Rojnameger Vîda Rabbanî bi şert hat berdan

Vîda Rebbanî ya ku ji ber şopandina çalakiyên “Jin jiyan azadî” hatibû girtin û di Girtîghea Evînê de dima 9’ê Nîsanê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Vîda Rebbanî ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê girtî bû, piştî ku beşek ji cezayê xwe di 9’ê Nîsanê de derbas kir, bi şert hat berdan.

Parêzerê wê Parto Burhanpûr ragihand ku serbestberdana Vîda Rabbanî di çarçoveya zagonên heyî de û li ser esasê hukmên serbestberdana bi şert hatiye kirin.

Vida Rabbani kî ye?

Vida Rabbanî bi karê xwe yê rojnamevanî û çalakvana civakî, bi taybetî yên ji bo mafên mirovan û pirsgirkêkên civakî tê naskirin. Vîda Rebbanî ku li zanîngeha Tehranê beşa zanistên siyasî xwendiye, bi awayekî aktîf li ser mijarên weke binpêkirina mafên mirovan li Îranê, hicaba mecbûrî û hilbijartinên azad dixebite û ji ber vê sedemê gelek caran hatiye girtin. Ew yekem car di Mijdara 2020’an de ji ber postên wî yên medyaya dîjîtal der barê xwenîşandanên ku di salvegera xistina balafira Rêhewayên Ukraynayê de ji hêla Muhafizên Şoreşê ve hatin lidarxistin, hat binçavkirin. Di vê heyamê de li Girtîgeha Evînê di hucreya yek kesî de ma û dest bi greva birçîbûnê kir. Di Kanûna 2020’an de bi kefalet hat berdan.

Vîda Rabbanî di Tebaxa 2022’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi giştî 10 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 5 sal ji ber “heqareta li olê”, 4 sal ji ber “kombûn û hevkarîkirina li dijî ewlehiya neteweyî” û salek jî ji ber “propagandaya li dijî dewletê.” Sedema van cezayan jî ragihandina wî ya li ser binpêkirina mafên mirovan û xebatên xwe yên medyaya dîjîtal e.
Piştî berdanê careke din wê girtin

Di Îlona 2022’yan de, ew ji ber şopandina serhildanên ku piştî kuştina Jîna Emînî li seranserê welat derketin, dîsa hat girtin. Di Kanûna 2022’an de bi îdiaya “civîn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî” 6 sal û bi sûcdariya “propagandaya li dijî dewletê” 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Vîda Rabbanî ku li girtîgehê rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, bi serêş û pirsgirêkên dîtinê re rû bi rû ma. Di Hezîrana 2023’an de bi awayekî demkî bi destûra tenduristiyê hat berdan lê di Tebaxa 2023’an de dîsa hat girtin û berê wêdan girtîgehê.