Rîham Heco: Şengal bi tekoşîna jinên Êzidî li ser piya ye
Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê li dijî civaka Êzidî pêkhat dikeve sala 10’emîn. Bi rasthatina salvegera fermana 74’an berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco axivî û pêvajoya tekoşîn û berxwedana 9 salan hat meşandin nirxand.
ŞÎLAN ŞENGAL
Şengal- Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşa herî mezin ya qirkirinê li hemberî Şengalê pêşxistin. Di vê êrîşa qirkirinê de di serî de jinên Êzidî hemû civaka Êzidî hate hedef kirin. Bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe qut bûn û bi hezaran kes hatin qetilkirin û dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Di ser vê fermanê re 9 sal derbas dibin lê hîna birînên civaka Êzidî nekewiyane, aqûbeta bi hezaran kesî ne diyar e. Hîna Qurbaniyên fermanê di gorên komî de ne.
Berdevka Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî Rîham Heco di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên fermanê û şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Ez di serî de şehîdên 74 fermanan, şehîdên berxwedana Şengalê û yên tekoşîna azadiyê bibîrtînim bejna xwe li beramberî wan ditewînim. Kesên ku li ser erka xwe ne, xwêdanê dirêjin û di ber civaka Êzidî de kedê didin ew jî cihê pîrozkirinê ne. Fermana 74’an dikeve sala 10’emîn. 9 salên ku me li pişt xwe hişt tije êş, zehmetî, berxwedan û tekoşînê bûn. Weke civaka Êzidî dibe li aliyekî me berxwedan û tekoşîneke bêhempa da meşandin lê, li aliyekî din hîna ji birînên me yên ji ber fermanê xwîn diherike û bi temamî nehatine dermankirin.”
‘Em tola fermanê hilanîn wek erkekî xwe yê dîrokî dibînin’
Rîham Heco da zanîn di roja me ya îro de ji bo civaka Êzidî ji her demê zêdetir pêwîstî bi Berxwedanê heye û wiha axaftina xwe domand; “Ji bo civaka me pêwîstî bi mirovên pêşeng heye, bi mirovên dev ji hemû berjewendiyên xwe berdaye heye. Em weke civaka Êzidî bi taybet wek jinên Êzidî li hemberî keda bi salan û şehîdên 74 fermanan berpirsyar dibînin tola wan hilînin. Em wekî tevgera jinên Êzidî 9 sale li ser esasê em tola fermanê hilînin, em esîran xilas bikin, em xwe nas bikin û xwe perwerde bikin tekoşînê dimeşînin. Di dîroka civaka me de çawa ku jinên êzidî xwedî rol bûn û ji civaka xwe re rêvebertî dikirin weke tevgera jinên Êzidî em jî dixwazin bi rola pêşengiyê rabin. Me wekî civak û jina Êzidî 9 salên tije tekoşîn jiyan kirin. Heta niha jî em bi şehîdên xwe re jiyan dikin, ji ber hîna bi dehan gorên komî û ên yek kesî nehatine vekirin. Li her gundekî Şengalê em wekî civak bi wan koman re dijîn. Êşekî ji viya zehmetir li cîhanê nîne. Dayîkek me keça wê di destê DAIŞ’ê de mabû rojane nalîna û qêrîna wê digihîşt dayîka wê.”
‘Êşa me ya herî mezin dîlgirtina jinên Êzîdî bû’
Rîham Heco di dewama axaftina xwe de wiha got; “Li kêleka van êş û zehmetiyan em wek jin û civaka Êzidî hewl da birînên xwe derman bikin. Em gîhîştine wê baweriyê ger em bi xwe parastina xwe nekin, mafê xwe negrin û tola xwe nestînin wê tû kes viya ji me re nekê. Di tekoşîna 9 salan de ji ber ku me xwe parast, xwe bi rêxistin kir û rê neda fermana 3’ê Tebaxê bighêje hedefa xwe me bedel û hesabê wê rojane da. Bi awayekî vekirî viya li ser me hat ferz kirin û hate gotin hûn çima teslîmyetê qebûl nakin an jî hûn çima serî natewînin. Lê di nava 9 salan de Şengal bi saya tekoşîna jinên êzidî li ser piya ma. Em bi kuştinê, bi lêdanê, bi koçberkirin û şehîd xistinê xilas nabin. Lê ji me re êşa herî mezin dîlgirtina jinên Êzidî bû, destdirêjiya wan bû ku heta roja îro jî çarenûsa bi hezaran jinan ne diyare.”
