Riham Hico: Em îro jinên bi hêz, bi moral û bi zanist in

Li Geliyê Kersê bi pêşengtiya TAJÊ jin 8’ê Adarê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de nameya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo tevgera azadiya jin hatibû rêkirin hate xwandin.

Şengal – Li Geliyê Kersê bi pêşengtiya TAJÊ jin 8’ê Adarê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Nameya Rêber Abdullah Ocalan rastî eleqeyeke mezin hat. Rêber Ocalan bi gotinên “ez pêşketinên we girîng û wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim û we pîroz dikim” 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Li Geliyê Kersê Bexçê Serok Apo a li Şengalê 8ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat li dar xistin. Jinan bi cil û bergên xwe yên resen beşdarî vê pîrozbahiyê bûn.

Beriya pîrozbahî dest pê bike gel meşek li dar xist û gihîştin qada pîrozbahiyê. Pîrozbahî bi rêzgiritinê destpêkir û 8’ê Adarê di serî de Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû jinên Êzidî û jinên cîhanê hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de tişta herî balkişand nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan şandî bû. Rêber Ocalan di nameya xwe de tîne ser ziman ku: “mirova jin hîn zêdetir min eleqeder dike. Dema em sosyalîzma pêkhatî derbas dikin vebijêrka ku tê pêşxistin ‘bûyîna sosyalîst, pêwîst e çavkaniya xwe ji têkiliya azad a rastîn ya bi jinê re bigre.’ Hetta bûyîna mirovê rastîn, ji cîhana ajalan qutbûn tenê pîvanên wekhev, azad, etîk û estetîk yên bi jinê re were avakirin ve wê gengaz bibe.”

Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baldikşine ser pêşketinên jinan û wiha berdewam dike: “Herî dawî ez pêşketinên we girîng û wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim û we pîroz dikim. Jiyana we ya bi qehremanî teqez pir etîk û estetîkî ye. Bersiva herî xurt ji kujerê kastîk ê serdemê re ye. Pirsgirêk, wê jiyana insan ya nû çawa bê avakirin e. Heya ku em negihêjin sirrên rastîn ê jiyana jinê em nikarin zimanê gerdûnê bigrin.”

Piştî nameyê li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî berdevka TAJÊ Riham Hico axifî û got: “Ji her rojê bêtir îroj roja hîn bêtir em xwedî li hev derkevin, roja em hev hembêz bikin û hez bikin, roja ku em xwedî nasname û çanda xwe derbikevin. Wekî jin ev 10 sal in me barekî pir giran ê şoreşê daye ser milê xwe û me ji civaka xwe re pêşengtî kiriye. Em wekî TAJÊ 10 sal in têkoşînê dimeşînin. Em ê ji îro pê ve jî; ji bo parastina vê civakê, vê çandê, vî çiyayî û vî gelî çi ji me tê xwestin emê pêk bînin. Li seranserê cihanê Rojhilata Navîn û Iraqê her roj jinan qetil dikin. Jina ku ber xwe dide, mafê xwe digere her roj ji aliyê sîstema baviksalar ve tê qetil kirin. Em ne jinên beriya 2014’an e, em jinên rêxistin kirin e. Em îro jinên bi hêz in, bi moral û bi zanist in. Bi zanist û rêxistinbûna xwe emê pêşiya hemû êrîş û fermanan bigrin. Wekî TAJÊ heta em azadî û destkeftiyên xwe mîsoger nekin emê her tim di nav têkoşînê de bin.”

Piştî axaftina berdevka TAJÊ Riham Hico ji Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî di pîrozbahiyê de axivî. Di destpêka axaftina xwe de Viyan Hebabî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cihanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên cihanê pîroz kir û wiha got: “Li hember hemû êrîş û tune hesibandinan jinan tucarî serî ne tewandine û her tim di vê oxirê de bedel dane. Li ser xeta azadiya jin, bi hezaran jin canê xwe dan ku em îro dikarin bibêjin em hen e. Wekî YJŞ’ê emê bi têkoşîna xwe tola jinên êzidî yên ku dîlgirtîne bigrin. Ji bo jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide em têkoşîna xwe dimeşînin. Em ê ji îro pê ve jî ji bo hemû jinên êzidî têkoşîna xwe bidomînin.”

Di pîrozbahiyê de zarokên Şengalê bi dans û dîlana xwe derketin ser dike. Dîsa Koma Hêviyên Şengalê, Koma Dilanê ya Şehîd Vejîn û Koma Bêrîvan jî li ser dikê cihê xwe girtin.

Şahî bi gerandina govend û tilîliyan bi dawî bû.