Rojava; Dema sînor hildiweşin

Tevgera girseyî ya Kurdan ji Bakur, Başûr û Rojhilat ber bi Rojava ve ji bertekek demkî bêtir e. Ew nîşana vegera mijara Kurd ji bo kêliyek dîrokî-siyasî û hilweşîna sînorên ferzkirî ye.

ŞÎLAN SEQIZÎ

Navenda Nûçeyan-
Tiştê ku îro di çalakiya kolektîf a hişmend a Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat de li hember Rojava qewimî, nikare tenê di çarçoveya bertekek leşkerî an jî sempatiyek demkî de were şîrovekirin. Ev bûyer nîşana hatina kêliyek kûrtir, dîrokî-siyasî ye; kêliyek ku dîroka çewsandî, bîra kolektîf û îradeya çalak a neteweyek careke din vedigere qada siyasî. Demên wiha ew xal in ku "mimkun" ji dilê "serdest" derdikeve û pergala damezrandî dipirse.

Di çarçoveya dîrokî ya Rojhilata Navîn de sînor, bûne berhema peymanên kolonyal, hevsengiyên hêzê û mantiqa dewletên netewe yên otorîter. Her çiqas van sînoran erdnîgarî perçe kiribin jî, qet nekarîne têkiliyên jiyanî, ziman, bîr û ezmûna hevpar a Kurdan bi tevahî qut bikin. Ji ber vê yekê, di kêliyên gefên hebûnî de, ev sînor fonksiyonên xwe yên sembolîk û hegemonîk winda dikin û dibin sedema cureyek hevgirtina nasnameya navneteweyî; hevgirtinek ku ne ji jor ve, ji hundirê civak û dîroka Kurdistanê çêdibe. Di heman demê de, Rojava ne tenê bûye erdnîgariyeke nakokî, di heman demê de bûye qadeke îhtimala dîrokî; îhtimaleke ku siyaset ji monopola dewletan tê derxistin û wekî xwerêveberî, hevjiyana cudahiyan, afirandina rolên jinan û parastina gel tê pênasekirin. Ji ber vê yekê, êrîşa li ser Rojava divê wekî êrîşeke li ser modeleke siyasî ya alternatîf were dîtin. Hewldanek ji bo jiholêrakirina îhtimaleke ku dikare rêziknameya herêmî ya serdest di warê rewatî û wateyê de bike krîzê. Ji vê perspektîfê ve, çalakiya Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat di parastina Rojava de ne tenê bersivek ji bo gefên derveyî ye, di heman demê de ragihandina hebûna mijareke dîrokî ye jî. Mijarek ku piştî dehsalan înkar, dabeşkirin û zordariyê, careke din xwe wekî aktorekî siyasî nas dike. Ev pêşgotin hewldanek e ku vê kêliya dîrokî di kûrahiya wê ya felsefî û siyasî de were fêmkirin. Kêliyek ku dîrok, siyaset û laşên rastîn ên mirovan li hev dicivin û îhtimala pêşerojek cûda pêşkêşî me dikin.

Kêliya dîrokî sînoran derbas dike

Di vê kêliya dîrokî de, Rojava bûye qonaxek ku hilweşîna sînorên ferzkirî bi vegera mijara Kurd a dîrokê re hevûdu dibire. Sînorên ku li dijî çalakiya kolektîf a Kurdan hatine ferzkirin, fonksiyona xwe ya hegemonîk winda dikin, rê li ber girêdanên zindî, bîra dîrokî û berpirsiyariya hevpar vedikin.

Di vê çarçoveyê de, çalakiya kolektîf a hişmend a Bakur, Başûr û Rojhilat a ber bi Rojava ve nîşana ji nû ve derketina holê ya mijara dîrokî ye; mijarek ku bi dehan salan di pozîsyona objeyek siyasetê de hatiye girtin û niha xwe wekî mijarek çalak di kêliyek tehdîda hebûnê de nas dike. Ev vegera têketinek hişmend a nav dema niha nîşan dide ku di hundurê xwe de îhtîmala pêşerojê dihewîne.
Wekî qadeke dîrokî ya îhtîmalê, Rojava cihek e ku siyaset ji monopola dewletan tê derxistin û bi awayê xwerêveberiyê, hevjiyana cudahiyan û parastina gel ji nû ve tê pênasekirin.

