Rojnamegera Fransî: Ev çi durûtî ye?
Rojnamegera Fransî Manon Queroul a ku hatiye Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re dibêje; “Çawa dibe ku we berxwedana van jinan, van xortan ji bîr kir?” û diyar kir ku divê îxanet li berxwedana van şervanan neyê kirin.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê her diçe dibe sedema bertekan. Gelek kes ji bo piştgiriyê berê xwe didin Rojava û hewl didin bi awayekî destekê bidin.
Rojnamegera Fransî Manon Queroul, a ku di rojnameya Parîs Match Magazîne de dixebite û hatiye Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi şervanan re; her wiha bi rojnamegerên li herêmê û bi gel re jî hevdîtinên wê çêbûne dosyayek amade dike.
Rojnamegera Fransî ji dewletên ku durûtiyê dikin re dibêje: “Çawa çêbû ku we berxwedaniya van jinan van xortan ewqas zû ji bîr kir? Van şervanên ku li vê derê bi salan bi DAIŞ’ê re şer kirin û têk birin. Gelo ev çi durûtî ye?”