‘Rojavayek bê nûnertiya jinan û bê artêşek jin ne pêkan e’
Dayîkên nemirên YPJ’ê têkildarê pêvajoya entegrasyonê gotin ku YPJ wek hêzek jinê neyê naskirin, wê ewlehiya jinan neyê mîsogerkirin û azadiya jinan bi qirkirinê re rûbirû bimîne.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Berdevka Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed di hevdîtinek xwe de gotibû ku nîqaşên li ser beşdarbûna YPJ’ê ya li pêvajoya entegrasyonê, hîn berdewam dikin.
Dayîkên nemirên YPJ’ê li bajarê Til Temira Kantona Cizîrê nêrîn û helwestên xwe anîn ziman û piştgiriya xwe bi YPJ’ê re nîşan dan.
‘Nabe ku YPJ di danûstandinan de cih negire û hêza wê paşguh bibe’
Fehîma Ebdilrehman dayîka nemir Arjîn Cûdî ya ku di destpêka Şoreşa Rojava de tevlî karwana nemiran bû ye. Dayîka Fehîma got ku keçên wan beşdarî şoreşê bûne û di Yekîneyên Parastina Jin de, ji bo parastina herêmê cih girtine. Dayîka Fehîma balkişand ser hêza jinan a di parastina axa xwe de û wiha domand: “Ger xwîna keçên me yên li ser vê axê şehîd bûne neyê naskirin û artêşa me ya YPJ’ê di danûstandinan de cih negire, em vê napejirînin. Mînak niha Şengal di xeteriyê de ye, ger jin çekê wan nebe û deynin, ewê çawa li hember vê qirkirin û fermanê xwe biparêzin?”
‘Rojavayek bê nûnertiya jinan û bê artêşek jin ne pêkan e’
Fehîma bi pirsa ku Rojava bê artêşek jin wê çawa xwe biparêze wiha pêl da gotinên xwe: “Rojava bê nûnertiya jinan û artêşa jinê çênabe. Rojavayek bê nûnertiya jinan û artêşek jinan ne mumkine ku têkoşîna wê rast bimeşe. YPJ pêwîst e di nav gel de be û çênabe ji jinan were veqetandin. Divê ku YPJ jî di nav tugayên ku wê QSD ava bike û beşdarî wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bibe de cih bigre û YPJ jî tugayek xweser be. Ne tenê jinên Rojava, jinên giştî Sûriyeyê jî biparêze.”
‘Jin bê parastin mîna ku bê maf bimîne’
Fehîma got ku nabe li vir jin bê parastin bimîne û wiha pê de çû: “Jin bê parastin bimîne tê wateya ku bê maf jî dimîne jî. Piştî 14-15 salên Şoreşê ji bi destxistina nasnameya xwe, naskirina xwe, maf û erkê xwe em ê çawa dîsa bê maf bimînin? Çimkî mafê me yê ku îro me bi dest xistiye dîsa bi çekê hatiye. Çênabe ku îro çeka jinan were girtin an jî bê rol bimînin. Tu yê çawa ji şervanekê re bêje çeka xwe piştî 14-15 sal ji şoreşê deyne? Ev niheqî ye.”
‘A rast ew e ku YPJ li ser asta Sûriyeyê bibe artêşek jinan û naskirî’
Fehîma senaryoyên li perava Sûriyeyê bibîr xist û got ku ger çeka YPJ’ê jê hat stendin, wê jinên Rojava bi qirkirinê re rûbirû bimînin û mînaka wê jî perava Sûriye ye. Dayîka Fehîma wiha domand: “Ez dayîkek 62 salî me, xwe jî wek şervanek YPJ’ê dibînim û ji destpêka şoreşê ve min çeka keça xwe ya şehîd girtiye ser milên xwe. Erê hêzek me ya YPJ’ê heye lê belê em jî YPJ’yî ne.”
Fehîma li gorî pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe û êrîşên li ser jinan zêde dibin,, pêwîstiya jinên Sûriyeyê wiha bilêv kir: “Pêwîst e ku hêza me YPJ li ser asta Sûriyê dîsa jî hebe û jinan biparêze ne ku neyê naskirin û cih nedinê.”
‘Jinên cîhanê çima deyndarê YPJ’ê ne?’
Fehîma wêrekiya şervanên YPJ’ê ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de bibîr xist û got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji hêza şervanên YPJ’ê ditirsiyan. Îro jinên cîhanê jî deyndarê şervanên YPJ’ê ne, ku wan ji terora DAIŞ’ê xilas kiribûn. Heta kêliya xwe ya dawî em ê piştgirên YPJ’ê bin û cûdakirina wan napejirînin.”
‘Ji bo ku jin nasnameya xwe ji dest nedin divê çeka xwe daneynin’
Dayîka Xezal jî baweriya xwe ya bi têkoşîna jinan anî ziman. Xezala Mihemed Tahir got ku jin bê çek nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa jinan ger bê çek bimînin xirab e. Ji ber ku jin fêr bûne ku bê çek nikarin bimeşin. Çek perçeyek ji bedena me ye, em pê hebûn û rûmeta xwe diparêzin, heta em pê nasnameya xwe jî diparêzin. Ji bo ku jin dîsa bindest nebin û mafê xwe biparêzin, pêwîst e têkoşîna xwe dewam bikin û bê çek nemînin.”