Rojeva jinên Mexribê îsal jinên Filistîn û Lubnanê ne

Di van rojên ku 16 rojên çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinan didomin de çalakvan û hiqûqnasên Mexribê ragihandin ku ew bi jinên Filistînî û Lubnanê re ne û dê bi çalakiyên behsa wan bikin.

HENAN HARIT

Mexrib- Çalakvan û hiqûqnas Yusra El Berad diyar kir ku jinên li herêmên şer dijîn bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin.

Her sal di 25’ê Mijdarê de pêngava neteweyî ya 16 rojan ku ji çalakiyên têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan pêk tê dest pê dike û di 10’ê Berfanbarê de bi dawî dibe.

Federalîzma Kombenda Mafên jinan bi dirûşma "77 jin û zarok rojane li Xezayê tên qetilkirin. Bombebarana li Lubnanê binpêkirina zagonên navdewletî ye. Êdî bes e kiryarên Îsraîlê rawestînin" dest bi çalakiyên xwe yên neteweyî kir.

Fedralîzma Kombenda Mafên Jinan diyar kir ku destpêkirina pêngava têkoşîna li hemberî tundiyê îsal, bi şermezarkirina bûyerên navdewletî cihên şerên dijwar lê hene dimeşe. Bi taybetî bûyerên li Filistîn û Lubnanê rû didin û teqez kir ku şerê li herêmê qirkirin e.

Di heman demê de biryara dadgeha navdewletî ya girêdayî biryara girtinê li dijî serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoaf Galant bi tewana kiryarên şer û li dijî mirovahiyê pêşwazî kir û bal kişand ku ev biryar weke dîtina zagonên navdewletî yên mirovî ne û wekheviya dewletan li pêşiya zagonê misoger dike.

Mijara çalakiyên 16 rojan jinên Filistîn û Lubnanê ne

Endama Konfedralîzma Kombenda Mafên Jinan Yusra El Berad got: "16 rojên neteweyî yên têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan îsal mijara wê jinên Filistînê û qetilkirin û binpêkirinên rojane ne. Her wiha êrişên li dijî Lubnanê û rûxandina malan û binpêkirinên mafên mirovan bi giştî jî bi taybetî mafên jinan. Tişta li herêmê çêdibe kiryarên mezin in û gihîştine asta kiryarên li dijî mirovahiyê û şerê qirkirin û helandinê. Em weke jin hewl didin bibêjin êdî bes e ji kiryarên hêzên Îsraîlê re û êdî bes e ji qetilkirinên jinan re. Tevî êrişên li dijî Xeza û Lubnanê jî nakokî li Sûdanê jî hene û jin di encama wê de bedêlan didin. Ji ber ku konfederalîzm beşek ji tevgera Mexribî y,e nikare van rojan bi bîr bîne bêyî ku rewşa jinan li van herêman bîne ziman."

Yusra El Berad got: "Biryara ku hatiye girtin hinek hêviyên pêkanîna edaletê dide me lê belê ev nahêle em pirsên mezin der barê rêxistina parastina mafên mirovan de li ser asta cîhanî û herêmî de jî nekin. Li ser asta Mexribê jî gelek zehmetî li dijî jinan derdikevin û girêdayî tundiya zayendî ne."

‘Tevî zagonan jî zihniyeta baviksalar heye û jin weke kes nayên dîtin’

Yusra El Berad di heman demê de got ku rêxistina zagonî li Mexribê bi taybetî zagona kiryaran heta niha li ser zagona sala 1962’an dimeşe û wiha domand: "Tevî ku heta niha 32 sazkirin hene jî lê di felsefe û teşeyê wê de ye. Heta niha zihniyeta baviksalarî dimeşîne û jinan weke kes nabîne. Her dem behsa parastina sîstema giştî û parastina rêxistina malbatê dike û behsa ferdên di hundirê civakê de nake. Zagona 103/13 ya girêdayî têkoşîna li hemberî tundiyê bi pênaseyeke di aliyê navdewletî de nelihevkirî derketiye. Heta niha hê jî rakirina kiryaran li ser komeke dozên civak tê de bi pêş ketine heye û hê jî bi navê zagonan weke kiryar tên hesibandin."

Der barê girîngiya hevgirtina herêmî de jî çalakvan Yusra El Berad destnîşan kir ku tevgera jinên Mexribê û destkeftiyên hatine bidestxistin ne tenê li ser asta neteweyî ne lê belê li ser asta cîhanî ne û tişta niha li cîhanê çêdibe jî pêwîstiya wê bi şermezarkirin û hevgirtinê heye.