Rojnameger Oznûr Deger sirgûnî Girtîgeha Erzînganê kirin
Hate hînbûn ku Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê bû, sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger a ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat girtin û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê hat bicihkirin, ji girtîgeha ku lê bû sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin.
Malbata Oznûr Deger ku danê sibehê çûbû cem wê, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat ragihandin ku Oznûr Deger hatiye sirgunkirin. Malbata Oznûr Deger ku pirsa kengê hat sirgûnkirin kirin û bersiva 3 roj berê hatiye sirgunkirin girtin. Oznûr Deger a ku roja sêşemê bi rêya telefonê bi malbata re axivî, ji malbata xwe re gotibû ku ew hîn di girtîgeha Mêrdînê de ye û îhtimala sirgunkirinê heye.