Riham Hesen: Em bi Hikûmeta Îraqê ne bawer in

Endama TAJÊ Riham Hesen, got ku “Em weke civaka êzidî nikarin bi Hikûmeta Îraqê bawer bin. Ji ber heta niha jî dewleta Îraqê jenosîda êzidîyan nasnekiriye, hezaran DAÎŞ’iyên girtî nedarizandiye, bi sedan jin û dayîkên me yên di destê çeteyan de ne."

CÎHAN ZEMO

Şengal- Ev demek e girêdayî gefên dewleta Tirkiyê, Hikûmeta Îraqê li ser gelê Şengalê zextên xwe zedê kirine. Di derheqê geşedanên demên dawî yên li Şengalê diqewime Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen ji ajansa me re axivî. Riham Hesen geşedanên herî dawî yên li Şengalê nirxand û di destpêka axaftina xwe de bi boneya yekemîn salvegera Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo kêlî kêlî bi me re dijî’

Riham Hesen wiha got: “Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo ji bo aşitiya di nava civakan de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk kiribû. Bi vê wesileyê em ji çiyayê Şengalê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo kêlî kêlî bi me re dijî. Yê ku rêya azadiyê nîşanî me daye Rêber Apo ye û em îro bi saya fikrên Rêber Apo dikarin li dijî êrîşên li ser Şengalê têkoşîn bimeşînin. Di vê demê de gelek metirsî li ser Şengalê hene. Rêber Apo jî balê kişandibû ser vê rewşê. Rêber Apo êrîşên dawiyê ku li ser Rojava weke komploya duyem binav kiribû û gotibû piştî Rojava dixwazin Şengal û Mexmûrê jî bikin hedef. Rastî jî wisa bû.”

‘Li ser Şengalê planên qirêj hene’

Riham Hesen ragihand ku niha Şengal di nav dorpêçek de ye û got ku “Gefên dewleta Tirkiyê hene ku dixwazin li ser Şengalê planên xwe yên qirêj pêk bînin. Şengal tenê ne erdek e; Şengal ji bo civaka êzidî bûye şeref, li vir îradeyek hate ava kirin, bi sedan leheng li vir xwîn rijandin, canê xwe feda kirin. Ev ji bo me ne tiştek nû ye; di dîrokê de jî gelek leheng di nav civaka me ya êzidî de derketine. Wek Êzidî Mîrza, Dewrêşê Evdî, Zarîfa Osê û hwd. Îro jî li ser mîrateya van lehengan hêzên parastinê hatiye avakirin, YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzidxan hatine avakirin, sazî û dezgeh hatine avakirin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo îradeyek ji pola ku tu hêz nikare tune bike, li ser vê axa hate avakirin.”

‘Hikûmeta Îraqê bi dewleta Tirkiyê re heman siyasetê dimeşîne’

Di berdewama axaftina xwe de Riham Hesen balkişand ser gefên dewleta Tirkiyê û zextên Hikûmeta Îraqê ku li ser civaka êzidî zêde bûne û wiha pê de çû: “Di nav Hikûmeta Îraqê de hinek kes dixwazin projeya dewleta Tirk pêk bînin. Ji bo vê jî her hevdîtinan çêdikin. Bi gefên dewleta Tirkiyê Hikûmeta Îraqê ji bo vê îradeya heyî hilweşîne, her roj li ser civaka êzidî zextan dike. Em weke civaka êzidî nikarin bi Hikûmeta Îraqê bawer bin. Ji ber heta niha jî dewleta Îraqê jenosîda êzidîyan nasnekiriye, hîn bi hezaran DAÎŞ’iyên di zîndanên xwe de dadgeh nekirine, bi sedan jin û dayîkên me yên di destê çeteyan de ne ku hîn çarenûsa wan ne diyar e. Tevî vê yekê jî Hikûmeta Îraqê dixwaze hêza ku li Şengalê DAÎŞ şikandiye tune bikin.”