Di vê wateyê de, hilweşîna sînoran ne tenê bûyerek erdnîgarî ye, bûyerek felsefî-siyasî ye; kêliya ku dîrok ji nû ve tê vekirin û mijara ku divê were rakirin careke din di nivîsa siyasî de tê nivîsandin e. Îro, Rojava navê vê kêliyê ye; kêliya ku sînor paşve diçin û dîrok ji jêr ve ji nû ve dest pê dike.

Sînorên ku berhema peyman, şer û rêziknameya kolonyal a sedsala 20’an in, di kêliyek tehdîda hebûnê de fonksiyona xwe ya hegemonîk winda dikin û rê didin tiştê ku dikare wekî "sînorên nasname-dîrokî" were binavkirin.

Ev sînor di bîra kolektîf, ezmûnên jiyanî û hestek berpirsyariya hevpar de têne xêzkirin. Dema ku civatek dîrokî hîs dike ku hebûna wê ya siyasî û çandî û îhtîmala pêşeroja wê di xetereya ji holê rakirin, bindestkirin an tunekirinê de ye, bersiva wê tenê bi hestê nayê kêmkirin. Tiştê ku çalak dibe cureyek çalakiya kolektîf a rasyonel-ehlaqî ye; çalakiyek ku ji hêla têgihîştinek hevpar a xetereyê, bîranînek dîrokî ya zilmê û hişmendiya encamên têkçûn an bêdengiyê ve tê xurtkirin. Di rewşek wisa de, parastina Rojava dibe parastina "xweya dîrokî" û îhtîmala berdewamiya wê. Ji vê perspektîfê ve, çalakiya kolektîf a hişmend a Bakur, Başûr û Rojala ji bo parastina Rojava divê wekî vegera rastiyek dîrokî ya tepeserkirî li qada siyasî were dîtin. Vegera tiştekî ku bi dehsalan bi rêya înkar, dabeşkirin û sînordarkirina bi zorê hatiye marjînalîzekirin, îlankirina hebûna mijarek kolektîf e ku dixwaze dîroka xwe ji objekta siyaseta herêmî ber bi mijara çalakiya siyasî ve bibe.

Li ser astek din, ev diyarde valatiya di navbera rewatiya qanûnî ya sînoran û rewatiya wan a civakî-dîrokî de nîşan dide. Dema ku dewlet û hêzên wan ên wekîl - di nav de Dewletên Yekbûyî, Tirkiye, Îsraîl, DAIŞ û Tehrîr el-Şam - hewl didin ku rêziknameya heyî bi rêya tundiyê xurt bikin, çalakiya kolektîf a Kurdan tekez dike ku rewatiya rastîn ne ji zorê, ji qebûlkirina kolektîf û şîrovekirina dîrokî derdikeve. Ji ber vê yekê, ev tevgera hişmend dikare wekî nîşanek were dîtin ku têkoşîna Kurdan ketiye qonaxek ku siyaset hewldanek hişmend e ji bo ji nû ve pênasekirina sînoran, nasnameyê û pêşerojê di asta navneteweyî de.
Rojava: Qadeke îmkanên dîrokî û siyaseta alternatîf

Di deh salên dawî de, Rojava hêdî hêdî ji erdnîgariyek nakokî veguheriye qadeke îmkanên dîrokî; qadeke ku siyaset li ser bingeha çalakiya civakî, xwerêxistinkirin û ji nû ve pênasekirina kolektîf tê avakirin. Xwerêveberiya herêmî, hevjiyana etno-olî, rola sereke û têkder a jinan di hêza siyasî û sîstema parastinê de û piştgirtina li ser parastina gelêrî ya nenavendî ew pêkhate ne ku Rojava vediguherînin modelek siyasî ya alternatîf li Rojhilata Navîn a tijî krîz e. Modelek ku mantiqa otorîter, komkirina hêzê û jiholêrakirina cudahiyan dipirse. Di vê çarçoveya teorîk de, Rojava ne tenê ceribandinek di rêveberiyê de ye, pirsek felsefî ya siyaseta serdest e jî. Gelo gengaz e ku civak li derveyî mantiqa dewleta neteweyî ya navendî were rêxistinkirin? Gelo ewlehî dikare ne bi rêya tepeserkirinê, bi rêya beşdariya civakî û hevgirtina di navbera cudahiyan de were hilberandin? Bersiva pratîkî ya Rojava ji van pirsan re ew kiriye xalek hesas di hevkêşeyên herêmî de. Ji vê perspektîfê, êrîşên komên wekîlên Tirk nikarin tenê di warê gefên ewlehiyê an pêşbaziya axê de werin şîrovekirin. Di astek kûrtir de, ev êrîş hewldanek rêxistinkirî ne ji bo tunekirina îhtîmalek dîrokî; îhtîmalek ku ger were xurt kirin, dikare modelek alternatîf a siyaset, hêz û hevjiyana hevbeş li herêmên din ên bindest belav bike û rêziknameya herêmî ya serdest bi krîzek rewatiyê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê, parastina Rojava ne tenê bi parastina bajarek, xêzek têkiliyê, an jî projeyek herêmî ve sînordar e. Ev parastin, di rastiyê de, parastina îhtîmala pêşerojê ye; pêşerojek ku tê de siyaset dikare ji monopola dewlet û artêşan xilas bibe û vegere qada beşdariya rasterast a civakî.

