‘Rizgariya ji Talîbanê bi têkoşîn û cesaretê pêkan e’
Derûnînas û parêzvana mafên mirovan Yelda Ahmed got: “Rizgariya ji Talîbanê yan jî rejîmek zordar a din, azadiya ji ber fermana xwîn û hovîtiyê tenê bi têkoşîn, berxwedan, cesaret û durustiyê pêkan e lewre dermanê êşan têkoşîn e.”
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Di rojên dawî de Talîbanê berê xwe daye jinên li rojavayê Kabîlê dijîn. Gelek jin hatine girtin û wan birine cihên nayên zanîn. Der barê zarokên keç ên li ber çavên malbatên xwe hatine revandin de hê jî tu agahî tune ye.
Talîban bi hinceta “Li gorî şerîetê lixwenekirina cilan” jinan digre lê gelek ji wan zarokên keç ên ji kolanan hatine revandin, li gorî ku Talîban dixwaze cilan li xwe dikin. Kesên ku bûne şahidên revandinê dibêjin: “Hinek ji wan jinan fîlm dikişandin, dema ku Talîbanê fam kir, dest bi girtina wan kir.”
Li gorî daneyên hatine weşandin, di du rojan de ji kolanan nêzî 100 jin hatine revandin. Hinek ji wan bi ekfalet an jî bi beramberî dayîna pere hatin berdan lê der barê aqubeta zêdetirî wan de tu agahî tune ye.
Jinên ku berê ji girtîgehên Talîbanê hatin berdan-dixwazî bi hinceta ku serê xwe negirtine dixwazî jî bi sedemên din-gotin ku rastî îşkence, destdirêjî, lêdan û tazîkirinê hatine loma travmayên mezin dijîn.
Heman rejîm heman kiryar…
Ger hûn li dîroka welatên îslamîst û rejîmên dijminên jinan binêrin hûn ê bibînin ku şîdeta îro li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan tê kirin li wan welatan jî hebûye. Rejîma molayan a li Îranê jî yek ji wan mînakan e. Talîbanê di demên destpêkê yên desthilatdariya xwe de îlan kiribû ku bi rejîma Îranê re “modela wan yek e.” Bi rastî di sûcên li hemberî mirovahiyê û dijminahiya li hemberî jinan de mutefîk in.
Têkildarî girtina mirovan derûnînas û parêzvana mafên mirovan Yelda Ahmed daxuyaniyek da û bertek û hêrsa xwe ya li dijî kirinên Talîbanê yên li ser jinan anî ziman. Yelda Ahmed wiha got: “Dermanê êşan têkoşîn e. Koma Talîbanê ya dijminê jinan, ji dema hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha jinan hedef digre. Ji aliyekî ve dibistan û zanîngeh hatin girtin, xebata jinan hat qedexekirin, salonên bedewiyê hatin girtin, destûr nedan jin biçin park, cihên şahiyê û derkevin kolanan. Li aliyê din deng û hebûna jinan sûc hat dîtin, cilên girtî hatin ferzkirin, ferman hatin derxistin ku bêyî mêrê xizmê wan be jin dernekevin kolanan.”
‘Talîban ji berxwedana gelê Efgan ditirse’
Yelda Ahmed bal kişand ku yekîneya Talîbanê ya bi navê “Emr-î Bil Ma’ruf” (Fermankirina dilpakiyê) bi taybetî li herêmên rojava yên Kabîlê jinan girtiye û wiha domand: “Van rojan komên Emr-î Bil Marûf ên Talîbanê, bi taybetî li hinek xalên rojavayê Kabîlê gelek jinên ku jixwe cilên girtî li wan in digrin. Wan jinan bi sûcdariyên ‘lixwekirina ne guncaw’ tên girtin. Em hemû dizanin ku Talîban, ji berxwedana gelê Efgan-bi taybetî jinan- ditire. Ji ber vê yekê ji bo pêşî li têkoşîna wan bigre hewl dide tirs û xofê çêbike.”
‘Jinên Efgan tevî girtin îşkence tecawiz û mirinê jî têkoşîna xwe domandin’
Yelda Ahmed wiha bi dawî dike: “Ez jinek e Efgan im, baweriya min bi jinên cesur û berxwedêr ên gelê min heye. Di dîrokê de gelek caran ev îsbat bûye; bi taybetî di çar salên dawî yên desthilatdariya Talîbanê de. Jinên Efgan tevî girtin, îşkence, tecawiz û mirinê jî têkoşîna xwe domandin. Hem bi eşkerayî hem jî bi awayê veşarî têkoşiyan. Jinên Efgan ên zana ji vê bawer dikin: Rizgariya ji Talîbanê yan jî rejîmek zordar a din, azadiya ji ber fermana xwîn û hovîtiyê tenê bi têkoşîn, berxwedan, cesaret û durustiyê pêkan e lewre dermanê êşan têkoşîn e.”