Rojnamegerekî din li Xezayê jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Ehmed Mensûr ê ku li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezayê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî konê ku rojnamevan lê diman de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Ajansa fermî ya Filistînê WAFA ragihand ku rojnamevan Ehmed Mensûr ê ku duh di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konê ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnisê lê diman, birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Zîvala Xezayê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî konê ku rojnamevan lê diman de rojnamegerek hat qetilkirin û 9 jê rojnameger 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piştî êrîşê rojnamevanê Filistînî Hilmî El Feqayî di kon de jiyana xwe ji dest da.
Bi Ehmed Mensûr re hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Xezeyê jiyana xwe ji dest dan bû 211.