Ji hêla dîrokî ve, Rojava kêliyên ku pergala kevin li hember jidayîkbûna pergala nû li ber xwe da tîne bîra xwe. Ezmûnên bi vî rengî di dîrokê de nîşan didin ku dema ku alternatîfek rastîn di nav sînorên pergala serdest de derdikeve holê, bersiva hêzên navendî ne diyalog e, tasfiye ye. Ji vê perspektîfê, şîdeta li ser Rojava tê kirin divê wekî pêşandana hêzê neyê dîtin, wekî nîşanek tirsa avahîsaziyê ya belavbûna modelek siyasî ya îlhambexş. Ji ber vê yekê, Rojava qada şer a du mantiqên dîrokî ye: mantiqa mayîndebûna rejîmên otorîter û mantiqa jidayîkbûna siyasetek ku ne di dubarekirina rabirdûyê de, di îmkanên nû de li pêşerojê digere.

Sînorê Aşûr-Sêmalka: Ji mantiqa aboriya sînor heta ehlaqa derbasbûnê

Bi derbasbûna salan re, sînorê Sêmalka li Başur ji xalek derbasbûnê ya erdnîgarî bêtir bûye. Ew bûye sembola aboriya sînor û rêveberiya siyasî, qadeke ku bazirganî, hevsengiyên partî, kontrola ewlehiyê û burokrasiya transîtê li ser mantiqa tevgera mirovan disekine. Mîna gelek sînorên ferzkirî li herêmê, ev sînor ne li ser bingeha girêdanên civakî, li ser bingeha hesabên hêzê, berjewendiyên aborî û berçavgirtinên jeopolîtîk hatiye avakirin. Lê belê, Sêmalka niha şahidiya cureyek rawestandina fonksiyona xwe ya klasîk dike. Herikîna dilxwazên Kurd ji Rojhilat - ku ew bi xwe di bin zexta tundî û ewlehiyê ya rejîma Îranê de ne - ber bi Başur ve ji bo parastina Rojava, tevî atmosfera leşkerî, zordariya ewlehiyê û lêçûnên giran ên kesane, nîşan dide ku sînor êdî ne tenê xalek derbasbûnê ye ji bo destûrên fermî. Ev çalakiya kolektîf di heman demê de berxwedana xwînî ya gelê Rojava li dijî rejîma Îranê û berxwedana Rojava li dijî hêzên Tekfîrî diyar dike. Di vê kêliya dîrokî de, sînor dibe cihê derbasbûnek pabendbûnê. Xelk ne ji bo qezenca aborî, ji bo bersivdayîna bangek ehlaqî, siyasî û dîrokî tevdigerin, hay ji xetereyê hene; ev kiryar sînor ji xêzek erdnîgarî bilind dike, zeviyek hevgirtinê û berpirsyariya hevbeş a Kurdan.

