Rojnameger Rahîme Karvar hat berdan
Rojnameger Rahîme Karvar a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di rûniştina yekem a dozê de hat berdan.

Stenbol – Rûniştina yekem a doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, pêk hat. Di rûniştina li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stembolê ya ku li Çaglayanê ye, Rahîme Karvar û parêzerên xwe amade bûn. MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş, MLSA û gelek kesan jî doz şopandin.
Rûniştina dozê bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Piştre Rahîme Karvar parastina xwe kir. Rahîme Karvar, da zanîn ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê sûcdarkirin û got ku ew xwedî li xebatên xwe yên rojnamegeriyê derdikeve. Rahîme daxwaza tehliyeya xwe kir.
Piştre jî dozger axivî û xwest ku Rahîme Karvar girtî bê darizandin û ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest.
Parêzer Elîf Taşdogen jî anî ziman ku muwekîla wê rojnameger e û xebatên wê jî di çarçoveya pîşeya wê de ne. Elîf Taşdogan, got ku bikaranîna peyva “Kurdistanê”, çêkirina nûçe û bernameyên têkildarî jinan, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bikaranîna têgeha tecrîdê sûc nînin. Elîf Taşdogan, daxwaza tehliyeya Rahîme kir.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî bi bîr xist hevpeyvîna ku Rahîme Karvarê bi wî re kiriye wek sûc hatiye nîşandan û got ku ev nayê qebûlkirin. Çakmak, daxwaza tehliyeya Rahîme kir.
Biryara berdanê hat dayîn
Dadgehê jî biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, ji bo Rahîme Karvar bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da. Dadgehê her wiha ji bo amadekirina mutalaayê rûniştina dozê taloqî 17’ê Tîrmehê kir.