Rojnameger Sahar Al-Khawlani û du zarokên wê piştî mehan hatin berdan
Rojnameger Sahar Al-Khawlani ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de gendeliya di perwerdeyê de eşkere kir û bal kişand ser zehmetiyên ku gelê li welêt dikişîne, piştî 5 mehan ji binçavkirinê tevî du zarokên xwe hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Li gel wêranî û binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber nakokiyên di navbera hikûmet û Hûsiyan de, aloziya Yemenê her ku diçe mezin dibe. Di vê pêvajoyê de gelek caran rojnamevan û aktîvîstên ku pirsgirêkên civakê derdixin holê rastî zextan tên. Yek ji navên ku di van demên dawî de rastî vê zextê tê, rojnamevan Sahar Al-Khawlani ye ku gendeliya di warê perwerdeyê de eşkere kir.
Rojnameger Sahar Al-Khawlani ku gendeliya di warê perwerdehiyê de li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de eşkere kir û bal kişand ser zehmetiyên ku li welat dijîn, tevî hevjîn, birayê xwe û du zarokên xwe ji aliyê Hûsiyan ve hat binçavkirin û girtin.
Tevî zaroka xwe hat berdan
Di vîdyoyekê de ku duh li ser platforma medyaya dîjîtal a Facebookê hat weşandin, hat ragihandin ku Sahar Al-Khawlani û du zarokên wê êvara 4’ê Sibatê hatine berdan. Sahar Al-Khawlani li ser serbestberdana hevjîn û birayê wê yên ku ligel wê hatibûn binçavkirin an na, ti daxuyanî neda.
Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin
Danişîna ewil a doza Sahar Al-Khawlani ya li Sanaa ya di bin kontrola Hûsiyan de ji aliyê Serdozgeriya Cezayê ya Taybet ve di 25ê Çileyê de hat dîtin. Sahar Al-Khawlani ragihandibû ku ew parêzer naxwaze. Navenda Amerîkî ji bo Dadweriyê nîgeraniya xwe derbarê rewşa Sahar Al-Khawlani û malbata wê nîşan da û da zanîn ku ev ne tenê dozek takekesî ye, belkî şêwazek tepeseriyê ye ku armanca wê fetisandina dengên azad li Yemenê ye. Navenda Dadê ya Amerîkayê, bal kişand ser zêdebûna bikaranîna binçavkirinê weke amûreke zextê li ser çalakgeran û malbatên wan û diyar kir ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye.