Rojnamegera Îranî Sara Tavusî bi guman jiyana xwe ji dest da

Rojnamegera Îranî Sara Tavusî piştî wêneyê kurê Alîkarê Serokkomarê Îranê Reza Aref ê beşdarî civîna hikûmetê bû kişand bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Rojnamegera Îranî Sara Tavusî wêneyê kurê Alîkarê Serokkomarê Îranê Reza Aref, Hamîdreza Aref girt ku beşdarî civîna hikûmetê ya 3’ê Îlonê bûbû. Rojnameger Sara Tavusî ya derbarê mijarê de wêne û nûçeyê prave kir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.

Piştî nûçeya SAra Tavusî dewleta Îranê li şûna ku sedemê beşdarbûna civînê yê Hamidreza Aref bibêje daxuyaniya “Di rûniştina mijara gotinê de wêne kişandin qedexe bû. Diviyabû wênekêş wêneyê nekşîne. Dê carekê din destûr neyê dayîn ku ew kes beşdarî civînan bibe” da. 

Du sedemên mirinê

Piştî daxuyaniya rayedarên hikumetê Sara Tavusî bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya fermî ya li ser jiyana xwe ji dest dayîna rojnameger de sedema mirina wê weke ji cihekî bilin ketin hat diyarkirin. Lê di belgeya mirinê ya rojnameger de sedemê mirinê weke qezayê trafîkê derbasî qeydan bû. Nîqaşên li ser mirina rojnameger de didome.