QSD: Êrîşên li ser Kobanê hatin têkbirin
QSD’ê têkildarî êrîşên li ser gundewarên Kobanê diyar kir ku êrîş hatine têkbirin.
Navenda Nûçeyan- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê têkildarî êrîşên li ser gundewarên Kobanê, daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin:
“Îro serê sibehê saet di navbera 03.00 û 06.00’an de li eniya Sirrin a li başûrê Kobanê komên Şamê li ser hev 2 êrîş pêk anîn. Li ser êrîşan hêzên me bi cesaretek mezin bersiv dan û êrîş têk birin. Di encama pevçûnan de gelek wesayîtên zirxî û amûrên leşkerî hatin hilweşandin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.
Li eniya Ebû Sarra jî hêzên li dijî karwanekî van koman çalakiyek bi bandor pêk anî. Di encama çalakiyê de ev kom paşve vekişiyane.
Li herêma gundê Xan Mamad jî, hewldana pêşketinê ya dijmin hatiye têkbirin. Dijmin gelek derbên giran xwar û neçar ma xwe vekişîne.
Hêzên me yên QSD û YPJ’ê li hemberî her cure êrîşan tedbîrên xwe zêde dikin û biryardariya xwe ya ji bo parastina gel û xaka xwe careke din diyar dike. Derbarê pevçûnan de wê hurgilî piştre werin parvekirin.”