‘Êdî jina êzidî serî ji kesî re natewîn e’
Rîham Heco li ser girîngiya rêxistinkirina jinên Êzidî ya piştî fermanê kir û axaftina xwe berdewam kir: “Yek ji armanca fermana 74’an ew bû xwestin di şexsê jina êzidî de çand, bawerî û civaka Êzidî ji holê rakin. Lê îro bi hêza jinê, bi berxwedaniya wê, bi tekoşîn û zanebûnê jinê Şengal li ser piya ye. Şengal li ber xwe dide. Daxwaza mafê xwe dike. Îro di tevahiya Şengalê de li qada leşkerî, siyasî, dîplomasî û civakî ya ku li ber xwe dide û tekoşînê dimeşîne jina Êzidî ye. Ezmûna tekoşîna 9 salên ku em wek jinên Êzidî jiyan kir gelek pêşketin di aliyê rêxistinî de bi me dane qezençkirin. Di şerê li Xanesor û Sinûnê de jin di sengerên pêş de sekinî û rê neda şerê navxweyî ango şerê xiyaneta ku PDK’ê jê re pêşengî dikir. Li beramberî wan êrîşan helwesta dayîkan nîşan da ku jin çawa xwedî rol û bi bandor e. Dîsa plana peymana 9’ê Cotmehê ya ku hîna di meriyetê de ye armanca wê temamkirina fermanê ye. Ya ku herî zêde li dijî vê peymanê sekinî û seknekî têkoşîner raber kir jinên Êzidî bûn. Wekî tevgera jinên Êzidî me îsal di qada navnetewî de gelek xebat dane meşandin. Bi vê sekin û helwestê jina Êzidî ji her kesî re daye nîşandan ku êdî ne weke beriya fermana 2014’a ye. Êdî jina êzidî serî ji kesekî re natewîne û teslîmyetê qebûl nake. Êdî kes nikare bi destê wê bigre û li xwe mihr bike. Ev tekoşîn wisa hema ji nişkêve derneket, encama ked û tekoşîna 40 salî ya tevgera jinên Kurd de hate bi dest xistin. Lê li Şengalê ji 2014’an û vir de vê tekoşînê tovê xwe avêt ser axê.”
‘Jinên Êzidî cihê çareseriya pirsgirêkên xwe di Meclîsa Jin de dibînin”
Berdevka tevgera jinên Êzidî Rîham Heco bi berferehî behsa pirsgirêkên jina Êzidî kir û bandora hişmendiya zayendperest a ji aliyê civakê ve tê kirin û wiha got: “Em wekî tevgera jinên Êzidî xwe li her derê Şengalê bi avakirina meclîsên jin rêxistin kiriye. Di wan meclîsan de pirsgirêkên jinê têne nîqaş kirin. Her jinek dema ku pirsgirêkekê jiyan bike ji bo xwe meclîsa jin wekî cihê çareseriyê dibîne. Çawa ku li her derê jin rastî tûndiyê tên, bi zextên kevneperest ên civakê re rû bi rû dimîne di nav civaka me de jî heta astekê jin vê yekê jiyan dike. Ev ji tûndiya fizîkî bigre heta ya bi axaftinê. Ev ji aliyê mêr, bav, bira û civakê ve tê kirin. Ji lewra jina ku bi van pirsgirêkan re rû bi rû bimîne berê xwe dide meclîsa jinê, wê derê ji bo xwe cihê çareseriyê dibîne. Em wekî meclîsa jin li her derê erka me ya sereke ew e em pirsgirêkê jinan çareser bikin. Di her gundî de em hewl didin xwe bighînin hemû jinan û li pirsgirêk û jiyana wan guhdarî bikin. Jiyana jinê ya di malê de çawaye, bi çi zehmetiyan re rû bi rû tê em dixwazin nas bikin û bi her jinekê re bibin alîkar û hêza çareseriyê pêşbixînin. Beriya fermanê di nav civaka me de tu jinekê nekarî pirsgirêkên xwe parve bike, lê em niha di meclîsan de van pirsgirêkan hem bi jinan re û hem jî bi zilam re bi rêya perwerdeyê nîqaş dikin. Me heya astekî girîng di piraniya jinan de ew hişmendî û lênêrandina şaş ya ji pirsgirêkan û jiyanê re da guhertin.”