Di çarçoveya analîtîk a vê nivîsê de, em dikarin behsa diyardeyek bi navê "moralîzasyona sînor" bikin. Rewşek ku mantiqa qezenc û hesabên lêçûn-sûdê bi mantiqa berpirsyariya kolektîf ve tê guhertin. Di rewşek wisa de, sînor êdî ne amûrek ji bo rêxistina desthilatdariyê ye, zeviyek e ku nirx lê tên ceribandin; kî li kîjan aliyê dîrokê radiweste û heta çi radeyê amade ye ku bedelê bide. Ev veguherîna di fonksiyona sînor de dikare wekî nîşanek ji kûrahiya di navbera serweriya fermî û rewatiya ehlaqî de were dîtin. Dema ku avahiyên partî û îdarî hewl didin ku sînor di nav mantiqek kontrolê de bihêlin, kiryarên dilxwazên Kurd nîşan didin ku rewatiya rastîn a derbaskirina sînor ne ji destûrnameyan, ji pêwîstiya dîrokî ya parastinê derdikeve. Di vê wateyê de, Sêmalka dibe xalek ku siyaset ji asta teknokratîk a rêveberiyê derbas dibe û dighîje asta hilbijartina ehlaqî.

Ji ber vê yekê, derbasbûna ji Sêmalka ne tenê wekî tevgereke fîzîkî, di heman demê de wekî kiryareke sembolîk jî dikare were dîtin. Kiryarek ku sînor êdî ji amûrek ji bo xurtkirina rêziknameya heyî dûr dikeve û dibe cihê şikestina wê, ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera mirovahiyê, dîrokê û berpirsiyariya kolektîf de.

Bakur - Nisêbîn û Qamişlo: Sînorek ku qet nayê navxweyîkirin

Xeta sînor a di navbera Nisêbîn û Qamîşloyê de, berhemeke rasterast a peymanên kolonyal ên sedsala 20-an û mantiqa dabeşkirina axê ya li ser bingeha hevsengiya hêzê bû. Mîna gelek sînorên li Rojhilata Navîn, ev sînor li ser laşê erdnîgariyeke zindî hatiye xêzkirin; bêyî ku têkiliyên xizmtiyê, çandî, zimanî û biyocografîk ên gelê xwe li ber çav bên girtin. Ji ber vê yekê, her çend ev xet li ser nexşeyan hatiye sabîtkirin jî, ew qet wekî "sînorek rastîn" di bîra kolektîf a Kurdan de nehatiye navxwekirin.

Divê tevgera niha ya Kurdan ji Nisêbînê ber bi Qamişloyê di vê çarçoveya dîrokî de were fêmkirin. Ne wekî derbasbûna sînorek neteweyî, wekî ji nû ve avakirina girêdanek dîrokî ya qutkirî. Ev çalakî vegera bo erdnîgariyekê nîşan dide ku berî dabeşbûnên kolonyal yekîneyeke civakî û çandî pêk aniye. Li vir, tevgera laşan wateyek wêdetir ji cihguherîna fezayî hildigre. Ew tevgerek e ku valahiya ferzkirî di navbera dîroka fermî û ezmûna jiyanî ya gel de dipirse. Di vê xalê de, teoriya "neteweya jiyanî" dikeve dewrê. Teoriyek ku neteweyê ne wekî encama pênaseya qanûnî ya dewletan, wekî avahiyek ku di jiyana rojane, bîra kolektîf, ziman, êş û berxwedana gel de pêk tê dibîne. Di vê wateyê de, netewe berî ku bibe hebûnek qanûnî, rastiyek civakî ya jiyanî ye. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Bakur, Rojava ne "ji sînor wêdetir" e, dirêjkirinek xwezayî ya mal, dîrok û îhtîmala jiyana kolektîf e.

Tiştê ku li Nisêbîn-Qamişlo diqewime, pevçûnek di navbera rêza sembolîk a dewleta neteweyî û rêza jiyanî ya civakê de ye. Dewlet hewl didin ku nasnameyê bi destnîşankirina sînoran kontrol bikin. Lê belê, kiryarên gel nîşan didin ku nasname şil e û li hember formên qanûnî berxwedêr e. Dema ku têgihîştina "malê" ji mantiqa belgeyên fermî derbas dibe, sînor êdî nabe amûrek ji bo xurtkirina serweriyê û dibe nîşana lawaziya wê. Di vê wateyê de, Nisêbîn û Qamîşlo ne tenê du aliyên xêzek erdnîgarî ne; ew di heman demê de cihê pevçûnek di navbera du vegotinên dîrokî de ne: yek ku neteweyê wekî berhema peymanekê dibîne û ya din ku wê wekî encama jiyana hevpar, êş û berxwedanê dibîne. Serkeftina her yek ji van vegotinan ne tenê çarenûsa sînorek, di heman demê de asoyên pêşerojê yên siyasetê li vê erdnîgariyê jî diyar dike.

