Rêzan Nûredîn: Dîroka Kurdistanê bêyî rola jinan kêm dimîne
Ji dîrokê ve, jinên Kurd di jiyan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê de roleke bi bandor û girîng lîstine. Jinan ne tenê di tevgeran de, di qonaxên dîrokî de, di warê rêveberî, berxwedan û parastina nasname û bîranînên neteweyî de jî cih girtine.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Bi guherînên siyasî û civakî re, jinan bi awayên cûda rol girtine. Ji jiyana civakî û malbatî bigre heta perwerde û nivîsandinê, medyayê, têkoşîna siyasî, civakî û beşdarbûna tevgerên Kurdistanê jinan rolên gelek girîng girtine ser xwe. Ji dîrokê ve, jinên Kurd di jiyan û tevgera azadiya Kurdistanê de roleke bi bandor lîstine. Ji serokatiya eşîrî bigre heta beşdariya çekdarî û siyasî, rola wan di guhertinên civakî û neteweyî de diyar e. Di dîrokê de, jinên Kurd ne tenê bi jiyana navmalî re sînordar bûn, di warên siyaset, wêje û zanistê de jî xwedî cihekî berbiçav bûn.
‘Jin di demên dîrokî de piştgir bûne’
Mamoste Rêzan Nûredîn têkildarî dîroka Kurdistanê û roja jinan a di dîrokê de wiha got: “Dîroka rizgariya Kurdistanê bêyî navê jinên Kurd dê kêm be. Ji ber ku em dizanin, jin hene di gelek demên dîrokî de piştgirî û arîkarî dane, gelek jinên Kurd ji bo doza Kurd xizmet kirine û şopa xwe hiştine. Ew dikaribûne kesayetiya jinên Kurd, hem di warê serokatiyê de hem jî di warê nivîsandinê de, heta astekê bibin. Cudahiya di navbera jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn de ew e ku wan qet nexwestiye bên paşguhkirin.”
‘Di dîrokê de gelek jin hene’
Rêzan Nûredîn wiha behsa navê jinên di dîrokê de şopa xwe hiştine kir: “Jinên navdar ên Kurd Qedem Xêr û Mîr Xanzad hene, piştî kuştina birayên xwe, serokatiya Xanedanê girtine ser xwe û heft salan bi rê ve birine. Jineke din a leheng, Mastûre Erdelan e. Hem dîroknas e hem jî helbestvan. Mastûre di serdemeke ku jin nikaribûn binivîsînin de dest bi nivîsandinê kiribû, bi awayekî jinane dinivîsand. Xanim Cîhan Paveyî heye, bi zaravayê Hewramî helbestan nivîsandiye.”
‘Hepsexan Neqîb jinan perwerde dikir’
Rêzan Nûredîn wiha domand: “Gelo jinên serok tiştek kirine ji bo guhertina civakê? Hapsexanî Neqîb di sedsala 20’an de alîkariya Şêx Mehmûdê Hefîd kiriye. Wê di têkoşîna xwe de her dem piştgirî daye jinên Kurd, karekî mezin û mayînde kiriye. Ji bo jinên Kurd dibistan vekirine, çûye ber deriyên malan, jin kom kirine û xwendinê hînî wan kiriye. Her wiha Komeleya Jinan ava kiriye. Ji bo wê demê karek taybet dikir. Mîna ku bibêje divê dengê jinan bi xwe hebe. Rast e em alîkariya pêşxistina tevgera neteweyî ya Kurd dikin lê divê em bibin dengê xwe. Bi dehan sal berê, li Helebceyê Adîle Xanim hebû dikaribû bi salan weke rêberên baş û xwedî nêrînên siyasî yên rast, Helebceyê bi awayekî baş birêve bibe. Ew dayîka Tayer Begê Caf û Ehmed Muxtar Begê Caf e.”