Rîham Heco diyar kir divê jin di nava malê de bi rengekî wekhev jiyan bike û wiha got: “Ji ber ya ku wê malê ava dike bi rêve dibe jin e, ji bo wê pêwîste jin û mêr xwedî heman mafa bin û wekî hevalê hev di nava malê de jiyan bikin. Di nava civaka me de jin an mêr dibêje em hevalên hevin lê viya tenê di gotin de dihate ser ziman di jiyanê de ne wisa bû. Em wekî tevgera jin hemû hewldana me ew e em di nava jin û mêran de hevaltiyekî li ser esasê wekhevî û jiyana azad pêşbixin. Divê jin û mêr karibin weke du hevalan bi hevdura jiyan bikin. Di heman demê de vê yekê bi zarokên xwe re jî pêşbixînin. Niha yek ji pirsgirêka herî zêde tê jiyan kirin di nava civaka me de hevberdana jin û mêr pir zêde ye. Zewaca di temenê biçûk berê pir zêde û hîna jî heye dîsa pir zewacî hebû. Ev hemû wekî pirsgirêkên civaka me ne em wekî meclîsa jin ji bo ku em li beramberî van pirsgirêkan tekoşînê didin meşandin. Ev tekoşîn dê bi rêxistinkirina jin bi serbikeve.”
‘Civaka Êzidî bi pêşengî û tekoşîna jinê dikare xwe biparêzê’
Rîham Heco da zanîn jinên Êzidî yên di dîrokê de ji civaka xwe re pêşengî kirin di tekoşînê de weke mîrasa parastina çand û baweriya Êzidiyan dinirxîne û wiha dibêje; “Eger em nikarin jinan bi rêxistin bikin û bînin ba hev em nikarin çareseriyeke mayînde jî pêşbixînin. Ev 9 sale em tekoşîn dikin hêza jinê ya rêxistinî pêşbixin, îrade û rengê jinê derxînin holê. Çawa ku di dîroka civaka Êzidî de gelek jinên pêşeng ên mîna xatûna fexra, Sitiya ês, Sitiya Nexşaye, Dayê Zero û bi sedan jinên navdar ên derketine em niha jî dixwezin ji bo civaka xwe jinên pêşeng ava bikin. Ji ber ku rastiyekî wiha nîne jin tenê di nava malê de bimîne. Em jî li ser esasê ol, bawerî, çanda xwe û rastiya xwe civaka xwe jinê bi rêxistin bikin jinan bînin ba hev û em bihevre hem pirsgirêka jin, hem ya civaka xwe û hemû beşên din ya civakê re bi wekhev, azadî û hevbeşî jiyan bikin.”
‘Jina Êzidî bi riya perwerdê rastiya jin û civakê nas dike’
Rîham Heco di nirxandina xwe de behsa girîngiya perwerdê, pêşketin û guhertinên di jin û civaka Êzidî de çêbûne kir û wiha got: “Pirsgirêkên di nav civaka me de derdikevin û nahêle civak werê rêxistinkirin pirsgirêkên perwerdeyê ye. Di salê destpêkê de me wekî tevgera jin di aliyê perwerdekirina jinan de gelek zehmetî kişandin. Ji ber nêrandinekî wisa hebû, ger kesek di zarokatî de neçê perwerdê piştî xwe gîhand temenekî nikare xwe perwerde bike. Em pir rastî vê ferasetê dihatin. Me dema bi jinekî re digot werê perwerdê digot emrê min derbas bûye ez tiştekî ji perwerdeyê fêm nakim. Lê gorî salên destpêkê heya astekî ev feraset me da şikandin.
