‘Rojnamavanên jin li dijî her cure polîtîkayan li ber xwe didin’

Rojnamevan Farqîn Kara ya ji Wargeha Mexmûrê, diyar kir ku hêzên serdest ji bo tunekirina rojnamevanên jin her cureyê polîtîkayên qirkirinê dimeşînin û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinan a li dijî êrîşan.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Rojnamevan û bi taybetî jî rojnamevanên jin ên li seranserê Kurdistanê û cîhanê li dijî polîtîkayên tundî, sansur û zextê têdikoşin, rastî her cure polîtîkayên qirkirinê tên û dibin hedef. Rojnamevanên jin li Tirkiye, Îran û li Başûrê Kurdistanê rastî binçavkirin, girtin, tundî û îşkenceyan tên. Li hemberî van polîtîkayan jî rojnamevanên jin têdikoşin û berxwedaniyek mezin rave dikin.

Rojnamevan Farqîn Kara ya ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), der barê polîtîkayên hêzên serwer ên li dijî rojnamevanên jin û têkoşîn û berxwedaniya jinan de ji ajansa me re axivî.

‘Armanc û hedefa esas a desthilatdariyê her dem jin û civak in’

Farqîn Kara, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanc û hedefa bingehîn a hêzên desthilatdar jin û civak in û wiha got: “Rêber Apo dibêje, ‘dîrok di roja me ya îro de roja me ya îro di dîrokê de veşartiye.’ Ji bo wê dema em baş li dîrokê binêrin û têbigihîjin, hemû kareset û bûyerên ku di roja me ya îro de jî diqewimin em ê baş fambikin û çareseriyan bibînin. Li her devera cîhanê şer, pevçûn, nakoki, protesto, birçîtî û qeyran heye. Bi taybetî dema em li navenda van şer û qeyranan dinêrin, dibînin ku cihên destpêkê li ber çavên me dikevin, welatên Rojhilata Navîn in. Her wiha dema dikevî nav kûrahiya vê jî welatên herî zêde xwedî dewlemendiyên ser erd û bi nerd jî ew welat in. Niha em di nava qeyran û krîzên aborî û siyasî re derbas dibin. Herî zêde jî civak, bi taybetî jî jin bi bandor dibe û zirar dibîne. Dema em li dîrokê binêrin em ê bizanibin ku çima desthilatdariyê bi taybetî jin û civakê hedef digre. Em dikarin bibêjin armanc û hedefa esas a desthilatdariyê her dem jin û civak in.”

‘Li dijî rojnamevanan polîtîkayên tund tên meşandin’

Farqîn Kara, bal kişand ser êrîş û polîtîkayên li dijî rojnamevanan û got: “Di pêvajoya ku em tê de dijîn de, hinek lingên esas ku têkoşîna civakan û gelan bi hêz dikin hene. Yek ji van jî wek tê zanîn ragihandin e. Ji bo wê jî herî zêde êriş li ser vî lingê esasî tên meşandin da ku destkeftî werin têkbirin û tepisandin. Ev polîtîka û êrişên li ser ragihandinê tê meşandin ne tenê li cihekî li seranserê cîhanê di heman çarçoveyê de tên meşandin. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê ev polîtîka bi hûrgiliyên cudatir tê meşandin. Ji girtinê heta îşkenceyan, ji kuştinê heta darvekirinê, gelek bi şêwazên cur be cur hewldana bêdengkirina dengê civakê ango ragihandinê tê dayîn. Bêguman di vir de ferqa zayendî nayê kirin, hem li hemberî rojnamevanên jin hem jî li hemberî rojnamevanên mêr polîtîkayên tund tê meşandin lê em dikarin bibêjin desthilatdariya bi zihniyeta zilamsalar, tola hezaran salan ji jinan digre û ceza û kiryarên tund li hemberî jinan dide meşandin.”

Farqîn Kara, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li seranserê Kurdistanê heman polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd tê meşandin û wiha axivî: “Li çar aliyên Kurdistanê heman polîtîka û êriş di heman çarçoveyê de tên meşandin. Bi dehan rojnamevanên li ser xeta azadiya Kurdistanê dimeşiyan, li Bakurê Kurdistanê hatin qetilkirin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman şêweyî, rojnamevanên rastî û heqîqetê derdixistin holê di şevek tari yan jî nêva rojê de bi awayek hovane hatin qetilkirin û avêtin kuçe û kolanan. Herî dawî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ku nêzî 9 meh in ji aliyê PDK’a ku heman kiryarên dewleta Tirk dimeşine ve hat revandin, bi hincetên bê bingeh 3 sal cezayê girtigehê lê hat birîn. Li Rojavayê Kurdistanê jî di bombebaranên dewleta Tirk a dagirker çend rojnamevan şehîd û birîndar bûn.”

‘Her cihê ku mejiyê mêr ê desthilatdar lê hebe kuştin qetilkirin û şer jê xilas nabe’

Farqîn Kara, diyar kir ku jin ji ber zayend û Kurdbûna xwe tên qetilkirin û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê, bi heman şêweyî bi dehan rojnamevan di girtîgehên rejîmê de rastî îşkenceyan tên, bi dehan rojnamevan hatine darvekirin û li ber darvekirinê ne. Herî dawî ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê hat dayîn. Çima, ji ber ku hem jin bûn hem jî Kurdbûn. Li Xezayê heman şêweyî bi dehan rojnamevanên ku rastî û wehşeta li Xezayê radigihîhin hatin qetilkirin. Ango her cihê ku mejiyê mêr ê desthilatdar lê hebe, kuştin, qetilkirin û şer jê xilas nabe, ev şerê taybet û derûni dibe şerê fizîkî.”

‘Têkoşîn û berxwedaniyek xurt a jinan heye’

Farqîn Kara bi gotinên; “Li dijî van hemû êrîşan têkoşîn û berxwedaniyek xurt a jinan heye” axaftina xwe wiha domand: “Li dijî tiştên li cîhanê diqewimin, herî zêde jin têdikoşin û dibin hêza çareseriyê. Desthilatdariya ku bi hezaran salan e jinan ji bo xwe weke astengî dibîne, êrişê jinan dike. Êrîş û polîtîkayên li dijî me, bi hezaran salan e bi şewazên cuda didome. Ji bo tunekirina jin û gelê Kurd her cure polîtîka tê meşandin lê li dijî van êrîşan têkoşîn û berxwedaniyek xurt a jinan heye. Her ku ragihandina azad bi pêş dikeve û berfireh dibe, êrîş û gefên desthilatdariyê yên tên meşandin jî mezintir û berfirehtir dibin. Berê bi awayekî veşartî rojnamevan dihatin qetilkirin û îşkence li wan dihat kirin lê niha bi awayekî vekirî tên qetilkirin, cezakirin û darvekirin. Hêzên serwer ji bo têkosîna gel û civakan bitepisînin, her tiştê dikin. Lewre divê rojnamevanên jin li dijî hemû cureyên êrişan erk û misyona ku dikeve ser milên wan bigrin û li ber xwe bidin. Ji bo xurtkirina têkoşîna gelê xwe divê rojnamevan bi taybetî rojnamevanên jin xwe kûr bikin û erk û berpirsyariya ku dikeve ser milên wan pêk bînin.”