Rojnameger Deniz Fırat li Mexmûrê hat bîranîn

Li wargeha Mexmûrê rojnamevan Denîz Firat a ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014 li ser mexmûrê şopandî û bûye hedefa êrîşan di salvegera xwe ya 11’mîn de bi daxuyaniyekê hat bîranîn.

Mexmûr – 6’ê Tebaxa 2014 de çeteyên DAIŞ’ê li ser Başûrê Kurdistanê û Iraq ê êrîşeke qirkirinê dabû destpêkirin. Di vê êrîşa DAIŞ’ê de hêzên HPG, YJA-STAR û gelê wargeha Mexmûrê berxwedaniyek mezin dan meşandin. Rojnamevan Denîz Firat jî ev berxwedaniya gel û gerîla ya li wargeha Mexmûrê ku ji raya giştî re di ragihand di 8’ê Tebaxa 2014 de bû hedefa êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û di oxira ragihandina rastiyan de hat qetilkirin.

Rojnamevan Denîz Firat ji alyê Rojnamevanên Mexmûrê û gelê wargehê ve bi daxuyaniyekê hat bîranîn. Li ser navê rojnamevanan Bêrîvan Tunç axivî

Gelê Mexmûrê û hêzên gerîla tirsa DAIŞ’ê avakirî şikand

Rojnamevan Bêrîvan Tûnç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrîşên DAIŞ’ê yên 2014 li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “11 sala beriya niha çeteyên DAIŞ’ê ji bo neteweyan taybet jî neteweya Kurd tine bike him li Suriyê him jî li Iraqê pêleke êrîşan dabû destpêkirin. Tirseke pir mezin li tevayî cîhanê belav kiribû ku kesek nikare li beramberî wan çeteyen ku dijminê mirovahiyêne bisekine. Dema 6’ê Tebaxê de çeteya hewildan êrîşê Mexmûrê bikin bi hevkariya hêzên HPG, YJA-STAR û hêzên parastina cewherî ya Mexmûrê ji bo tevahî mirovahiyê berxwedaniyek mezin dan meşandin. Ev berxwedanî bu sedem ku ew tirsa çeteya di dilê tevayî mirovhiyê de ava kirî bê şikandin.”

‘Rojnamevan Denîz hewil da berxwedana wargehê û şikandina DAIŞ’ê ragihîne’

Bêrîvan Tûnç da diyar kirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê de rojnamêvanên ku xwestin bibin denge gel bûn hedef û wiha rêz da axaftina xwe: “2014 her ku êrîş li ser gel pêk dihat rojnamêvanên ku dibûn dengê gel û wijdana gel ku weke rojnamêvanek azad heval Denîz jî hewil da têkoşîn û berxwedana gelê wargeha Mexmûrê ya ku da meşandin bi raya giştî re parve bike û her wiha şikandina çeteyên DAIŞ’ê ya li vir tevayî cîhanê re ragihîne. Dîsa piştî heval Denîz, şerê HPG û YJA-STAR’ê yê li hemberî DAIŞ’ê meşandî bi raya giştî re parvekir pêşmergeyên herêma Kurdistanê û hêzên Iraqê yên ku ji ber tirsa DAIŞ’ê reviya bûn mecbur man vegerin ku bi gerîla re parastina vê xetê bikin.”

‘Emê heta dawîyê li ser şopa şehîdên xwe yên rojnamevan bimeşin’

Bêrîvan Tûnç di dawiya axaftina xwe de wek rojnamevan helwesta ku li hemberî deshilatdariyê da diyarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro şûnde jî emê li ser şopa tevayî şehîdên xwe yên rojnamevan bimeşin û heta ku em bikarin kar û xebatê xwe yê rojnamevaniyê bidin meşandin emê berxwedaniya gelê wargeha Mexmûrê li ser şopa heval Denîz, Nujiyan û dehan hevalên xwe yên di vê oxirê de canê xwe dane ji raya giştî re ragihînin.”