‘Rojhilata Navîn şahidiya ruhê berxwedaniya Kurd dike’

Endama Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) a Rojava Fatma Lekto diyar kir ku yekrêziya gelê Kurd bi yekîtiya beşên civakê pêk tê û got: “Ruhê Yekîtiyê di Rojava de derket pêş.”

SARA EGÎD

Qamişlo –Yekîtiya Kurdî yek ji girîngtirîn bingehên pêşketin û serkeftina gelê Kurd e. Dîrok nîşan dide dema ku gelê Kurd yek deng û yek ruh bin, dikarin li ber xwe bidin. Û li dijî dijminan rawestin û mafên xwe biparêzin. Yekîtiya Kurd ne tenê mijareke siyasî ye. Her wiha mijarek civakî, çandî û netewî ye jî. Divê gelê Kurd li ser bingehên hevpar ên wek ziman, çand, dîrok û armancên xwe yên hevbeş bixebitin. Bê hebûna yekîtiyê, tu tişt nayê bidestxistin. Lê bi yekîtiyê, gelê Kurd dikare hemû astengiyan derbas bike û daxwazên xwe bi cih bîne.

Endama Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) a Rojava  Fatma Lekto derbarê Yekîtiya Netewî û girîngiya yekîtiya partiyên Kurd de bersiv da pirsên nûçegîhana me.

*Li Rojhilata Navîn şerê Cîhanê yê sêyemîn didome. Di vî şerî de Kurd aktorên sereke ne. Li dijî plan û projeyên hêzên hegemonîk gelê Kurd ji bo mîsogerkirina hebûna xwe li ber xwe didin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Di hundirê Rojhilata Navîn de krîzek berfireh tê jiyîn. Ne tenê li Rojhilata Navîn, her wiha li ser asta cîhanî dîzaynek nû tê kirin, her wiha lêvegereke siyasî jî heye. Bi sedsalan e Rojhilata Navîn her tim bûye qada şer û pevçûnan; pêvajoya ku niha herêm tê re derbas dibe pir hesas e û gelên ku li ber xwe bidin wê biser bikevin.

‘Wê Lozan nebe para gelê Kurd’

Beriya bi sed salî di hundirê Rojhilata Navîn de gelek lihevkirin çêbûn, jinûve herêm hat dîzayînkirin û nexşeriyeke nû hat çêkirin. Lê mixabin Kurdistan parçe bû û wek hebûn her tim rastî hewlên tunekirinê dihat û mafê gelê Kurd di qanûn û destûran de tunebû. Her çend gelê Kurd rastî van plan û projeyan hetibe jî, ev gel bêdeng nemaye, şoreş li dû şoreşê kirine, dawa mafê xwe kirin radestî nepejirandin. Hewlên qirkirin, helandin, pişaftin, gel ji çand, ziman û baweriyên wê yên resen dûrxistin û qutkirin bi taybetî jî baweriya Êzidî ya ku her tim rastî fermana tê, hebûn. Ji pêncî salî û vir ve gelê Kurd xwe nû kir, şoreş li dar xist û bi vê şoreşê re karîbûn maf û hebûna xwe li herêmê mîsoger bikin, çi bibe jî wê dubare Lozan neba para gelê Kurd.

‘Rojhilata Navîn şahidiya ruhê berxwedaniya Kurd dike’

Li Rojavayê Kurdistanê ev15 sal in şoreşek heye, têkoşînek bêhempa tê meşandin, dîsa jî ev şoreş rastî êrîşên dijmin tê. Bi taybet jî êrîşa 6’ê Çileya îsal li ser herêmê bi hemû dijwariya xwe û  şêweyên leşkerî ve herêm bi van êrîşan re rûbirû ma. Ne tenê Rojavayê Kurdisatnê, her wiha Başûr jî heman rewş lê tê jîyîn û Rojhilatê Kurdistanê jî rastî êrîşên gelek dijwar tê, lê gelê Kurd berxwedaniyeke mezin dimeşîne. Bakurê Kurdistanê jî tevahî partî û kesayet li beramber zîhniyeta AKP, MHP’ê têdikoşin. Di hundirê Kurdistanê bi giştî de tevgereke mezin ya berxwedanê heye, her wiha di Rojhilata Navîn de bi ruhê berxwedaniya gelê Kurd ji bo mîsogerkirina maf û hebûna gelê Kurd tevgerek pir mezin heye. Her wiha gel, netew, ji bo hebûna xwe ev gel ked dide.

*Ji bo ku gelê Kurd hebûna xwe biparêze û bibe xwedî statu çi pêwîst dike?