Bi taybetî me îsal giraniya xwe da ser perwerdeyê. Di vê salê de ji derveyî akademiyan me bi dehan dewreyên jinan ên girtî kom bi kom vekirin. Me du mehan an jî sê mehan carek 4 dewreyên perwerdê yên girtî vekirin. Her dewreyekî perwerdê jî ji deh û heta pazde jin û keçan cihê xwe têde girtin. Me di wan dewreyan de dersên li ser rastiya jin, dîroka wê, li ser dîroka Êzidatiyê, li ser xwe parastinê, li ser tendûristiyê, li ser Netewa Demokratîk her wiha li ser rastiya jin û malbatê dan jinan. Bi dîtina wan perwerdeyan re daxwaza jinan ya hatina perwerdeyê gelekî zêde bû. Me perwerdekirina jin û civakê ne tenê di nav akademiyan de da, li gundan perwerdeyên li ser xwe parastinê û fêrkirina çekan jî hate dîtin. Dîsa dewreyên perwerdê yên vekirî yek du rojan li gundan hatin dîtin. Heta niha jî xebatên me yên perwerdê û vekirina dewreyan berdewam dikin. Dîsa di bin xebatên her meclîsê de ji jinan re semîner hatin dayîn.
Rîham Heco, dest nîşan kir jinên Êzîdî piştî perwerdeyan xwe xurtir û ewletî his dikin û wiha got: “Bêguman di nav civaka me de ev pêşketin ne tiştekî biçûk e. êdî bi van perwerdeyan re astekî wisa ava bûye jin karin hemû pirsgirêkên li Şengalê yên siyasî, civakî, çandî, leşkerî, aborî û hwd. nîqaş bikin. Pirsgirêkên tevahiya jinan bigrin dest, rewşa li Kurdistanê û tekoşîna tevgera azadiya jinê wekî tekoşîna xwe binînin û nîqaşan bimeşînin di heman demê de rêya çareseriya pirsgirêkan nîqaş bikin. Ev gavên di nav jin û civaka êzidî hatine avêtin mirov karê di asta gavekî ber bi şoreşa zihnî ve çûyîn heye bigre dest. Hewldanên me bi taybet li ser bihêzkirina pergala perwerdeya jinan hêj berdewam dikin. Me îsal xwe gîhand gelek jinan lê ev têrker nîn bû.”
‘Wê tekoşîna me ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wî bidome’
Rîham Heco da zanîn di demekî zûtirîn de divê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wî bên darizandin û helwesta jin û civaka êzidî wiha anî ziman; “Yek ji xebatê me yê girîng jî ew e em ji bo bi destxistina mafê xwe tekoşînê bilind bikin. Em dema dibêjin em mafê xwe dixwezin bêguman armanc yek jê ew statûya siyasî ya Şengalê bê qebûl kirin û em wekî jin tê de bi rengeke azad bijîn. Lê ji bo em bi serbilindî û bi rûmet jiyan bikin divê destpêkê hêz û aliyên zirar dane me û xwestin îradeya me bişkînin, hêzên ku destek dan DAIŞ’ê û meydan jê re vala hêştin hebûn. Kesên ku qada ezmanî jê re vekirî hêştin ên ku ji DAIŞ’ê re bûne pir ku derbasî nava xaka Şengalê bibe, jê re di aliyê lojistîk û hwd bûne alîkar hesap ji wana werê pirsîn. Ji ber ku hêzên wê demê Şengal diparastin bi qasî kiryarên DAIŞ’ê pêkanîn sucdar bûn. Hikûmeta Iraqê ji ber fermanê berpirsyar û sucdar e divê hesap jê werê pirsîn. Dîsa PDK’ê bi terkandina Şengalê berpirsyar û sucdarê herî sereke ye. Pêşmergeyên PDK’ê yên ku beriya fermanê digotin em parazvanên Êzidxanê ne û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî digot Şengalê dilê Kurdistanê ye, carna digot Şengalê gula Kurdistanê ye her carê navek lê dikir, lê hem gula Kurdistanê di nîvê temenê wê de perçiqand û bû sucdarê herî pêşîn yê civaka me. Ji ber siyaseta wan ya çewt û gemar a ku tenê bi berjewendiyên xwe yê malbatî difikire, berjewendiyên xweyî şexsî fikirîn û civaka êzidî ji DAIŞ’ê terikandin.
