Rojnamegerên Şengalê: Em ê li pêy şopa Nûjiyanan bin
Jinên Êzidî ku roja rojnamevantiya Kurdî pîroz kirin û gotin: “Em niha li ser şopa Nûjiyan kar û xebatên xwe dimeşînin.”

BÊRÎVAN ÇIYA
Şengal – Di 22’yê Nîsana 1898'an de, Mîqdad Bedirxan li paytext Qahîreya Misrê yekem hejmara Rojnameya Kurdistan weşand. Tevî ku rojnamevaniya Kurdî di salên dawî de rastî gelek astengiyan hatiye jî, rojnamevanên Kurd karê xwe bi heman armanc û biryardariyê didomînin.
Jinên Êzidî jî roja 22’yê Nîsanê li hemû rojnamevanan pîroz kirin û diyar kirin ku ewê her dem dengê rastî û heqîqetê bin.
‘Bi keda şehîdan em îro rojnemavanin’
Endama Ragihandina Jinê ya Yekîtiya Jinên Ciwan Emîra Zozan roja rojnamevantiyê li hemû kedkarên ragihandina azad û bi taybetî li şehîdên ragihaninê pîroz kir û wiha got: “Em vê rojê li hemû rojnemevanan pîroz dikin û bi taybetî li rêhevalên xwe yên şehîd pîroz dikin. 22’yê Nîsanê rojeke dîrokî ye û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsiye. Em jî wek ragihandina jinê ya Şengalê, bi keda şehîdên jin yên ragihandinê vî karî dikin. Berê ragihandinekî me ya wisa nebû. Tenê ragihandina şerê taybet hebû. Ew jî li dijî me û civaka me kar dikir. Hebûna me beriya fermanê hebûya, wê rewşa Şengal û fermanê niha li holê nebûya. Me wek jinên ciwan yên Şengalê, ragihandina xwe ava kir.”
‘Emê bibin deng û rengê civaka xwe ya Êzidî’
Emîra Zozan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser keda ragihandina jinên Êzidî ya li Şengalê û wiha got: “Yekem kes Şehîd Nûjiyan bû, di sala 2015’an de ku ragihandina li Şengalê ava kir. Di destpêkê de zehmetiyên xwe hebûn bê guman. Ji ber ku di nava civaka me de tiştên wisa nebûn. Bi saya şehîdan û hevalên mîna Nûjiyan, îro em di vê rewşê û vê astê de ne. Îro ger ku em dîroka xwe, dîroka ragihandina jinê em nas dikin, em derdikevin û kedek mezin didin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Îro bi rengekî giştî kedek mezin di Şengal de tê dayîn. Rastî şerek û êrîşekî taybet li hemberî rojnemavanên jin ên di Şengal de tê kirin. Lê li kêleka wê jî tekoşînek û berxwedanek û israrekî mezin jî heye. Pir rojnamevan hatin şehîdkirin û birîndar kirin, lê em jî li ser şopa wan in û emê her dem dengê heqîqetê bin. Bi taybetî em wek rojnemevanên jin heta dawiyê emê bibin reng û dengê civaka xwe ya Êzidî.”
‘Mirov di fikir de azad e’
Emîra Zozan diyar kir ku ew şagirtên Nûjiyanê ne û wê her dem ji bo rastiyê kar bikin û wiha got: “Çi jî bibe, wê her dem jina Êzidî bibe dengê jin û civaka xwe. Em dizanin ku şerekî taybet li ser Şengalê tê meşandin û bi taybetî li ser jin û ciwanan tê kirin. Emê jî bibin hêza rastiyê di Şengal de. Şehîd Nûjiyan ji gelek rojnemavanan re mamostetî kir. Em jî şagirtên, şagirtên şehîd Nûjiyan in. Mixabin di civaka me de desthilatdariya zilam li ser jinê gelek heye, divê em jî her dem li gel hemû jinan karê xwe bidin meşandin û civaka xwe bi xwe re birêxistin bikin. Mirov di fikir de bipêş dikeve, bi taybetî em wek rojnemavan divê di fikir de xwe bipêş bixin û her dem ji bo xwe perwerdê esas bigrin. Li Şengalê ragihandin zêde bûn û pir jê jî şerê taybet dikin, divê em weke ragihandina jin cûdahiya xwe diyar bikin û şerê teybet vala derxînin. Em vê rojê careke din li hemû rojnamevanan pîroz dikin.”
‘Rojnamevan têne hedef gitin’
Hêvîdar Şengalî ku pêşkêşvana Jin TV’yê ye jî, rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanan pîroz kir û wiha got: “Em di serî de roja rojnamevanan li hemû rojnamevanan pîroz dikin. Li her ciwanek rojnamevan ku di çeperan de, li cîhên xweş û nexweş karê xwe birêve dibin, em li wan pîroz dikin. Ev nêzî 10 sal in ragihandin bi pêşengtiya jinan li Şengalê bipêş ketiye. Em jî wek jinên Êzidî cihê xwe di nava vî karî de digirin. Wek tê zanîn rojnamevan li her derê tên hedefgirtin, kuştin û binçavkirin. Li Bakurê Kurdistanê têne binçavkirin, li Rojava dema ku çeperên şer dişopînin tên şehîdkirin. Li Şengalê dema ku em diçin kar û xebatê xwe dikin, me dikine hedefa êrîşên xwe. Mînaka wê jî beriya du salan em diçûn ser karê xwe, erebeya me kirin hedefa êrîşên xwe û rêhevalê me Murad şehîd bû.”
‘Em bên hedefgirtin jî emê li pey armanca xwe bin’
Hêvîdar Şengalî di dawiyê de da zanîn ku ew wek rojnamevan çiqas bên hedefgirtin jî, wê dev ji doza xwe bernedin û wiha got: “Ger ku em bên hedefgirtin û şehîd jî bibin, em her dem xwedî armanc û doz in. Em niha li ser şopa Nûjiyan kar û xebatên xwe dimeşînin, em dixwazin kêmek jî be bibin wek Nûjiyan, bibin deng û rengê rastiyê. Careke din em wek rojnamevanên jin ên Şengalê roja rojnamevanan li her rojnamevanek pîroz dikin. Banga me ji her jineke ciwan re heye ku ger hêzekê biçûk jî di xwe de bibîne, bila bibe dengê hêz û heqîqetê.”