Rojnameger Kîbriye Evren hat binçavkirin
Rojnameger Kîbriye Evren vê danê sibehê di sergirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Stenbol- Edîtora JINNEWS'ê Kibriye Evren danê sibê li Tuzlayê di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin. Nehat zanîn di çarçoveya çi lêpirsînê de Kibriye Evren a demek dirêj li mala wê ji aliyê polîsan ve lêgerîn hat kirin, hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku Kibriye Evre birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê.