Rojbîn Bor: Xweparastin çiqas kolektîf be ewqas encam dide

Rojbîn Bor li ser xweparastinê mînaka Rojava ji bo parastina kolektîf da û got, “Li Rojava ne tenê rêxistineke çekdarî hebû; li wir dibistaneke rizgariya jinan derket holê ku ji hêla îdeolojîk û zanistî ve gihîştiye astek baş.”

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan – Li Tirkiyeya ku tundî zêde dibe û mekanîzmayên parastinê têr nakin, xweparastin wekî rêya herî bibandor a ji bo saxhiştinê û parastina mafê jiyanê derdikeve pêş.

Pêkanîna xweparastinê ku di bersiva tundiya sîstematîk a ku jin pê re rû bi rû dimînin de bipêş ketiye, ne tenê ji bo xweparastina jinan e, di heman demê de bertekek li dijî newekhevî û bêcezatiyê ye. Xweparastin ne tenê ji bo berxwedana kesan an civakan a li hember êrîşên fîzîkî yên li dijî wan e, her wiha ji bo hişmendiya saxmayînê û parastina nasnameya xwe ya li dijî her cûre gefên psîkolojîk û tundiyê ye.

Xweparastin hişmendiyek di têkoşîna hebûnê de derdikeve holê’

Aktîvîsta mafên jinan Rojbîn Bor diyar kir ku xweparastin pirî caran tenê mîna berxwedanek li hember kiryarek fîzîkî tê dîtin. Rojbîn tekez kir ku çarçoveya wê pir berfirehtir e, behsa girîngiya xweparastinê kir û wiha got: “Xweparastin mijarek e ku divê di çarçoveyek berfirehtir de çareserkirin. Xweparastin ne tenê bertekek li hember xetereyek tavilê ye. Ew hişmendiyek e ku di têkoşîna hebûna jinan de derdikeve holê. Ev hişmendî ji bo jinan hem girîng e û hem jî siyasî ye. Di forma xwe ya herî hêsan de, xweparastin kapasîteya takekesek an komekê ye ku li hember gefên li dijî xwe li ber xwe bide. Ev kapasîte carna dikare bi şiklê kiryarek fîzîkî, carna bi şiklê yasayî û carna jî bi devkî be. Ew refleksek e ku ji bo sekinandina li ser lingên xwe tê nîşandan.”

‘Ji bo jinan xweparastin naskirina xetereyê

Rojbîn Bor ragihand ku xweparastin ne tenê reflekseke parastinê ye, bi bîr xist ku di dîrokê de, laşê jinan her tim di bin êrîş û dagirkirinê de ye û wiha pê de çû: “Deng û cihên wan her tim bi tundiyê tên çewsandin. Ew di bin mekanîzmayeke kontrolê ya berdewam de ne. Xweparastin ji me re behsa veguherîna ji bo celebek berxwedanê dike. Ji bo jinan, xweparastin naskirina xetereyê, navlêkirina wê û şiyana helwestgirtina li dijî wê ye, da ku wê helwestê bi dest bixin. Jin li kolanan, li malê, li saziyan, li cihên kar û qadên giştî hewceyî berxwedaneke wiha ne.”

Tundî ji nû ve hilberandina feraseta baviksalar e’

Rojbîn Bor bal kişand ser girîngiya xweparastinê ya di jiyana jinan de û destnîşan kir ku jin di temenê pir ciwan de rastî hemû aliyên tundiyê tên û wiha domand: “Tundiya li dijî jinan ne berhema kesekî/ê ji rê derketî ye, zilamekî ku nikare hêrsa xwe kontrol bike, an jî avahiyek din e. Ew celebek ji nû ve hilberandina tundiya baviksalar û feraseta baviksalar e, ku rasterast ji hêla rêziknameya baviksalar bi xwe ve tê bipêşxistin. Ev bûyerek pir rastîn û rojane ye. Her sal li Tirkiyeyê bi sedan jin tên kuştin. Ev jin ji hêla xizmên xwe yên herî nêzî ve tên kuştin. Jin di nav têkiliyên ku divê pêbawer bin de rastî tundiya sîstematîk tên. Tundî ji bo jinan li kolanê, li malê û di her aliyê jiyanê de xwe ji nû ve hilberîne. Ev hemû jîngehên ku ji bo jinan bêewlehiyê diafirînin û wan neçar dikin ku wê bêewlehiyê birêve bibin. Ev rastiya avahîsaziyê parastina xwe ji bo jinan dike pêdivî. Ev rastî rewşê vediguherîne pirsgirêkek hebûnî.”