Berî her tiştî pêwîste ji PDK’ê û berpirsên wê yên rê ji fermanê re vekirin hesab ji wan werê xwestin. Ne hêza DAIŞ’ê û ne jî çekên wan ji yê pêşmergeyên PDK’ê zêdetir bûn lê Şengalê bê parastin hiştin. Wê demê nêzî 12 hezar pêşmerge di Şengal û derdora wê de hebûn. Ger bixwestana karîbûn bi rihet Şengalê biparêzin. Heta çekên Êzidiya ji wan girtin û li hinek cihan bi wan re kete nava şer de. Êzidiya xwest xwe biparêzin jî destpêkê bi destê pêşmergeyên PDK’ê hatin şehîd xistin. Dibe ku gelek alî yên ji civaka me nikarin bi rihetî heta roja îro vê rastiya PDK’ê bînin ziman. Dîsa divê hesab ji hêzên hevpeymanî jî bê xwestin. Eger wan jî bixwesta dikarîbûn pêşî li fermanê bigrin. Komkujiya li dibistana Koçu kirin dikarîbû pêşî lê bigrin lê viya nekirin. Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê em pir kêfxweşin hesab ji wan werê xwestin. Ev 9 sale em daxwaz dikin DAIŞ’ê werê darizandin û hesab ji wan werê xwestin.”
‘Em wekî jin û civaka Êzidî cihê xwe di darizandina DAIŞ’yan bigrin’
Rîham Heco da zanîn ger çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin wê rastiya PDK’ê, rastiya dewleta Îraqê û di heman demê de rastiya hemû hêzên li piştî vê fermanê bê eşkerekirin û wiha got: “Bi taybetî dê rastiya dewleta Tirk a qirker û hevkariya wê bi DAIŞ’ê re derkeve holê. Dewleta Tirk di gelek aliyan de destek da çeteyên DAIŞ’ê li ser viya jî gelek belge hatin eşkerekirin. Ên ku îro jî nahêlin çeteyên DAIŞ’ê bêne darizandin û dibin asteng dewleta Tirk e. Her ku darizandina DAIŞ’ê dibe rojev dewleta Tirk êrîşên xwe zêde dike û hewl dide pêşî li vê rojevê bigre. Ji bo wê em wekî jinên Êzidî beşdar dibin çeteyên DAIŞ’ê bêne darizandin û bi taybet em bi xwe di wê dadgehê de cihê xwe bigrin. Em wekî jin û civaka êzidî aliyekî sereke yê ku cihê xwe di darizandina DAIŞ’yan de bigrin.”
‘Şengal warê tevahî Êzidiya ye’
Rîham Heco li ser vegera gel a Şengalê ya li ser warê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got; “Şengal warê tevahî Êzîdiya ye. Îro her Êzidî li kuderê jiyan dike bila bike ji bo hemûyan Şengal qubleye û wekî cihekî pîroz e. Dema tû dibêje Şengal Êzidî dema tu dibêje Êzidî Şengal tê bîra hemû kes e. Erka me hemûyane em xwedî li Şengalê derkevin û biparêzin. Ev erk ne tenê dikeve ser milê yên niha li Şengalê jiyan dikin erka her êzidiyekî li kudera cîhanê be. Divê hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de her Êzidiyek xwedî li Şengalê derbikeve. Bi taybet ji bo vegera gel ez dibêjim divê miletê me bila baş zanibe ev 9 sale jî em her tim dibêjin welatê xelkê nabe welatê me. Mirov ne li ser axa xwe be nikare serfiraz û azad jiyan bike. Civaka ku ne li ser welatê xwe be nikare bibe xwedî îradeyekî bihêz.
Dema ku mirov li welatê xelkê bijî wê her tim wekî dîl li ber deriyê xelkê bê dîtin. Wê her tim ji bo jiyana xwe bidomîne stûxwar be. Ji lewra vegera gelê me cihê şehnaziyê ye. Lê vegera ku îsal çêbû diviya bû beriya niha bi çend salan çêbiba. Ji ber piştî Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin aram bû, dibe ku di aliyê derfetên madî û pêdiviyên jiyanê de civaka me hinek zehmetî jiyan kirin lê tevî hemû zehmetî û êşên hatin jiyan kirin Şengal xweş bû. Piştî fermanê bi saleke her êzidiyek dikarîbû vegerê Şengalê. Ger civaka me bi xwe neyê mala xwe ji nûve ava nekê, welatê xwe xweş nekê kes nayê çênake. Em ji ber vegera miletê me ku bi taybet îsal gelek ji wan vegeriyan ser warê xwe pir kêfxweş in. Em carekî din bang li gelê xwe yê li devre ma ye dikin ên ku îro di kampa de ma ye û PDK’ê li ser wan siyasetek taybet dide meşandin bila vegerin Şengalê.”