Tehrîr El Şam û Tirkiye: Şerekî bi wekalet li dijî nasnameyê û siyaseta îhtimalê

Di asta jeopolîtîk de, Tehrîr El Şam nikare wek aktorekî ne-dewletî an komeke terorîstî ya cuda ji avahiyên hêza herêmî were fêmkirin. Ev hêz di rastiyê de, amûrek stratejiyeke dewletê ya rêxistinkirî ye ji bo sînordarkirina xweseriya Kurdan, pêşîgirtina li belavbûn û vegirtina modela siyasî ya Rojava û ji nû ve hilberandina rêziknameya leşkerî-ewlehiyê ya Enqerê li ser sînorên wê yên başûr. Di vê çarçoveyê de, tundiya Tehrîr El Şam ne tesadufî ye û ne jî bi tevahî îdeolojîk e, beşek ji endezyariya siyasî ya bêaramiyê ye. Armanca wê ya dawî, bêbandorkirina her alternatîfek siyasî ya li ser bingeha civakê li herêmê ye. Ji vê perspektîfê ve, pevçûna heyî nikare wekî şerek klasîk di navbera du hêzên leşkerî de were hesibandin. Tiştê ku diqewime şerekî di navbera du mantiqên siyasî yên nakok de ye. Ji aliyekî ve mantiqek ewlehiyê ya navendî-dewletê ku siyasetê kêm dike kontrol û bersivê û hebûna xwe bi rêya monopola tundiyê didomîne; ji aliyê din ve, mantiqek rizgarker, navendî-civakî ku siyasetê wekî çalakiya kolektîf, xwerêxistinkirin û ji nû ve pênasekirina hêzê ji jêr ve fam dike. Di vê pevçûnê de, Tehrîr el-Şam amrazek e ji bo redkirina îhtîmala siyasî ya ku Rojava temsîl dike.

Vegera "me" li siyasetê: Ji belavbûna dîrokî bo mijara kolektîf

Di vê çarçoveyê de, tevgera Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat ber bi Rojava ve wateyek ji seferberiya parastinê wêdetir digre. Tiştê ku em îro dibînin vegera "me"yek dîrokî ye bo sehneya siyasî; "Me"yek ku berî avakirina dewletên nûjen hebû, bi sînorên ferzkirî nehatibû rakirin û di her kêliya gefên hebûnî de xwe ji nû ve ava dikir. Ev "Em" ne nasnameyeke abstrakt e, mijareke dîrokî ye ku di ezmûna hevpar a zilm, berxwedan û hêviyê de hatiye şekilkirin. Parastina Rojava kêliyek damezrîner e. Kêliyek ku siyaset careke din vedigere asta laşên mirovan ên rastîn. Di vê kêliyê de, dîrok dibe bîranînek zindî, felsefe ji abstraksiyonê dûr dikeve û siyaset ji rêveberiya burokrasiyê ber bi çalakiya kolektîf a hişmend ve diçe. Ev kêlî dikare wekî xala ku mijara bindest ji rewşa "mijara siyasî" derbasî rewşa aktorê siyasî dibe were dîtin. Şîdeta bi wekalet a li dijî Rojava tê kirin, di rastiyê de, hewldanek e ku vê veguherînê asteng bike. Hewldanek ji bo misogerkirina ku "em" qet wekî hêzek ji bo dîrokê xwe-hişmendî bi dest nexe. Lê belê, ji nû ve hilberandina vê "em" a di nav tevgera transneteweyî ya Kurd de nîşan dide ku projeya tunekirinê her gav bi paradoksa xwe re rû bi rû ye. Çiqas çewsandin mezintir be, îhtîmala hevgirtinê ewqas objektîf û hişmendtir dibe. Ji ber vê yekê, têkoşîna îro ne tenê li ser ax û sînoran e, li ser mafê diyarkirina pêşerojê ye jî. Pêşerojek ku an dê di nav mantiqa ewlehiyê ya dewletan de asê bimîne an jî dê li ser asoyê siyasetek rizgarker û civak-navendî vebe.