Divê ku bi giştî gelê Kurd têbikoşe da ku statuya xwe biparêze. Ji ber ku ev gel li her çar parçeyên Kurdistanê ne xwedî maf bû, ji bo wê tu statu jê re tunebû. Ji bo hebûna gelê Kurd gelek soz tên dayîn, lê tenê di gotinan de dimînin. Heya niha jî ji bo gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Demkî ya Şamê gelek soz dane, lê di rastiyê de neketiye meriyetê. Pir lihevkirin hatin îmzekirn lê pêk nehatin û hatin binpêkirin, ji bo wê jî em têkoşîna vê dikin. Di Rojavayê Kurdistanê de ev pêvajoya yekemîn e; her çiqas têkoşînek 15 salan heye bedêlên giran jî hatin dayîn, ev têkoşîn û berxwedanî wê pêşeroja gelê Kurd di Rojava de mîsoger bike, her wiha wê bibe xwedî statu.

‘Hikûmeta Şamê ya niha demkî ye’

Bila Hikûmeta Şamê ya niha jî bizanibe ku ew ‘demkî’ ye. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê jî gelek pêşbînî hene. Pêvajoya Entegresyona Demokratîk a ku li hundirê Sûriyeyê tê nîqaşkirin, ji bo gelên Sûriyeyê bi tevahî wê bibe riya çareseriyê, lê belê eger Hikûmeta heyeî qbûl neke wê têkoşîn berdewam bike. 15 salan me li dijî zîhniyeta Baasê têkoşîn kir dîsa jî ev têkoşîn wê bidome. Têkoşîna ku em bidin meşandin wê bi rêbazên cuda be, wê ne çekdarî be. Gelek tevger, rêxistin û sazî  hene dikarin têkoşîna xwe bidomînin, ji ber ku entegresyon ne helandin e, dijminê gelê Kurd dibêje helandin. Ji ber ku ew dixwaze hêviyên gel bişkîne. Em di pêkanîan projeya xwe ya demokratîk de bi îsrar in.

‘Dengê gelê Kurd yek deng e’

Bi êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Kurdisatnê re ev yek hat tekezkirin ku dengê gelê Kurd li her derê di hundirê welat û diyasporayê yek deng e. Ne zarokê Kurdan ne jî gel êdî bindestiyê qebûl nake, ji ber ku civaka Kurd gihîştiye asta ku siyasetê dizane, bêhna azadiyê girtiye. Ev gel di qadên siyasî, dîplomasî û netewî de jî êdî zana ye.

*Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re, pêşî li yekîtiya gelê Kurd vebû. Çima kekîtiya Kurd di vê pêvajoyê de heyatî ye?

Birêz Abdullah Ocalan di hundirê girava Îmraliyê de têkoşîneke bêhempa dimeşîne, da ku civakek azad û aştiyane bê avakirin. Ji bo ku çareserî li hundirê Tirkiyeyê çêbibe bi riya nêrîn, fikir, tezên xwe Rêber Apo gelek gav avêtin. Dîsa ji bo dewleta Tirk jî gelek nêrîn da ji bo ku civakek azad hem li Tirkiyê hem jî li welatên cîran bê avakirin. Lê mixabin ji aliyê dewleta tirk de gavên erenî û berbiçav nehatine avêtin, tenê bi hevdîtinana re sînordar ma her wiha tecrîd sivik kir, lê ji bo mafê hêviyê ne di hundirê parlementoyê de tu gav avêtin ne jî di destûrê de tu guhertin çênekir.

‘Yekrêziya gelê Kurd bi yekîtiya beşên civakê pêkan e’

Divê partiyên Kurdî di nav hev de ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd de projeyek pêk bînin û bi hev re kar û xebatên mezin jî bikin. Yekrêziya gelê Kurd bi partiyan, kesên serbixwe, hunermend, nivîskar, xwendekar, parêzer tevahî beşên civakê pir girîng e, ji bo ku em civakek azad û demokrat ava bikin û civakên derdora me jî bi civaka me ya Kurdî bandor bibe.

 ‘Tezên Rêber Apo çareseriyan peyda dike’

Nêrînên Rêber Apo pir girîng in, ji ber ku ewê bibin çarenûsa tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Emê bi riya nêrînên Rêber Apo di Rojhilata Navîn de bibin pêşengên tevahî gelan ne tenê pêşengên gelê Kurd bin.

*Di mijara Yekîtiya Netewî de, çi rol û mîsyon dikeve ser milê jina Kurd?

