Rihan Loqo: Îradeya gel dê ji hemû komployan xurttir bimîne
Berdevka Kongra Star a Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rihan Loqo diyar kir ku li hember gelan komployek hatiye plankirin û got ku “Îradeya gel dê ji hemû komployan xurttir bimîne.”
ESMA MUHAMMED
Qamişlo – Niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyên li Heleba Sûriyeyê, mirovên ji her derdorê, bi salan bi dorpêçkirin û hedefgirtina sîstematîk re rû bi rû man, xwe li vebijarka berxwedana hevpar a li dijî polîtîkayên zilm û perçekirinê girtin û jiyana hevbeş parastin.
Berxwedana her du taxan ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar bû, di heman demê de ber bi qadên siyasî, civakî û medyayê ve jî dirêj bû. Astengiyek bêhempa li dijî hewldanên bêaramakirina welêt û afirandina nakokiyan çêkir.
Xalek werçerxê di têkoşînê de
Berdevka Kongra Star a Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rihan Loqo, derbarê êrîşan de axivî. Nihan diyar kir ku berxwedana dîrokî ya ku ji hêla niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve hatî meşandin, ne bûyerek demkî ye an bertekek demkurt e. Rihan Loqo wiha got: “Lê xalek werçerxê ye di berxwedana gel, parastina rûmeta mirovan û projeya jiyana hevbeş de. Di vê têkoşînê de, qurbaniyên mezin ji bo parastina axê û parastina îradeya gelên azad hatin dayîn.”
Loqo bawer dike ku “berxwedan ji mîrateya şehîd Denîz û Ziyad Heleb tê” û dibêje ku “îradeya gelekî ku bi hişmendî li hember polîtîkayên zilm û êrîşkariyê li ber xwe bide temsîl dike.” Rihan Loqo wiha domand: “Qurbaniyên şehîdên wekî Rojbîn, Leyla, Faraşîn û Kerbela û her wiha yên ku jiyana xwe ji bo parastina her du taxan û rûmeta niştecihên wan dane, berdewam dikin. Ew dibin pûsulaya ehlaqî û siyasî ya vê berxwedanê.”
Berxwedana berdewam
Rihan Loqo da zanîn ku niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, wekî ku ew piştrast dikin bi salan di bin dorpêçkirin, êrîş û binpêkirinên sîstematîk de berxwedanek berdewam kirine, bêyî ku îradeya wan bişkê an jî hişmendiya wan kêm bibe. Rihan destnîşan kir ku nehêniya hêza vê berxwedanê di yekîtiya pêkhateyên wê de ye ku Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenîwekî yekbeden dijiyan, xetere û çarenûsê parve dikirin û hemû hewldanên dabeşkirin û perçekirinê têk dibirin. Rihan da zanîn ku van niştecihan nîşan dane ku ev hevgirtina civakî ne bûyerek xweber bûye û wiha pê de çû: “Lê belê encama kombûna têkoşînek dirêj li dijî polîtîkayên dûrxistin û nijadperestiyê yên ku ji hêla rejîma berê ya Baas ve dihatin kirin bû. Rejîma Baasê ku bi dehsalan dixwest civakê ji hev belav bike û xwişk û biratiya gelan têk bibe. Lê belê, îradeya niştecihan, ew proje têk birin. Îro jî berdewam dike ku heman nêzîkatiya otorîter a ku hikûmeta demkî bi hedefgirtina rasterast a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hewldanên xwe yên berdewam ên ji bo afirandina pevçûnê û bêaramiya ewlehî û aramiyê dubare dike, têk bibe."
Siyaseteke berfireh
Rihan Loqo bi bîr xist ku êrîşên ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û çeteyên dagirker ên Tirkiyeyê ve hatine kirin, ne tenê bi topbaran û hedefgirtina leşkerî ve sînordar bûne û wiha domand: “Her wiha ew beşek ji siyaseteke berfireh bûn ku teşwîqkirina sîstematîk a medyayê û hewldanên ji bo xirabkirina wêneya civakên Sûriyeyê dihewîne. Lê belê, hişmendiya niştecihan, hem mêr û hem jî jin, xeta yekem a parastinê pêk anî, ji ber ku ew bi çek, gotin û helwesteke siyasî ya zelal li dijî êrîşê derketin. Bikaranîna çekên giran li taxên niştecihbûnê ku bû sedema qurbaniyên sivîl û koçberkirina bi zorê ya bi sedan malbatan, sûcekî şer ê tevahî û binpêkirineke eşkere ya hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye. Tiştê ku her du tax pê re rû bi rû man, dikeve bin siyaseta cezakirina kolektîf a sîstematîk.”
Rihan rave kir ku bi sedan jin û zarok neçar man ku di nav bêdengiya gumanbar a navneteweyî de malên xwe biterikînin û wiha got: “Bêdengiya rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên parastina zarokan, nikare ji çarçoveya van sûcan were veqetandin. Berevajî wê, ew wan bi awayekî nerasterast dike hevkarên wan. Jin, zarok û keç di bûyerên dawî de winda bûn û çarenûsa wan heta roja îro bêyî ku çalakiyek cidî an berpirsyariyek rastîn were kirin, nayê zanîn.”
Perçekirina ji hêla têkiliyên dîrokî ve
Rihan Loqo tekez kir ku tiştê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî beşek ji planeke siyasî ya berfirehtir e ku armanc dike ku jiyana hevbeş têk bibe û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî piştî civînên ku hikûmeta demkî bi welatên cîran re li dar xist. Ev civîn bi hewldanên eşkere yên radestkirina her du taxan a ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re hevdem bûn, da ku têkiliya dîrokî ya di navbera civakên herêmê de were hilweşandin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi ezmûnê şiyana xwe ya parastina yekîtîya xwe û têkbirina projeyên serhildanê tevî hemû binpêkirin, hewldanên manîpulekirinê û înfîltrasyonê jî îsbat kirine. Modela heyî ya li herêmê ku li ser bingeha prensîbên neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî ye, li dijî hemû hewldanên têkbirina demokrasiyê û ji nû ve hilberandina zilmê astengiyeke neguhêzbar ava kiriye û hê berdewam dike.”
Parastina fêdakariyên şehîdan
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, di dawiya axaftina xwe de bangek ji bo hemû mirovên azad ên li hemû neteweyan û bi taybetî ji bo Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkez û Ermeniyan bi dawî kir. Rihan Loqo wiha got: “Divê hûn xwe bi ruhê berxwedanê û hişmendiya kolektîf bigirin û nekevin nav kampanyayên teşwîqkirinê û fêdakariyên şehîdên ku ev ax ji bo parastina yekîtiya gelan av dane, biparêzin. Tiştê ku bi fêdakariyên mezin hatiye avakirin, dê ji hêla kesî ve neyê destgirtin û îradeya gelan dê ji hemû komployan xurttir bimîne.”