Rêzan Noredîn: Jin bûne amûrên kapîtalîzmê
Modernîteya kapîtalîst ku wekî "serdema herî tarî ya dîrokê" ji bo jinan tê zanîn, dixwaze bi dagirkirina beden û ruhê jinan civakê hedef bigre, navaroka hemû tiştan vala derbixe û nirxên mirovahiyê tune bike.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Her çiqasî sîstema modernîteya kapîtalîst bi gotinan behsa azadiya mutleq û mafên jinan bike jî di rastiyê de beden û ruhê jinan veguherandiye qada herî kûr a bazirganî û qezencê û bi riya zihniyeta baviksalar rûmeta jinan daxistiye asta metabûyînê.
Ev sîstema ku li ser "koletiya modern" hatiye avakirin, wêneyek çêkirî û derewîn ê bedewî û nasnameya jinan ava kiriye da ku bikaribe bedena jinan weke paşxaneyeke neçar bikar bîne, kelûpelên xwe bi riya pîşesaziyên modayê, reklam û medyayê bifroşe. Li gorî vê perspektîfê, bedewî êdî nirxek xwezayî û resen nîn e, veguheriye pîvaneke kîmyewî û cerahî ku jinan neçar dike her gav di nava qalibek de bin, ji bo balkêşiyê gelek tişt diyar kirine û hewl dide wan neçarî wan tiştan bike.
Armanc ew e ku jinan ji eslê wan û dîroka wan dûr bixin
Ev pêvajoya ku wekî bazirganîkirinê ye, ne tenê êrîşeke fizîkî ye, di heman demê de şerekî nerm û psîkolojîk e; armanc dike jinan ji eslê wan ê rastîn û dîroka wan dûr bixe. Dema ku jin tenê ji aliyê bedenî ve tên nîşandan, ji hêza siyasî û civakî dûr dikevin û bêpar dimînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefe û paradîgmaya xwe "Jin Jiyan Azadî" ji jinan re wêneyeke cuda, pêşketî û şoreşger pêşkêş dike û diyar dike ku jin ne amûr in, mirovên azad û pêşengên guhertina demokratîk in. Cudahiya di navbera jinên têkoşer û wêneyê hevpar ê ku ji aliyê reklaman ve tê ferzkirin de "azadî û koletî" ye.
Bi riya pîşesaziya modayê, reklam û medyayê, pergala kapîtalîst wêneyekî çêkirî yê jinan afirandiye ku tenê ji aliyê bedenî ve hatiye xemilandin. Ev şêweyeke "koletiya modern" e ku tê de jin neçar dimînin li gorî qalibên xweşikbûna bazirganiyê tevbigerin. Ev pêvajo ne tenê zirarê dide derûniya jinan, di heman demê de dibe sedem ku jin weke mirovên xwedî raman û felsefe neyên dîtin û tenê wekî "amûrên bikaranînê" bimînin.
Vegera li nasnameya "jina têkoşer" tekane riya rizgarkirina mirovahiyê y
Têkoşîna îro ya jinan li her deverê li çiya, li gund û bajaran li dijî zîhniyeta dagirker, di rastiya xwe de şoreşeke rewşenbîriyê ye. Bi wê yekê dikarin zincîrên kapîtalîzmê yên li derdora mejî û bedena xwe bişkînin. Ji ber vê yekê, vegera nasnameya "jina têkoşer" tekane riya rizgarkirina mirovahiyê ji pençên modernîteya kapîtalîst û avakirina jiyana nû ye ku tê de rûmeta mirovan ji hemû destkeftiyên madî girîngtir be.
Ev rapor tekez dike ku her gava ber bi hişmendiya jinan ve şikestineke mezin e di pergala bazirganî de ku bedena jinan ji bo berjewendiyên xwe veguherandiye qada şer.
Ji ber hebûna vê pergalê, ‘bedewî’, ‘xweşikbûn’ êdî wekî nirxekî xwezayî û mirovî nayê dîtin, veguherîne pîvaneke bazirganiyê ku tenê sûdê dide şîrketan. Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan dibêje "jin mêtingeha yekem e di dîrokê de", mebesta wî ew e ku balê bişkîne ser pêvajoya berdewam ku tê de kapîtalîzm hewl dide jinan ji nirxên wan ên dîrokî û şoreşgerî dûr bixe. Reklam, fîlm û pîşesaziya modayê ne tenê amûrên bazar û firotinê ne, zincîrên nû ne ku mêjiyê jinan bi wêneyê çêkirî yê ji hêla mêr û sermayeyê ve hatiye avakirin ve gire didin.
‘Jin bingeha jiyanê û çavkaniya guhertina demokratîk in’
Têkoşîna jinan ji bo azadiyê ne tenê daxwazeke ji bo wekheviya qanûnî ye her wiha şoreşeke rewşenbîrî ye li dijî dîtina weke "metaya cinsî" an "hêza kar a bêqîmet û bê heqdest." Vegera li zanista jinê jineolojî û nasnameya rastîn a jinan tekane riya ku mirov vê bazara qelebalix a mirovahî tê de tên kirîn û firotin bişkîne. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst berî her tiştî têkoşînek e ji bo vegerandina rûmet û nasnameya rastîn a jinan e. Di ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, jin ne bedenek ku bi kelûpelan were xemilandin yan jî meta ne, bingeha jiyanê û çavkaniya guhertina demokratîk in.