Rojbîn Bor di dirêjiya nirxandinên xwe de balkişand ser pêdiviyên xweparastinê û vana wiha anî ziman: “Her çen xweparastin ji bo mêran îstîsna be jî, ji bo jinan pêdiviyek e. Ev newekhevî bi awayekî zelal rave dike ku çima xweparastin daxwazek jinan e. Parastina maf tê wê wateyê ku jin qebûl dike ku laşê wê aîdî wê ye û ew neçar nîne ku ji bo parastina wê xwe bispêre yên din. Ger dewlet, civak, an jî tu desthilatdarî nikaribe vê yekê peyda bike, wê demê mafê jinê yê xweparastina bingehîn, rewa û pîroz e.”

Xweparastina fizîkî tundî Li cihê ku bêhêz tê dîtin zemîn dibîne

Rojbîn Bor tekez kir ku tiştê yekem û herî berbiçav ê xweparastinê, fîzîkî ye û diyar kir ku ji ber vê hişmendiyê, jin her ku diçe hunerên şer tercîh dikin. Rojbîn Bor li ser rêbazên xweparastina fîzîkî wiha axivî: “Ji bilî hunerên şer, deng derxistin, parvekirina pozîsyona xwe bi kesekî nêzî xwe re da ku dema hûn xwe ne ewle hîs dikin ewlehiyê mîsoger bikin û şiyana ku pêşî li xetereyê bigrin hemû girîng in. Ev berxwedana li hember tundiyê di jinan de baweriya bi xwe jî ava dike. Destwerdana fîzîkî, her çend girêdana dawîn a parastina xwe be jî, girîng e. Ji ber ku jinek ku dizane ku ew dikare laşê xwe biparêze, helwesta xwe, meşa xwe û awayê ku deng derdixe diguherîne. Ev ne tenê teknîkek e, her wiha avakirina baweriya bi xwe ya fîzîkî ye. Di heman demê de bandorek pêşîlêgirtinê li dijî tundiyê jî heye. Tundî li cihê ku bêhêz tê dîtin zemînek xurttir dibîne.”

Xweparastina zagonî prosedorên nîşanî

Rojbîn Bor diyar kir ku xweparastina zagonî tê paşguhkirin, kêm tê zanîn û nayê tercîhkirin û nirxandinên xwe wiha domand: “Mekanîzmaya dewletê jinan ji van mafan bêpar dihêle, ev maf tenê li ser kaxezê hene û ew tenê prosedûrên nîşanî ne. Divê jin bizanin. Qanûna Hejmar 6284 a li ser têkoşîna li tundiya li ser jinan çi peyda dike, mafên wan çi ne, gelo ew dikarin fermanên astengkirinê bistînin, gelo ew dikarin doz vekin, prensîba 'daxuyaniya jinê pir girîng e' tê çi wateyê û pêvajoya gilîkirinê çawa dixebite. Tam di vê xalê de bandora civaka sivîl pir girîng e. Rêxistinên civaka sivîl bi awayekî xizmetê dikin ku jinan hêzdar dike, qanûn û mafên ku jinan diparêzin bêtir xuya dike û wan tîne meydanê. Bi vî rengî, ez bawer dikim ku xebata ku hatiye kirin pir hêja ye.”

Rojbîn Bor tekez kir ku jinên ku ji zarokatiyê ve tundiyê paşguh dikin, ji hêla civakê ve wekî “jinên maqûl” têne dîtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bexşandin, lihevhatin, bêdengmayîn, tehemûlkirin û neaxivtin wekî jinek ‘baş’ tê hesibandin. Ji bo jinan, aktîvkirina xweparastinê di çavê civakê de wekî ‘sêhrbazî’ tê dîtin. Patrîkparêzî ne tenê tundiya fîzîkî ji derve bikar tîne; ew ji hundir ve jî dixebite. Li cihê ku têkoşîna jinan xurt dibe, mêr dikarin ferasetek nû biafirînin, bi ferasetek nêçîrvan têgehek nû bipêş bixin û bêjin ‘Ez ê li dijî jinan tundiyê bikar neynim’. Dibe ku li ser rûyê jinê birînên piçûk çênebin, lê ew di her warî de bingehê tiştê ku em jê re dibêjin tundiya psîkolojîk diafirîne:”

