Rojnameva Hebîbe Salehî hat girtin

Çavkaniyên herêmî li Heratê ragihandin ku hêzên îstîxbarata Talîbanê rojnamevan Hebîbe Salehî ku berê di Kanala ‘Cîhana Nû’ de dixebitî, girtine. Li gorî çavkaniyan, girtin li navenda bajêr piştî vegera wê ji Tirkiyeyê pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan - Çavkaniyên xwecihê yên li bajarê Herata Efganistanê ragihandin ku hêzên îstîxbarata Talîbanê jineke bi navê Hebîbe Salehî ya 27 salî ku xwedî dîrokeke çalakiyên medyayî ye, ji herêma “Hejmar Yek” a li navenda bajêr girtine û ew veguhestine cihekî nediyar.
Li gorî du çavkaniyên herêmî yên ku pêwendiya wan bi medyayê re heye, jina ciwan a 27 salî ya bi navê Hebîba Salehî ye û berî aloziyên siyasî yên li Efganistanê di medyayê de çalak bûye.  Yek ji çavkaniyan got ku ”Berî ku Talîban were ser desthilatê, Hebîba Salehî li Heratê pêşkêşvana bernameyek li ser Kanala “Cîhana Nû” bû, her wiha ew di hilberandin û pêşkêşkirina bernameyên civakî û bûltenên nûçeyan de dixebitî.”
‘Hebîbe Salehî ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatiye girtin’
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên xwecihî ve hatine dayîn de, jina ciwan roja Duşema hefteya borî piştî ku ji Tirkiyeyê vegeriyabû, dema ku serdana malbata xwe li Heratê dikir, ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatiye girtin. Heta niha ti dezgeheke fermî sedema girtina wê an jî cihê ku ew lê tê girtin eşkere nekiriye.
‘Fikarên Rêxistinên Azadiya Medyayê derbarê girtinên kêfî de zêde dibin’
Girtina rojnamevan Hebîbe Salehî di demeke wisa de tê ku sînordarkirinên li ser medyayê û çalakiyên rojnamegeriyê li Efganistanê di mehên dawî de bi girîngî zêde bûne de. Rêxistinên azadiya medyayê gelek caran fikarên xwe li ser girtinên kêfî, gef û zextên li ser rojnamevanan, nemaze jinên ku di medyayê de çalak in, anîne ziman.

‘Koçber bi xetera girtinê re rû bi rû ne’
Ji dema vegera Talîbanê ser desthilatê ve, rojnamevanên jin ji ber sînordarkirinên kar, zextên ewlehiyê û gefên rasterast neçar mane ku pîşeya medyayê biterikînin an jî koçber bibin. Lê belê, gelek rapor nîşan didin ku vegera penaberan bo Efganistanê di hin rewşan de bi xetera girtin û pevçûnên ewlehiyê re jî pêk hatiye,  ev yek fikaran li ser rewşa azadiya derbirînê û ewlehiya çalakvanên medyayê zêde kiriye.