Rêberê Gelê Kurd modernîteya kapîtalîst wekî ‘kujerê jinan’ pênase dike
Di analîzên xwe yên kûr de, Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan modernîteya kapîtalîst wekî sîstema "kujerê jinan" pênase dike ku tê de bedena jinan bûye amûra bazirganiya sermayeyê. Jin "Koleyeke modern e" ku bi dilxwazî zincîrên sîstemê li xwe dike. Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan tekez kir ku kapîtalîzm bi navê azadiyê jinan ji cewherê jiyanê dûr xistiye û wan veguherandine amûrên xemilandinê li pişt camên dikanan da ku bala xerîdaran bikşînin. Wek çareserî, Rêber Abdullah Ocelan pêşniyar dike ku jin divê dîrok û cewhera xwe bi riya zanista jinê Jineolojiyê ji nû ve keşf bikin û fam bikin ku xweşibûna rastîn di "azadî û îradeyê" de ye, ne di pîvanên çêkirî yên ji aliyê makyaj û estetîkê ve tên ferzkirin de ye. Ew peyamek dide û tê de şêweyê rizgarbûna jinan ji bazirganîkirinê nîşan dide ku ne tenê bi guhertina qanûnan dikare were bidestxistin her wiha bi riya şoreşeke derûnî jî hewce dike ku tê de jin bedena xwe ji kar û hişmendiya baviksalar azad bikin, biparêzin.
‘Di demên cuda de jin bûne metayên bazirganiyê’
Nivîskar û wergervan Rêzan Noredîn têkildarî vê mijarê wiha dibêje: "Ez dixwazim bi çîrokeke beriya kapîtalîzmê dest pê bikim. Di pirtûka Dr. Serwar Ebdulrahman, a bi navê ‘Keçên Êzidî yên kole’, de dibêje ku yek ji mezintirîn êrîşên li ser Êzidiyan ji aliyê mîrê Rewandizê ve beriya 1800 sal pêk hatiye. Li gorî agahiyan mîr wekî diyarî 1000 jinan ji bo mîrên wê demê birine. Mebesta min ew e ku di demên cuda yên dîrokê de, heta beriya ku dîrok were nivîsandin jî her hêz û her hikûmetê êrîş kiriye, di şerên cuda de û di dawiyê de jin bûne metayên bazarê.”
Rêzan Noredîn behsa rêça dîrokî kir û wiha pêde çû: “Ji aliyê dîrokî ve, beriya ku em bigihîjin serdema kapîtalîzmê û kombûna sermayeyê, mekanîzmeyên ku ji hêla sermaye û pergala kapîtalîst ve bi hemû aliyên xwe yên cuda siyasî, çandî, li her derê hatine bikaranîn da ku bi awayên cuda ji me re bibêjin bi pêş bikevin û hinek warên girîng ên jiyanê bigrin destên xwe.”
‘Em bûn amûrên kapîtalîzmê’
Di berdewamiya axaftina xwe de Rêza Noredîn bal kişand ser şêweyê ku Pergala Kapîtalîst pê jinan dixapîne û wiha bi lêv kir: ‘’Pergala kapîtalîst bi riya mekanîzmeyên cûda ji me re dibêje; divê jin tenê kelûpel bin ku ez ji bo we pênase dikim. Kapîtalîzm di du mînakên berbiçav, medya û sinema de, roleke girîng dilîze da ku jinan wekî kelûpel û metayên herî bê nirx nîşan bide. Wek mînak dema ku jinek wekî jineke bedew li ser reklam dikin, kapîtalîzm pênaseya her kesî ya xweşikbûnê guhertiye. Em bûne amûrên kapîtalîzmê. Ji aliyekî ve, jin dixwazin debara xwe bikin. Ji aliyekî din ve jî, jin pereyên ku qezenc dike dixe qirik kapîtalîzmê da ku bedena xwe biçûk bike, emeliyatên mezin çêbike da ku bibe li gorî daxwazên sîstema kapîttalîzimê ku ew emeliyat bandorek neyînî li ser tevahiya jiyana wê avadikin. Gelek kes her roj drama û fîlman temaşe dikin û sînemayê meyzandina me guhertiye û xweşikbûn kiriye pîvanek; li gorî wê pîvanê jî jin kiriye kelûpelek, bandorek mezin li ser civakê çêkiriye, nexasim li ser jinên ciwan bandor mezintir avakiriye.”
‘Divê sînema û medya ji bo başkirina hişmendiya civakê bixebitin’
Rêzan Noredîn girîngiya rola medya û sînemayê destnîşan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pirsgirêk di du rojan de çareser nabe û cîhana kapîtalîst demek dirêj e li dijî wê dixebite. Jinên di civakê de û jinên ku mafên mirovan û mafên jinan diparêzin hewl didin di nava civakê de asta hişyariyê bilind bikin. Ji ber vê yekê, sînema û medya divê ji bo başkirina asta hişmendiya civakê bixebitin û lêkolînên di vî warî de dikarin bikêrhatî bin û cudahiyê çêbikin. Jinên ciwan xwedî şiyan in û xweşik in û ez ji wan dixwaz dikim ku teknolojiyê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bikar bînin. Bi wê projeyên xwe bi pêş bixin her wiha divê xwe û hawirdora xwe bi riya aborî, zanist, çand û aliyên cuda yên jiyanê bi pêş bixin.”