Çalakvana Mexrîbî: Hêzên navnetewî çima li hember Kurdan bêxem in?

Çalakvana mafên mirovan a Mexrîbî Kebîra Şater destnîşan kir ku bêxemiya hêzên navnetewî ya li hember Kurdan, dibe sedem ku Kurd zêdetir pirsgirêkan bijîn û banga bihîstyariyê kir.

HENAN HARÎT

Mexrîb- Gelên Rojhilata Navîn ji dîroka gelek gelên xwecihî yên herêmê bêxeber in. Yek ji wan gelê Kurd e. Ev dibe sedema qebûlkirina retorîka şovenîst a li dijî Kurdan û xirabkirina dîrokê, ku bi xwezayî dibe sedema paqijkirina etnîkî ya li dijî wan. Tiştê ku îro li herêma Rojava diqewime yek ji mînakên herî dawî yên vê yekê ye.

Çalakvana mafên mirovan a Mexrîbî Kebîra Şater nirxandinek giştî ya rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî li Rojava pêşkêş dike. Pirsgirêkên ewlehî û mirovî yên li herêmê, pevçûnên çekdarî, koçberî û rewşa xirabtir a sivîlan, bi taybetî jî li herêmên ku piraniya wan Kurd in. Kebîra destnîşan kir ku zêdebûna aloziyê bi destwerdanên herêmî ve girêdayî ye û gefên ku ji hêla komên çekdar ên tundrew ve li ser sivîlan û civakên cihêreng ên li Sûriyeyê tên çêkirin, rewşa li ser erdê tevlihev dikin û êşa nifûsê zêde dikin. Li gorî wê, krîza Sûriyeyê ji pîvana pevçûna navxweyî derbas dibe, mijarên berfirehtir ên têkildarî parastina mafên mirovan a li herêmên pevçûnê ronî dike û girîngiya hevgirtina navneteweyî bi gelên ku ji krîzan bandor bûne re tekez dike. Ev rûmeta wan û mafê wan ê jiyana di aştiyê de diparêze.

Cihê pirsgirêka Kurd di hişyariyê de

Kebîra Şater, di nirxandina li ser cihê pirsgirêka Kurd a di raya giştî ya Mexrîbî, Ereb û navneteweyî de, bandora belavbûna erdnîgarî ya Kurdan, li ser rewşa wan a heyî wiha rave kir: “Hişyariya pirsgirêka Kurd di raya giştî ya Mexrîbî û Ereb de hîn jî sînordar e. Lê belê, Kurd yek ji gelên herî kevin ên herêmê ne û xwedî paşxaneyek dîrokî û çandî ya kûr in. Kurd niha li welatên cûda yên Rojhilata Navîn û di civakên mezin ên dîasporayê de li Ewropayê dijîn. Ev rewş encama veguherînên siyasî û dîrokî yên demdirêj ên li herêmê ye. Ev belavbûna erdnîgarî rê li ber Kurdan nagire ku nasnameyên xwe yên çandî û zimanî biparêzin, lê ew wan li hember binpêkirinên têkildarî şer û bêaramiyê bêtir bêparastin û bêtir hesas dike.”

‘Destwerdanên herêmî rewşa Sûrîyeyê tevlihev kirin’

Derbarê pirsgirêkên yasayî û îdarî yên ku Kurd li Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin û bandora wan a li ser jiyana wan de Kebîra wiha got: “Kurd di demên berê de bi pirsgirêkên yasayî û îdarî re rû bi rû mane. Di encama van pirsgirêkan de nêzîkî 300 hezar kes ji pergala hemwelatîbûnê hatine dûrxistin. Ev yek bi hezaran zarok û ciwan di rewşek ji hêla yasayî ve bêparastin de hiştiye. Ev pirsgirêkên avahîsaziyê, bûne sedema kombûna rewşên civakî û mirovî yên tevlihev ku bandorên wan heta roja îro jî berdewam dikin.”

Kebîra diyar kir ku ev rewş bi destpêkirina krîza Sûrîyeyê ya di sala 2011’an de re xirabtir bûne û wiha pê de çû: “Çalakiya zêde ya komên çekdar ên tundrew bandorek neyînî li ser jiyana sivîlan, bi taybetî jî li ser jin û zarokan, kiriye. Destwerdanên herêmî rewşa Sûrîyeyê tevlihev kirin. Êşa nifûsê, bi taybetî jî li deverên girîng ên stratejîk û aborî, zêde kirine. Kurd ne civatek marjînalîzekirî ne, ew beşek ji tevna neteweyî ya Sûrîyeyê ne. Kurd li Hesekê, Helebê, Qamişloyê û Şamê dijîn. Civakên wan ji rewşenbîr û kesên çalak pêk tên. Armanc dikin ku dema ku rêz li cûrbecûrîya wan a çandî û dîrokî digirin, yekîtiya gelê Sûriyeyê biparêzin.”

