Rîhan Loqo: Armanc beşdariya jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye
Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo ku di şandeya hevdîtina bi rêveberiya demkî re cîh digre, destnîşan kir ku armanca wan cîhgirtina jinan a di destûra nû ya Sûriyeya nû de ye.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di 26’ê Nîsana 2025’an de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat lidarxistin. Piştî şêwiriyên di navbera aliyên beşdarî koferansê de bûne, li gor biryara konferansê ya pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî ya ji bo diyaloga bi hikûmeta Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re, derbarê Sûriyeyê û doza Kurdî de şandeyek hat avakirin. Di şandeyê de Hevserok û Berpirsên Partiyên Siyasî jî di nav de 9 kes cîh digirin.
Yek ji wan jî, Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo ye. Rîhan Loqo têkildarî armanca avabûna şandeyê û tevlîbûna jinan a li Destûra Sûriyeya nû, ji ajansa me re axivî.
‘Bi pêşengiya jinan destkeftiyên şoreşê hatin parastin’
Rîhan Loqo bi bîr xist ku piştî hilweşandina Rêjîma Baasê, Sûriye derbasî qonaxek nû bûye û wiha axivî: “Ji destpêka şoreşê heya îro, di pêşengtiya jinan û gelan de çalakiyên girseyî, xwepêşandan ji pêşengiya şoreşê re hatin kirin. Ev pêşengî, ji bo guhertin û veguhertinên mezin bên jiyîn û di nava van guhertinan de avakirina civakek demokratîk wekhev û civakek bi aştî û aramî pêk bê, hat kirin. Di pêşengiya jinan de gelek destkeftiyên şoreşê hatin avakirin û birêxistinkirin. Bi pêşengiya gelan sîstema Rêveberiya Xweser wek sîstemek nîmûne hat avakirin, di nava salên şoreşê de rûbirû û kelî bi kelî gelek serkeftinên mezin bi destê jinan û gelan hat bidestxistin.”
‘Konferans bi beşdariya rêxistin û tevgerên jinan pêk hat’
Rîhan Loqo derbarê pêşengtiya jinan a li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî de diyar kir ku armanca wê yekkirina helwestên jinên Kurd e û wiha pê de çû: “Ji bo ku bibin yek û doza azadiya jinê bibe mijarek esasî li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn. Ev konferans bi beşdarbûna rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar û kesên ku bi salan ji bo doza Kurdî têkoşiyane, pêk hat.”
‘Sûriyeya demokratîk bi maf, hebûn û nasnameya jinan pêkane’
Rîhan Loqo behsa şandeya ku dê derbasî Şamê kir û wiha berdewamkir: “Yek ji biryarên Konferansê ew bû ku şandeyek were amadekirin û derbasî Şamê û bi desthilata Sûrî re li ser doz û mafê gelê Kurd nîqaş û diyalog bipêş bixe. Şandeya Kurdî hat amadekirin, em jî wek rêxistina jinê cihê xwe tê de digirin. Bi armanca ku em bikaribin di nava dozên Rojhilata Navîn ku gelek dozên esasî hene de bi taybet di Sûriyeyê de gelek mûzeyîkên dewlemend, pir çandî, pir zimanî û pir ol hene de diyalogek ava bikin. Salên demdirêj ên di vê şoreşê êdî ji zimanê şer bêhtir bi zimanê diyalogê, lihevkirinê û zimanê çareseriyê di nav gelên Sûriyeyê de pêwîst e. Ew bi xwe pirgirêkên xwe çareser bikin û êdî gavên ber bi demokrasiyê, guhertinê û avakirinê destpê bikin, Sûriyeya demokratîk bi maf, hebûn û nasnameya jinan pêk bê.”
‘Doza sereke doza azadiya jinê ye’
Rîhan Loqo diyar kir ku Sûriye bi beşdarbûna jinan wê bibe Sûriyeyek demokratîk û wiha got: “Beşdarbûna jinan a bi nasname, hebûn û bi dîroka xwe tunebe, nabe Sûriyeyek demokratîk û gavên guhertinê bi xwe re çênake. Bi vî awayî, di navbera sîstema heyî û sîstema çûyî de ti cûdatî dê nebe. Ji ber ku em di sedsala 21’an de ne, sedsala avakirina civakek demokratîk û civaka pêşketî de. Doza Kurdî dozekekî esasî ye ku em li ser nîqaş bikin, doza sereke doza azadiya jinê ye. Şandeya Kurdî xalên ku ji bo mîsogerkirina mafên jinê di aliyê zagonî, aborî, hiqûqî û siyasî de, parastin û hebûna jinê ya di destûra nû ya Sûriyeya nû de were bicîhkirin, dixebite.”