‘Jina Kurd aşiqê azadiyê ye’

Dibe ku di tevahiya ciîhanê de, di Rojhilata Navîn de rola jinê hebe, dîsa dibe ku tevgerên jinan hebin. Lê jinên Kurd di fikir û tevgera xwe de, di aliyên xwe yên biyolojîk û fikirî de taybetmendiyên wê yên cuda hene. Jina Kurd aşiqê azadiyê ye, bindestiyê qebûl nake, barê civakê hildigre, ji bo wê jî jin di civaka xwe de dibe pêşeng. Ji dîrokê heya roja me ya îro jina Kurd her tim pêşengtî kiriye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya di 19’ê Tîrmehê de bi ‘şoreşa jinê’ tê naskirin. Tevgerên jinan hatin avakirin wek ‘Yekîtiya Star ku piştre bi Kongra Star’ hat nasîn, mala jinê, kombendên jinan, her wiha di nava tevgerên giştî de jî jinan xwe xweser birêxistin kir, wek Tevgera Ciwanan ku Komeleya Jinên Ciwan xwe birêxistin kir. Di Rêveberiya Xweser de kotaya jinê ji sedî 50î bû û di hundirê Hevpeymana Civakî de jî ciheke mezin ji bo jinan hat veqetandin. Her çend êrîş, plan û projeyên derve jî ku dixwazin em wek gel bên helandin têkoşîna me ne têrker e, divê ku em xwe zêdetir bi rêxistin bikin.

‘Xwerêxistinkirin ji bo gel û jinan pêwîstiyek nebe nabe ye’

 Xwe birêxistinkirin ji bo gelan girîngiyeke û pêwîstiyeke nebe nabe ye. Xwe birêxistinkirin fikirek azad e, ji bo ku jin xwe birêxistin bike aliyên wê yên siyasî, wêjeyî, zanistî pir girîng in. Lazim e ku jin xwe di tevahî saziyan de xûrttir birêxistin bike û em jî piştgiriya jinan bikin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ev yekem yekîne ne ku bi hêza xwe li dijî terora herî mezin a di cîhanê de DAÎŞ’ê liberxwe da û terora wan şikand, jina Kurd pêşengtî kir, ji bo wê jî divê em piştgiriya hêza xwe YPJ’ê bikin û piştgiriya hêza jinê ya dîplomasî bikin da ku em bibin hêz û dengê tevahiya jinan.

‘Jina Kurd bi têkoşîna xwe bû pêşenga gelan’

 Ji pêkhateyên cuda jî jin beşdarî tekoşînê bûne, lê ger em wek jinên Kurd winda bikin jina Ereb wê deh qatî jina Kurd winda bike. Ji ber ku jinên ji pêkhateya Ereb, zêdetir rastî tundiyê tên. Wan rizgarbûna xwe di jina Kurd de dîtin. Jina Kurd pêşengtiya şoreşê kir û pêşengtiya jinên Ereb li Herêma Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê kirin. Em wek jin divê nekevin xefkên xapandin, reşkirin û fesadiyê. Bi ruh, hebûn, ziman û hişmendiya jinan emê civakê ji vê aloziya kûr xilas bikin.

*Wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê di mijara Yekîtiya Neteweyî de xebat û hewldanên we çi ne?

‘Lidarxistina konferanseke netewî ya Kurd pêwîstiyek e’

Ji bo pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin pêwîstî bi lidarxistina konferansekî neteweyî heye. Ev xwesteka tevahî civaka me ye. Ruhê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî di dema êrîşên dijwar li ser herdû taxên Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket pêş. Gelê Kurd bi tevahî endamên xwe ve rabûn ser piyan, piştgiriya şoreşa Rojava kirin. Ji ber ku windakirina destkeftiyên Şoreşa Rojava, windakirina tevahî Kurdistanê ye.

 Xebatên KNK’ê

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gelek kar û xebatên me hene, lidarxistina konferansekî me ji bo wê jî li diyaspora, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de li hemû deveran dest bi civînan kiriye. Her wiha bi kesayet, partiyên Kurdî û rêxistinan re me dest bi hevdîtinan kiriye em nêrîn digirin ji bo ku em konferansa xwe lidar bixin û bibe lêvegera Kurdan, mafê Kurdan mîsoger bike. Gelê Kurd li her deverê bi siya vê konferansê bibin yek hêz, yek deng û yekrêziya xwe îlan bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê lihevkirina partiyan mîsogeriya mafê gelê Kurd e, hemû civak dixwaze bi awayekî aram, aştiyane û demokratîk mafên wan were parastin. Ji bo mîsogerkirina serketinê divê ku partiyên Kurdî yekbûna xwe mayînde bikin. Li dijî hewlên derve bi yek ruhî raberkirina helwestê girîng e.