Roja 3’yemîn a qeyûman: Şaredarî bûn qereqol gel li ber xwe dide.
Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku qeyûm avêtin ser wan, bi bariyerên polîsan hatin dorpêçkirin, li ketina şaredariyan kamerayên mobeseyê hatin bicihkirin. Berxwedana gel a li ber şaredariyên ku veguherîn qereqolan berdewam dike.
Navenda Nûçeyan- Bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 4’Cotmehê de li çaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Piştî biryara qeyûm gel û siyasetmedar ji bo ku dest bi çalakiyên protestoyî bikin daketin kolanan û bi êrişên polîsan ve rû bi rû man. Di roja 3’yemîn a tayînkirina qeyûman de li 3 bajaran çalakiyên protestoyî berdewam dikin.
Qeyûmên ku di roja ewil de ketin awahiya şaredariyê karê wan ê destpêkê dorpêçkirina şaredariyê bû.
Mêrdîn
Qeyûmê ku tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, karê wî yê destpêkê ew bû ku di ketina avahiya şaredariyê de kamerayên mobese bi cih bike. Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ji kar hatin avêtin û waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun hat tayînkirin, qada ku avahiya şaredariyê lê bû veguherî qereqolê. Qeyûm kameraya ewlehiyê ya li ber şaredariyê rakir li şûna wê mobese bi cih kir. Di heman demê de TOMA li ber şaredariyê û li baxçeyê wê tên sekinandin.
Baroya Mêrdînê jî di çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li dijî binpêkirinan stand vekir. Serokê Baroyê Ahmet Duyan bang li hiqûqnasan kir ku li dijî bûyerên qewimîne dengê xwe bilind bikin.
Li ber şaredariyê berxwedana Mêrdîniyan berdewam dike.
Xelfetî
Çalakiya nobetê li ber şaredariya Xelfetiyê ku biryara qeyûm tê şermezarkirin, ji aliyê gel ve hat destpêkirin didome. Li aliyê din di çerçoveya lêpirsinê de serdozgeriya komarê ya Rihayê danê sibê li gelek taxên Rihayê, di serdegirtina malan de 8 kes binçav kirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya “Endamtiya Rêxistinê” û “li hemberî memûrê erkdar derketine” hatin binçavkirin. Li aliyê din hat destnîşankirin ku ji bo kesên din jî biryara binçavkirinê heye û tê gotin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.
Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Endamê Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê Burçîn Satici, Azîz Çetîntaş, Kerem Bîlgen, Davut çakmak, Yusuf Aslan, Mahmud Demîr, Serhat Topkan, Yilmaz Bîngul. Êlih
Li Êlihê berxwedana li dijî qeyûman berdewam dike, banga tevilbûna meşa ku wê li sê baskan bê organîzekirin hat kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, alîkarên hevserokên giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenter Sumeye Boz, Mahmud Dundar, Ceylan Akça, Omer Faruk Hulaku, Sebahat Saritaş, Serhat Eren, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevserokê giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayndir dê beşdar bibin.