‘Ji sedsalana rola jinan di têkoşîna Kurdistanê de heye’
Rezan Nûredîn da zanîn ku jin ligel alîkarî û piştgiriyê dikarin pêşengiyê bikin û wiha got: “Fatma Reş li bakur heye. Xanim Eyşê Gureke li navçeya Koye heye. Kesên weke Leyla Qasim hene ku dikaribûn tevgera neteweyî li gorî bawerî û perwerdeya xwe şîrove bikin. Ev xaleke zêrîn a têkoşîna jinan e, dîrokek e ku ji aliyê Leyla Qasim ve hatiye afirandin. Yên berê gaveke baş avêtin û di wê demê de şer kirin, çek hildan. Ew jinên ku derfeta wan rêbertiyê hebû, tevî dema wan kurt bû jî bi serkeftî rêberî kirin.”
‘Gelek tişt bûn sedem ku çanda baviksalarî li ser jinan serdest be’
Rêzan Nûredîn anî ziman ku demên wisa hebûne mirov berpirsyarên siyaset, serokatî, nivîsandin û hemû warên din ên ku mirov dikare bi nav bike, bûn û got: “Mirovahî ji çend qonaxên sereke derbas bûye. Li Kurdistanê jî heman pirsgirêk heye lê gava jin bi xwe şiyar dibin, yekem kesên me yên ku derdikevin pêş, ji xanedanan derdikevin, ew kesên xwedî rewşeke aborî ya baş in lewma dikarin di warên nivîsandin û serokatiyê de derbikevin pêş. Ev nayê wê wateyê ku hejmara jinan kêm e. Jinan heta astekê di tevgerên siyasî yên neteweyî de bi awayekî berfireh piştgirî û teşwîq dane mêran. Gelek sedem hene ku dîroknasên me bi piranî mêr in û çanda baviksalarî li ser jinan serdest bûye. Van tiştan rê li ber derketina pêş a jinan girtine.”
‘Jin dixwazin bi xwe dîrokê binivîsînin’
Rêzan Nûredîn destnîşan kir ku jinên Kurd bi awayekî çalak beşdarî hilberîna aboriya malbatî û eşîrî bûne. Jinan di hilberîna çandiniyê de roleke girîng lîstine û wiha berdewam kir: “Bi taybetî jinên Kurd qet nesekinîn, di her warî de berhemdar bûn. Di sedsala nû, serdema modern de, jinên me hem di warê siyasî û hem jî di warê nivîsandinê de balê dikişînin ser mijarên jinan.”
‘Jin bi her awayî têkoşiyan’
Rêzan Nûredîn di dawiya axaftina xwe de wiha behsa pêşengiya jinan kir: “Li Başûr, Xatûn Margaret yekemîn jina Pêşmerge ye. Li Rojhilatê Kurdistanê, di salên 80’ê de, jinên me çekdar û fermandarên leşkerî bûn. Di sedsala 21’ê de, têkoşîna çekdarî ya jinên rojavayî gelek belav bû. Jin bûn şervan, artêşa xwe ava kirin. Gelek kesên di warê nivîsandin û wêjeyê de û her wiha rewşenbîr hene ku behsa êş û azarên jinan dikin. Jiyana xwe ji bo xebata jinan feda kirine. Têkoşîna jinan ne tenê bi zayenda li Kurdistanê ve girêdayî ye. Kurd ji aliyê dewletên dagirker ve hatine çewisandin. Di nava vê de jî jin hem ji aliyê dewletan ve hem jî ji aliyê feraseta mêrane ve rastî zordariyê tên. Zordestiyeke din jî heye, ew jî zordestiya aborî ye. Lewma jinên Kurd li dijî van aliyên zordest têdikoşin. Niha gelek jinên rewşenbîr û nivîskar hene. Çi di warê berhemên wêjeyî de çi jî di aliyê lêkolînan de be gelek jin hene her wiha jinên lîstikvan rojnameger jî her diçe zêde dibin. Hewldaneke baş heye ji bo ku jinan ji rewşa jinên bûne hedef derbixin. Jin dixwazin xwedî kesayetî û nasnameya xwe bin û di vê serdemê de dîrokê bi xwe binivîsînin.”