Xweparastina kolektîf: Modela Rojava

Rojbîn Bor tekez kir ku qata herî bihêz a xweparastina kolektîf e û destnîşan kir ku sînorkirinên xweparastina takekesî hene. Dema ku hûn xweparastina takekesî dikin, gelek faktorên civakî hene ku dikarin we asteng bikin. Civak dikare we ji ber xweparastina ku hûn nîşan didin şerm bike. Lê gava jin bi hev re rêxistin dibin, ev sînor berfireh dibin. Torên hevgirtinê, zincîrên ewlehiyê yên jinan ên li ser asta taxan, sendîkayên jinan û kombûna saziyî ya jinan hemî şêweyên xweparastina kolektîf in.”

Rojbîn Bor mînakek li ser xweparastina kolektîf da û wiha got: “Modela herî xurt li Rojava tê dîtin. Li Rojava, jinan di hawîrdorek şer de xweparastina ava kirin. Li Rojava ne tenê rêxistinek çekdarî hebû; em dikarin bibêjin ku dibistanek rizgariya jinan derket holê ku ji hêla îdeolojîk û zanistî ve gihîştiye xalek pir baş. Di heman demê de, avahiyên ku dişopînin, diparêzin, li hev dicivin û hewl didin ku di lêgerînek mafparêz de xalek hevpar bibînin, dikarin li Tirkiyeyê û li çar aliyê cîhanê n avakirin û tên avakirin. Ev tam li wir e ku têkoşîna kolektîf wate digire. Ew li ser veguherandina parastina takekesî bo hêzek kolektîf e. Ji ber vê yekê, ew pir hêja û pîroz e.”

Xweparastin çiqas rêxistinkirî be ewqas bibandortir dibe’

Rojbin Bor destnîşan kir ku kolektîfên jinan li hin herêmên Amerîkaya Latîn, Meksîka û Arjantînê xweparastinê peyda dikin. Rojbîn diyar kir ku jin avahiyên kolektîf ên xweparastinê ava dikin, ji ber ku dewlet an di dozên tundiya li dijî jinan de alî nagire an jî aliyê sûcdar digire û mudaxele nake. Rojbîn wiha got: “Jin edaleta xwe peyda dikin. Li Ewropayê, li Almanya, Holanda û welatên Skandînavyayê, xweparastina jinan bi piranî di asta sazûmanî de bi binesaziyek qanûnî tê peydakirin. Lê belê, di nîqaşên femînîst de, rexne hene ku ev ‘tenê li ser kaxezê dimîne’. Mekanîzmayek ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan hê jî nexebitî ye, ji ber vê yekê çi di modela Ewropî de be çi jî li Emerîkaya Latîn be, nexebitîna qanûnê, tenê li ser kaxezê mayîna wê, ji bo jiholêrakirina tundiyê têr nake. Ev rewş xweparastinê li hin deveran mecbûrî û pêwîst dike. Xweparastin çiqas kolektîf, rêxistinkirî, hişmend û pir-qatî be, ew qas xurttir û bibandortir e.”

Xweparastin têkoşîna jinan a ji bo hebûnê ye’

Rojbîn Bor anî ziman ku jin ji hêla hînkirina “jineke baş bêdeng, razî, vekişiyayî, dev ji mafên xwe berdide û xetereyê paşguh dike” ve têne tepeserkirin û wiha bidawî kir: Xweparastin li dijî vê hînkirinê radiweste. Xweparastin ev e ku mirov dengê xwe bilind bike, bêje ‘na’, sînoran deyne û xwedîderketina li beden û hişê xwe bigre nav xwe. Ev hemû şêweyên xweparastinê ne. Li pişt hemûyan heman mijara siyasî heye: jina ku qîmetê dide hebûna xwe û vê nirxê bi têkoşînê nîşan dide. Xweparastin ne bertekek berovajî ye, her wiha têkoşîna hebûnê ye, daxwazek ji bo azadiyê ye. Em ê vê daxwazê bi dengekî bilind, bi awayekî takekesî, sazî û rêxistinî bilêv bikin.”