Rêzan Şêx Dilêr: Em ê mafê Xezal Mewlan bi dest bixin

Parêzer û parlementera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr dibêje: “Emê ji bo lêkolîna sedemê şehîdbûna Xezal Mewlan, lijneyek zagonî ava bikin û em ê wek parêzer mafê Xezal Mewlan bi dest bixin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Roja 14’ê Nîsanê, rejîma Îranê êrîşî kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê kir. Di encama êrîşê de sê kes birîndar bûn ku yek ji wan pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlanî ya 20 salî bû. Piştî birin nexweşxanaye hikûmî, tenê çareseriya destpêkê encam dan, piştre bi rêya peywendî û serdankirina çend nexweşxaneyên taybet, ji ber nebûna destûra emnî û çend sedemên din nehate çareserkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştre malbat û hevalên wê diyar kirin ku sedemê şehdîbûna Xezal Mewlan xemsarî û negirtina nexweşxaneyên taybet e. Ev rewş dengevedanek mezin di nava civakê de bi xwere anî. Ji ber wê di 16’ê Nîsanê de Navenda Metro û parêzeran bi daxuyaniyek a çapemeniyê ragihand ku divê derbarê wan nexweşxaneyên taybet ku Xezal Mawlan ruxmê ku birîndar bû negirtin lêkolînên zagonî were vekirin. Ji bo lêkolîna dozê daxwaza avakirina lijneya zagonî kir. Piştre ji aliyê heval û hevpişeyên wê ve Xezal Mewlan li goristana Şêx Ehmedê Hindê sipartin xakê.

‘Em parêzer em ê mafê şehîd Xezal bi dest bixin’

Parêzer û parlementera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku ji ber şerê ku berê xwe daye herêma Kurdistanê, di encama êrîşên dronan li ser kampa Komeleya Demokrat de, Xezal Mewlan şehdî bû. Di vê derê de sûcek mirovî di dema birîndarbûna Xezal de hate kirin. Her wiha tevî ew cihên ku penaberên siyasî lêne, an jî her penaberek din hebe, divê pêwîstî û bijîşkên pispor lê hebin. Lê belê ji ber xemsariya aliyên peywendîdar, piştre gihandina ji bo nexweşxaneyên taybet ên Silêmanî, lê belê ji ber sedemê siyasî wernegirtin, di vir de em nikarin tenê yek nexweşxaneyê sûcdar bikin. Wek tora parêzeran bi rêya avakirina lijneyek ji lêkolîner ku ji bijîşk, parêzer, dadwer û çend aliyên din ên zagonî avadibe wê ew xemsariya ku malbata Xezal qalê dikin were lêkolîn kirin. Ger di nexweşxaneyan de xemsarî hebe, bê guman rola wan di şehîdbûna Xezal Mewlana de heye. Ev yek dibe sucê sedema vê yekê.”

‘Wek parêzerek jin heta dawiyê emê lêkolînên xwe bi domînin’

Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha em li gel aliyên peywendîkar kar dikin da bikarin lijneyekê di demek zutir de ava bikin. Li gorî zagonan her nexweşek dema serdana nexweşxaneyan bikin divê nexweşiyê wan werin çareserkirin. Heta ger sûcdar jî be û cezayê darvekirinê li ser be û terorîst be jî. Li gorî peymanên cîhanî, hiqûqa mafê gerdûnî, mafê çareserkirinê hemû nexweşan di nava nexweşxaneyan de heye. Lê belê heta lijne neyê avakirin, em nikarin biryar li ser sûcdarkirina nexweşxaneyan bidin. Her wiha wek parêzerek jin di doza şehîdbûna Xezal Mewlan de, heta dawiya lêkolînê û girtina mafê wê ezê bi xebitim. Başûrê Kurdistanê mala her Kurdekê ye. Nabe li bajarê xwe neyên parastin û rêz lê neyê girtin. Em nahêlin ji ber xeletiyek yên berpirsên nexweşxaneyan bajarê me were reşkirin. Emê mafê Xezal Mewlan bi dest bixin.”