Rola jinên Kurd a di şerê li dijî komên tundrew de

Kebîra behsa rola jinên Kurd a di şer de jî bi bîr xist û ragihand ku rola wan a girîng di şerê li dijî komên tundrew de hatiye dîtin. Kebîra da zanîn ku hebûna jinan li eniyên pêş ne tenê bi aliyê ewlehiyê ve sînordar bûye, wan her wiha rola parastina mafên mirovan û nirxên civakên herêmî jî girtine ser xwe. Kebîra got ku zehmetî ne tenê bi bandorên rasterast ên şer ve sînordar in û wiha berdewam kir: “Ew di heman demê de mijarên wekî koçberî, zehmetiyên gihîştina perwerdehiyê û sînorkirinên li ser medyayê û çalakiyên parêzvaniyê yên li herêmên şer jî vedihewîne. Ev rewş di derbarê bandora mekanîzmayên parastina navneteweyî yên ji bo sivîlan hatine veqetandin de, pirsan derdixe holê.”

Nêzîkatiyên navneteweyî yên cudaxwaz

Kebîra Şater nêzîkatiya civaka navneteweyî û medyayê ya li hember krîzên mirovî jî cûda nirxand. Li gorî wê, di nêzîkatiya krîzên navneteweyî de durûtî heye. Kebîra sedema vê nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: “Her çend medya û siyaset bi tundî li ser hin pevçûnan, wekî şerê li Ukraynayê disekinin jî, kêmtir balê dikşînin ser binpêkirin û encamên mirovî yên ku ji hêla nifûsên cûda yên li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê ve têne jiyîn. Ev cûdahiya di medyayê û tevlîbûna siyasî de, rasterast bandorê li mîqdara piştgirî û parastinê dike ku ji sivîlan re li herêmên şer tê peydakirin.”

‘Bêxemiya gumanbar a hevpeymaniya navnetewî gefê zêde dike’

Kebîra her wiha bal kişand ser xetereyên ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê û hêmanên din ên tundrew jî. Kebîra wiha got: “Vekirina girtîgehan û toleransa ku ji hêla hin aliyan ve li hember kiryarên komên tundrew nîşan didin, gefê li tevahiya herêmê, ji Iraqê bigire heya Lubnan, Filistîn û Misrê, dixwe. Bêxemiya gumanbar a ku ji hêla hevpeymaniya navneteweyî ve tevî daxuyaniya wê ya têkoşîna li dijî terorîzmê nîşan dide, vê gefê zêde dike.”

Girîngiya pirrengiya li Sûriyeyê

Kebîra Şater her wiha li ser mijara pirrengiyê ya li Sûriyeyê jî rawestiya. Kebîra diyar kir ku ew wê wekî gefek li ser yekîtiya neteweyî nabîne û wiha domand: “Ez vêya wekî hêmanek bingehîn a ji bo pêşketina mirovan û civakan dibînim. Li gor min girîngiya pirrengiyê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo pêkhateyên din ên li herêmê, zêde ye. Kêmkirina wê ya ji bo yek pîvana nasnameyê (ol, etnîsîte an girêdan) dê bandorên neyînî li ser mafên mirovan bike û hewldanên parêzvaniyê yên hevbeş qels bike. Nêzîkatiyek hişyar li hember hin destpêşxeriyên siyasî yên yekalî di qada navneteweyî de hewce ye. Nêzîkatiyên wiha, dikarin pirsgirêkan derbarê rêzgirtina ji bo qanûn û peymanên navneteweyî de biafirînin û bandorê li ser kombûna qanûna mirovî ya ku ji nîvê sedsala 20’an vir ve hatiye avakirin, bikin.”

‘Bila hêzên navnetewî bêtir bala xwe bidin pirsgirêka Kurd’

Kebîra Şatez, tekez kir ku parastina mafên Kurdan di bingeha xwe de wekhevî û parastina mafên mirovan e û wiha got: “Nêzîkatiyek berfirehtir li ser asta navneteweyî, divê li ser bingeha rêzgirtina ji bo cihêrengiyê, parastina sivîlan û hevgirtina mirovî ya ji hesabên siyasî yên teng dûr be. Rêzgirtina ji bo cihêrengiya çandî, etnîkî û olî, bingeha avakirina civakên dadperwer û aştiyane pêk tîne. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û aktorên di warê mafên mirovan de dikim. Bila bêtir bala xwe bidin pirsgirêka Kurd, sivîlan biparêzin û bandorên neyînî yên zêdebûna aloziyê li herêmên pevçûnê kêm bikin. Paşguhkirina berdewam a van pirsgirêkan, pirsên ehlaqî û qanûnî derdixe holê. Her wiha dibe ku encamên mirovî û ewlehiyê yên berfirehtir hebin. Ji ber ku Kurd elementek demografîk a girîng a li Rojhilata Navîn in û hebûna wan a di civakên penaberan de li Ewropayê heye.”