Rêxistinên mafên mirovan ji bo êrîşên Hûsiyan bang li rayedaran kirin

Rêxistin û dezgehên mafên mirovan ên Yemenê ji bo lêpirsînên, êrîşên li ser taxên qerebalix, daxwaza mudaxeleya lezgîn kirin û tekez kirin ku êrîş û zirara li ser tesîsên xizmeta giştî divê werin rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên bêserûber ên bi mûşek û dronên ku ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin, xeleka berfireh a tundiyê li dijî sivîlan nîşan dide.

Duh rêxistinên mafên mirovan ên Yemenê bang li rayedaran kirin ku lêpirsînên dadwerî yên tavilê û bê şert û merc li ser êrîşên Hûsiyan li ser tax û deverên qerebalix bidin destpêkirin. Hat xwestin ku li cihê gelek kesan jiyana  xwe ji dest dane û zirarên mezin gihîştine milkên giştî û binesaziyê lêkolînên baş werin kirin.

Hedefgirtina sivî û binesaziyê li dijî zagonên mirovî ye

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku hedefgirtina sivîlan, tesîsên aborî û kampên ji bo kesên koçber binpêkirina zagonan e. Her wiha hat diyarkirin ku li Marib, derdora bendera Mocha û nexweşxaneyên meydanî, ji bilî binpêkirinên berdewam li Taiz, Hodeydayê û Hadramawtê, sûcên şer ên eşkere tên kirin. Hat destnîşankirin ku li dijî bîvan û rêgezên mirovî yên navneteweyî û Peymanên Cenevreyê ne.

'Serdanên meydanî ji bo belgekirinê hewce ne'

Rêxistinan her wiha bang li saziyên fermî yên têkildar, bi taybetî Wezaretên Dad û Mafên Mirovan û Komîsyona Lêpirsîna Neteweyî kirin ku serdanên meydanî bi hevkariya tîmên belgekirina mafên mirovan dest pê bikin. Her wiha hat xwestin ku cihên êrîşê vekolin, bermahiyên guleyan berhev bikin û hemû şahidiyên kuştiyan berhev bikin da ku dosyayên sûc radestî Dozgerê Giştî bikin. Her wiha li dijî her derengketina di belgekirin û tomarkirina van sûcan de hişyarî dan.