ROJIN: Medya li şûna aştî û ragihandina rastiyan alîgiriya şer dike

ROJIN’ê, bi daxuyaniyek dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarên sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir û bi gotinên; “Medya li şûna aştî û ragihandina rastiyan alîgiriya şer dike” bang li rêxistinên medyayê yên navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan- Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), der barê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

ROJIN’ê, diyar kir ku weke çapemeniya azad a Kurd wan êrîşên qirkirinê ku di 6’ê Çileyê de li Helebê dest pê kirin û li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê belav bûn bi hewldana dehan rojnamevanên li qadê bi dîmen, wêne û belge rastiyê ragihandine û got ku ev belge sûcên şer eşkere dikin.

ROJIN’ê, ragihand ku çeteyên HTŞ’ê ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekkirin, sivîlên li Helebê înfaz dikin, direvînin û bi darê zorê wan koçber dikin û wiha got: “Du şervanên jin ên YPJ’ê hatin revandin û wekî "xenîmetên şer" hatin pêşkêşkirin. Sivîlên ku ji Reqayê hewl didan derbasî Kobanê bibin hatine qetilkirin.

‘Qeyrana mirovî kûrtir dibe’

Li gel êrîşan, gelek deverên Rojava hatin dorpêçkirin av, elektrîk, xwarin û xizmetên tenduristiyê, bi taybetî li Kobanê hatin qutkirin. Krîza mirovî kûrtir dibe, mirina zarokan rû dide, bi deh hezaran kes neçar man koç bikin û ji ber girtina sînoran alîkarî negihîşt herêmê.

‘Kanalên Ereb û medyaya Tirk mirina sivîlan mîna "serkeftin" pêşkêş kirin’

Di dema ku krîza mirovî berdewam dikir de hinek kanalên Ereb û medyaya sereke ya Tirk mirina sivîlan û wêrankirina mirovî weke "serkeftin" pêşkêş kirin. Tundî bi riya weşanên ku jinan biçûk dixistin û zimanê zayendperest û nefretê bikar dianîn, hat rewakirin. Di vê navberê de, medyaya Tirk bi propagandayê piştgirî da êrîşên ji Helebê heta Kobanê ku Kurdan hedef girtin û bû hevkarê sûcên ku hatine kirin.”

‘Medya li şûna aştî û berjewendiya gel bûye alîgirê şer’

ROJIN’ê diyar kir ku bi vê nêzikatiya weşanê, medya li şûna aştî û berjewendiya gel pêk bîne, bûye alîgirê şer hat gotin ku dezgehên medyayê yên naveroka leşkerî, neteweperest, olî û zayendperest diweşînin hatine eşkerekirin û banga boykotê hat kirin.

ROJIN’ê destnîşan kir ku hinek dezgehên medyaya navneteweyî qirkirin, înfaz, krîza mirovî û koçberiya bi darê zorê ya li Rojava paşguh kirine û wiha hat gotin: “Bûyer weke ‘nakokiyek di navbera du hêzan de’ hatin pêşkêşkirin. Dorpêçkirin, mirina zarokan, êşkencekirina jinan û revandin wekî nûçe nehatin hesibandin. Tenê rewşa girtiyên DAIŞ’ê hate destgirtin.

‘Rojnamevanên Kurd ji bo heqîqetê ji qadên bi xeter rastiyê radigihînin’

Em bang li çapemeniya navneteweyî dikin ku li gorî exlaqê çapemeniyê û nirxên rojnamevaniyê tevbigerin, cesaretê nîşan bidin ku rastiyê bi raya giştî re parve bikin.”

ROJIN’ê da zanîn ku rojnamevanên Kurd ji bo heqîqetê ji qadên bi xeter rastiyê radigihînin û ji medyaya navneteweyî hat xwestin ku rêzê li vê rojnamevaniyê bigrin û agahdariya rast bidin. ROJIN’ê, destnîşan kir ku mirina zarokên di bin dorpêçê de, revandina jinan, qetilkirina Kurdên li Kobanê û Rojava mijarên esasî ne ku bibin nûçe.

ROJIN’ê ji rojnamevanan xwest serdana deverên dorpêçkirî bikin da ku rastiyan ji destpêkê ve bibînin û bi awayekî bêalî rapor bikin û da zanîn ku weke Çapemeniya Azad a Kurd û medyaya jinan, ew ê her dem rastiyan eşkere bikin, sûcên şer belge bikin û nirxên aştî, demokrasî û jiyana hevpar biparêzin.