Rohilat Efrîn: Ji bo Rojava derkevin qadan

Fermandara YPJê Rohilat Efrîn, ji bo meşa ku li Ewropayê bê lidarxistin bang kir û got:"Divê jin û ciwanên Kurd hemû bibin yek. Bi îradeya xwe berê xwe bidin Rojava. Roj roja xwedîderketina li rûmet, azadî û xakê ye."

Navenda Nûçeyan- Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Di vê dema ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan beşdarî bangên seferberiyê dibin de, fermandarên YPJ'ê jî li kêleka gel parastina xwe bajarên xwe didomînin.

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, li ser navê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da û ji bo Kurdên li derveyî welat û der barê meşa ku dê îro saet 17:00`an li bajarê Dortmund ê Almanyayê bê lidarxistin de, bangewazî kir.

Rohilat Efrîn diyar kir ku bi navê Fermandariya YPJ`ê û tevahî şervanên li Rojavayê Kurdistanê, meşên bihêz ên gel ên li Ewropayê bi dil û can silav dikin.

Rohilat Efrîn bang li gelê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re hemû dakevin qadan, tevlî meşê bibin û wiha got: “Rojava bi meş û germahiya we, bi tenê nema. Bila hemû ciwan û jinên Kurd bi dengekî, bi rih û îradeyê berê xwe bidin Rojava. Ev roj û demên rûmet, azadî û xwedîderktina li axa xwe ne. Em ê li hemberî dijminên xwe jiyan û îradeya xwe ya azad biparêzin û vê yekê daxwaz dikim, dûrî provokasyonên ku di meşan de tên kirin, bikevin.”