‘Dermanê birînên me yekîtî û îtîfaq e’
Rîham Heco di dema axaftina xwe de li ser rola yekîtiya civaka Êzidî sekinî van û nirxandinan kir; “Di serî de em dibêjin êdî bese ji dek û dolabên PDK’ê re ku li ser civaka me dide meşandin. Bi sala ye me wekî civaka êzidî ji rastiyên derew ên PDK’ê têr xwariye. Pêwîste em jî wekî civak bikevin ferqa leyîstokên li ser me têne kirin û li xwe vegerin. Bi taybet gelê me ya di kampan de jiyan dikin, PDK’ê bi tiştên ne rast belav kirinê siyaseta xwe li ser wan dide meşandin û bi wê rengî wana di kampê de dide sekinandin. Ji bo na vê ez dibêjim divê gelê me êdî xwe qane bike û vegerin Şengalê û jiyana xwe ava bikin. Cardin em bang li gelê xwe dikin ji bo ji nûve avakirina Şengalê û xweşkirina wê her kes berê xwe bide Şengalê. Ji bo ku Şengal statûya xwe bi dest bixwe, em xweseriya xwe bi dest bixin, ji bo ku em mafê xwe mîsoger bikin û ji bo em van êrîşên rojane ji aliyê dewleta Tirk ve li ser pêşengên civaka me têne kirin bişkînin xwedê li Şengalê derkevin. Dîsa em bang li gelê xwe dikin pêwîste em yek deng bin, em yek dil û yekîtiya xwe ava bikin. Em îtîfaqa xwe çêbikin. Em wekî civaka xwedî çand û baweriya herî kevnar kêm mane, ji bo na vê em dibêjin fikra her yek ji me di aliyî nêrîna siyasî û bîrdozî de ne yek bin lê pêwîste em di bin sîwana êzidiyatiyê de yekbûna xwe ava bikin û hemû werin ba hev. Ji bo vê yekê dermanê birînên me yekîtî û îtîfaqa nav me ye. Û pêwîste em yekîtiya xwe û îtîfaqa xwe di ser her tiştî re bigrin.”
‘Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya jinan û mirovahiyê ye'
Rîham Heco bandora fikir û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser jin û civaka Êzidî daye çêkirin kir û wiha got; “Wekî tevgera jinên Êzidî me li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Me bi nasîna wê fikrê derfeta tekoşîna li dijî her cûre êrîşan bi dest xist. Bi berxwedanê bersiv da planên li ser miletê me hatin. Em erkekî xwe ya sereke dibînin ku em li fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin. Di nava van 9 salan de ji bo ku tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Serok APO bê misoger kirin, me wekî TAJÊ rolên ku dikeve ser milê me, me baş nekir. Li gorî rihê demê em tam nêz nebûn. Em rexnedayina wê didin. Lê belê di asta herî jor de û di kar de karê herî esasî ewe ku em xwedî li Serok APO derkevin. Fikir û Felsefa Serok APO jiyan kirin û belav kirin erka me ya sereke ye.”
‘Êş û zehmetiyên hemû jinan yek e’
Rîham Heco da zanîn ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li Şengalê gelek xebat dane meşandin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Berê em wek jinên Êzîdî di malên xwe de bûn û di pencera xwe re me li cîhanê meyze dikir. Lê belê niha ji bo me derdê hemû jinan yek e. Êş û zehmetiyên hemû jinan yek e. Dibe ku li gorî bawerî û civakan êrîşên li ser jinên cûda ne, lê belê êşa me tevan yeke. Tundî û êrîş li ser me tevan tê kirin û em tev jî kêm têne dîtin. Bi şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistan bi qetilkirina Jîna Emînî re despêkir. Me jî weke jinên Êzîdî erka xwe dît ku ne tenê li Şengal, jinek li kur be em lê xwedî derkevin. Ji bo wê jî kar û xebatekî mezin me birêve bir. Çalakî hatin li dar xistin û konferans hatin lidar xistin. Di aliyê diblomasî de xebat hatin meşandin. Bi giştî kar û xebatê me serkeftî hate meşandin.”