên; “Dilîşan Îbîş di qada çapemeniya azad e bû pêşeng” wiha behsa kesayeta wê kir: “Şehîd Dilîşan xwedî kesayeteke bihêz û coş bû, xwedî sekneke berxwedêr bû. Bi pênûs, kamera û helwesta xwe li dijî hemû paşverûtiyên civakî, şerê taybet û hovîtiya DAIŞ’ê têkoşiya û dikaribû bibe deng û rengê şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê. Ji bo vê jî Dilîşan Îbîş ji bo me yek ji pêşengên ragihandin û rojnemevaniya azad e.”
Dîcle bi gotinên; “Dilîşan ji Kobanê ber bi Bendava Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî li Dêrezorê ve çû kêlî bi kêlî şopand, roj û şevên xwe kiribûn yek, di serma û germê de berxwedanî belge kir” got: “Li ser şopa Dilîşan bi dehan rojnamevan tevlî nava xebatê bûn û gelek ji wan jî şehîd bûn.”
Herî dawî Dîcle Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di salvegera wê de em jî weke hevriyên wê careke din soza xwe nû dikin ku em ê ji vê dozê paşve nemînin, kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin, têkoşîna wan berdewam bikin heta ku bigihîjin Sûriyeya ne navendî û demokratîk. Em ê her dem bibin deng û zimanê berxwedana jinan, gel û şervanên xwe.”
Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.