‘Hikûmeta Îraqê berî her tiştî pêwîst e baweriya vê civakê qezenc bike’

Riham Hesen diyar kir ku hemû dostên êzidiyan li dijî vê yekê derdikevin û wiha got: “Tunekirina van hêzan tunekirina hebûna me ye. Dixwazin çanda me jî bihelînin û nehêlin. Ji ber berxwedanî û parastin heman demê ji bo me bûye çand. Ji niha şûn ve jî em ê vê çandê biparêzin. Hikûmeta Îraqê berî her tiştî pêwîst e baweriya vê civakê qezenc bike. Di roja me yê îro de weke civaka êzidî baweriya me bi Hikûmeta Îraqê nayê. Ji ber vê jî civaka me nikare rasterast daxwaziyên xwe ji dewleta Îraqê bike. Digel ku bi dehan caran me banga diyalogê kiriye jî heta niha dewleta Îraqê  pirsgirêkên vê civakê çareser nekiriye. Em dixwazin li gorî destûra Îraqê em çareseriyekê bibînin, îradeya ku li Şengalê hatiye avakirin bê nasîn û fermî bibe, çi hêzên parastinê be, çi jî rêveberiya wê ya xweser be. Tevî hemû van tiştan jî, Hikûmeta Îraqê çavê xwe ji van rastiyan re digre û bi dewleta Tirkiyê re heman siyasetê dimeşînin. Em dixwazin dubare bikin, parastina Şengalê bi zorê nayê kirin, bi dilxwazî tê kirin ku dilxwazên vî çiyayî jî, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ne. Dewleta Îraqê pêwîst e li beramberî gefên dewleta Tirkiyê helwestên cidî raber bike. Hedefa wan ne tenê Şengal e; hedefa wan dagirkirina nîvê dewleta Îraqê ku ji xwe ji niha jî li gelek cihan baregehên wan hene. Li ser dewleta Îraqê jî xeteriyên cidî hene.”

‘Şengal parêzgeha Êzidxanê ye’

Riham Hesen anî ziman ku her sal di van mehan de gef li Şengalê tê xwarin û wiha got: “Mehên biharê ji bo civaka me ya êzîdi pîroz e. Serê meha nîsanê ji bo me sersal e, cejn e. Di van mehan de hemû êzidî berê xwe didin Şengalê û cejnên xwe li vir pîroz dikin. Şengal parêzgeha Êzidxanê ye, ji bo me êzidiyan çawa ku Laleş pîroz e, Şengal jî wisa pîroz e. Gefên heyî ji bo gel metirsiyan ava dike. Niha Şengal dorpeç kirine, li her derê Şengalê artêş bi hejmarek mezin xwe bi cih kirine. Ev yek di nav civaka me de gûmanan ava dike ku tê pirsîn jixwe asayîşa hundirîn û polîs hene çima ew qas pêwîstî zêdekirina hejmara arteşê heye? Jixwe ev her du hêz li gelek cihan de bi hev re kar dikin. Di rojên dawiyê de di kombûnek gel a herî biçûk de artêş bi hejmarek mezin tê wan çalakiyan dişopîne. Bi wî awayî şerê taybet li ser wan didin meşandin. Em dixwazin civaka me li dijî şerê taybet jî baldar be û xwedî têkoşîn be ku neyê xepandin.”

‘Pêwîst e hemû jin bi rihê 8’ê Adarê xwedî li îradeya xwe derkevin’

Herî dawî Riham Hesen bi nêzhatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bangî jinên êzidî kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de pêwîst e her kes xwedî helwest bin, bi taybetî jî jin. Ji ber di hemû êrîşan de jin dibin hedef. Pêwîst e jin bêje ez ne qurbanî me; di roja me yî îro de ez şervan im, ez fermandar im, ez xwedî rêxistin im û ez îrade me. Dema jin vî tiştî bêje ji xwe ev tê maneya hêzê. Ji bo li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û hêza jinê biserkeve. Gefên heyî ne tenê siyasî ye, heman demê de hişmendiya baviksalarî li ser jinê tê ferz kirin. Di van rojan de em nêzî 8’ê Adarê jî dibin, pêwîst e hemû jin bi rihê 8’ê Adarê, bêtir bi îrade xwe, bi yekîtiya xwe xwedî derbikevin, li Şengalê xwedî derbikevin, li hêzên xwe yî YJŞ’ê xwedî derkevin.”