Rojnamegera Efganistanê Zakia Kawia li Pakistanê hat girtin
Rojnamegera Efganistanê Zakia Kawia ku di qada mafê jin û mirovan de çalak bû, ji aliyê polîsên Pakistanê ve li gel çar zarokên xwe hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Rojnamegera Efganistanê Zakia Kawia ji aliyê Polîsên Pakistanê ve li gel çar zarokên xwe hate girtin. Ev nûçe ji aliyê parazvanên mafê jinan ên Efganistanê ve rastî bertekan hat.
Parêzvanên mafê jinan anî ziman ku derbarê rewşa Zakia Kawian û çar zarokên wêde fikarên xwe anîn ziman û îfade kir ku ger Zakia Kawian ji Pakistanê were dersînorkirin ew û zarokên wê, wê rastî xeteriyên mezin werin.
Piştî ku Talîban rêveberiya Efganistanê xist destê xwe, gelek rojnameger û çalakîst, li Pakistan û welatên din ên weke Îranê yên cîran neçar man koç bikin. Hevjînê Zakia Kawian ji ber ji aliyê endamên Talîban ve hate kuştin, vegerandina wê ya Efganistanê wê xeteriyan ava bike. Li gora daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di 5’ê sibata 2025’an da; Rayedarên Pakistanê ji 2023’an heta niha, zêdeyî 800 hezar koçberên Efganistanê yên bê belge bi zorê hatin dersînorkirin.
Zakia Kawian wek rojnamegerek li Efganistanê di qada mafê jin û mirovan de çalak e tê nasîn. Piştî ku Talîban rêveberî xist destê xwe de, weke gelek xebatkarên medyayê, ew jî neçar man ji wî welatî derbikeve. Zakia Kawian ku bi daxwaza xwespartinê çûbû Pakistanê, li wê derê hewl dida jiyanek demkî derbas bike, lê belê ji aliyê rayedarên Pakistanê ve hate girtin.