Rojnamegerên li herêmên navîn ên Tûnisê derfetên wekhev dixwazin

Rojnamegerên jin Tûnisî yên li herêmên navîn dixebitin, diyar kirin ku ji ber vederkirin û navendparêziyê hêviyên wan ên pîşeyî qels bûne, bal kişandin ku ew bi hevalên xwe yên li peytext û bajarên mezin re xwedî heman derfetan nîn in.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Li herêmên navîn ên Tûnisê, jinên rojnameger ên li cihên ku çavkanî kêm in û derfet bi sînor in, dixebitin, astengiyên ku her roj li pêşiya wan derdikevin tînin ziman. Li paytext û bajarên mezin derfet zêde ne lê li van herêman rojnameger ji gelek derfetan bêpar karê xwe dikin.

Rojnamger Xulûd el-Fanî ya ku di Radio El Kef de bernameyan çêdike wiha behsa tecrubeyên xwe kir: “Em li bajarê Kef dixebitin û ev der yek ji herêmên navîn e. Peywira me ew e ku em hemû tiştên li herêmê diqewimin bişopînin. Em hewl didin dengê welatiyan bidin bihîstin. Bi taybetî bi ciwan, jinan û hemû aliyên civakê re em têkiliyan datînin, li pirsgirêkên wan guhdarî dikin. Her çendî derfetên me kêm bin jî em hewl didin karê xwe baş bikin. Di warê perwerdeyê de kêmasiyên me hene. Her çendî em bi rêkûpêk bi hinek saziyan re perwerde bibînin jî pêdiviya me zêdetir bi perwerdeyê heye.”

Xulûd el-Fanî diyar dike ku di jiyana rojane de pirsgirêka herî mezin prosedurên ji bo girtina destûrê ne û wiha got: “Ji bo ku em nûçe yan jî çalakiyeke çandî bişopînin gelek sazî destûrê dixwazin. Vê rewşê karê me pir zor dike. Armanca me ragihandina dengê welatiyan e lê ev pêvajoyên ji bo destûrê li pêşiya me dibe asteng. Tevî vê jî em têkoşînê didomînin.”

Newekheviya derfetan û perwerdeyê pir zêde ye

Rojnamegera herêmî, Melak Kermazî, wiha behsa cudahiya di navbera paytext û herêmên navîn de dike: “Rojnamegeriya herêmî li gorî ya hevalên me yên li paytextê kar dikin zortir e. Em di gihîştina agahiyan de em pir pirsgirêkan dijîn. Hema bibêje her dem em di gihîştina çavkaniyan û agahiyên teqez de zoriyan dikşînin. Di warê perwerdeyê de jî gelek cudahî heye. Perwerdeyên ku li paytextê yan jî li welatên din tê dayîn û ya li herêmên navîn pir ji hev cuda ne. Perwerdeyên li vê derê qels in, kêm in û gelek caran nebes dimînin. Heta niha derfeta min çênebûye derbikevim derveyî welat. Derfet zêdetir ji bo kesên li bajarên mezin tên dayîn. Perwerdeyên li vê dere hem bi sînor in hem jî naveroka wan teng e. Çarçoveya perwerdeya ku li herêmên din tê dayîn berfirehtiri profesyonel û kûrtir e. Li ba me mijar seranser û bi sînor in.”

Behreyên ku bi bêdengî winda dibin

Întîzar el-Qadirî ya li Qesrînê di warê medyayê de dixebite cudakariya ku rojnamegerên li herêmên navîn dijîn wiha vegot: “Cudahiya di navbera herêmên navîn û paytextê de nû nîn e; demek dirêj e ev cudahî heye. Vê cudakariyê hêviyên mirovan vedimirîne. Hezkirina ji bo qada medyayê me li piyan dihêle. Li van herêman kesên xwedî behre hene lê derfet hema bibêje tunene û bi demê re ev hezkirin û behre di dilê me de tune dibe. “

Întizar el Qadirî dibêje ku cudakarî ketiye rewşeke din û wiha didomîne:

“Weke jinên di ware medyayê de dixebitin, em nizanin dema ku sazî cihên perwerdeyê diyar dikin, kîjan krîteran esas digrin lê encam her dem heman e: Em di rewşa kêmderfet de dimînin û neçar dibin riyên dirêj biçin cihê perwerdeyê.”

Întizar el-Qadirî bi vê peyamê bi dawî kir: “Em derfetan parve bikin. Em nabêjin bila her tişt ji me re be, tenê dixwazin para xwe bigrin. Pêdiviya rojnamegeren jin ên li herêmên navîn, bi perwerde, fînansmanî û derfetên adil û wekhev heye.”