Rêzan Qadir: Jin dikarin bi riyên zagonî mafên xwe bistînin
Seroka Sendîkaya Tekstîlê Rêzan Qadir, got ku jin ne tenê dikarin mafên xwe bi dest bixin, di heman demê de dikarin bibin xwediyên dikanên piçûk û ji malên xwe bixebitin.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Jin bi hewldanên xwe ji bo avakirina cihên kar didomînin. Ji bo vê yekê bi hilberandina kelûpelan bi riya berhemên destan têdikoşin. Hinek ji wan li malê karê dirûtinê dikin û berhemên destan çêdikin, hinek jî di atolye û şîrketan de dixebitin. Lê belê hişmendiya ji bo tevlîbûna Sendîkaya Tekstîl û Dirûtinê kêm e. Ji ber vê yekê, serokê sendîkayê, Rêzan Qadir, jinan teşwîq dike ku tevlî sendîkayê bibin û dibêje: "Bi endambûna Sendîkaya Tekstîl û Dirûtinê, hûn dikarin ji mafên xwe bêhtir haydar bibin, rê li ber kardêrên xwe bigrin, nikaribin tundiyê li we bikin û mafên we binpê bikin. Her wiha hûn dikarin bi perwerdeyên curbecur jêhatîbûna xwe baştir bikin û bibin xwedî karên xwe yên serbixwe."
‘Endamtiya sendîkayê girîng e’
Rêzan Qadir, diyar kir ku ew ji sê salan zêdetir e seroka sendîkayê ye, got ku gelek kesên bi destên xwe dixebitin, xwarinê amade dikin, pêlav (klaş) çêdikin û di karên curbecur ên din de dixebitin, li sendîkayê hatine qeydkirin. Bi gotineke din, jinên ku xwediyên karsaziyên piçûk in, beşek ji sendîkayê ne.
Rêzan Qadir diyar kir ku kesên di hemî waran de karên destan, dirûtinê û hilberîna xwarinê dikin, dikarin bi riya sendîkayê bibin endam û jin dikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ew li cihên kar an jî bi kardêrên xwe re rû bi rû dimînin, serî li sendîkayê bidin. Her wiha tekez kir ku welatî bi têra xwe ji girîngiya endamtiya sendîkayê haydar nîn in lê bi saya endamtiya sendîkayê, gelek pirsgirêkên jinan li cihên kar bi riya peymanên bi kardêran an jî bi riyên yasayî, hatine çareserkirin.
‘Zêdetirî 600 endamên sendîkayê hene’
Rêzan Qadir da zanîn ku bi saya endametiya sendîkayê, jin dikarin bi qanûnî dozê li kesên ku li cihê kar li dijî wan şîdetê dikin vekin û wiha got: “Jin dikarin berhemên xwe di çalakî û festîvalên ku bi riya sendîkayê tên organîzekirin de bifroşin. Her wiha ew dikarin bi kartên endametiya sendîkayê ji xizmetên dermankirinê yên li Nexweşxaneya Safinê ya li Silêmaniyê sûdê bigrin.”
Rêzan Qadir destnîşan kir ku jin di sendîkayê de pir çalak in û bi taybetî di dirûtinê de baldar û xwedî ezmûn in û got ku niha zêdetirî 600 endamên sendîkayê hene. Her kesê ku dixwaze bibe endam dikare bi nasnameya xwe û wêneyekî serlêdan bike û endamtiya xwe ya salane nû bike.
Rêzan Qadir di dawî de vê bangê kir: "Em dixwazin jinên ku berhemên destan çêdikin bibin endamên Sendîkaya Tekstîl û Dirûtinê. Bi vî rengî ew dikarin ji çalakiyên me sûdê bigrin, berhemên xwe di festîvalan de nîşan bidin û beşdarî bernameyên perwerdeyê yên curbecur bibin. Em dikarin di damezrandina karsaziyên piçûk de jî piştgiriyê bidin jinan û ew jî dikarin bi saya nasnameya xwe ya sendîkayê xwe li cihên kar biparêzin."