Rêxistinên jinan ên li Sûdanê tevî zehmetiyan jî xebatên xwe dimeşînin
Rêxistinên jinan, ji bo piştgiriya derûnî û civakî û binpêkirinan belge bikin, daxwaza edalet û hesabdayîna sûcdaran kirin û piştgiriya xurek, cil û berg û tenduristiyê pêşkêş kirin.
MÊRVET EBD EL-QADIR
Sûdan – Rêxistinên jinan ên li Sûdanê, di pêvajoya beriya serxwebûna Sûdanê de jî sekneke dîrokî nîşan dan; di sala 1952’yan de Yekîtiya Jinên Sûdanê hat damezirandin û bû koma yekem a jinan ku ji bo mafên jinan ên perwerde, kar û wekheviyê hat damezirandin. Piştre li Sûdanê, gelek rêxistin û komên din ên ji bo mafên jinan dixebitin, hatin damezirandin.
Ev rêxistinên jinan, di Şoreşa Kanûna 2018’an de çalak bûn û di hişyarkirina jinan de roleke mezin û girîng lîstin, derfetên kar ên ku jinan ji aliyê aborî ve bihêztir bikin, afirandin.
Di pêvajoya pevçûnên ku di Nîsana 2023’an de dest pê kirin de, gelek ji van rêxistinan bê ofîs man û hinek xebatên xwe rawestandin an jî li gorî pêdiviyên dema pevçûnan xebatên xwe guherandin. Rêxistinên jinan ên li Sûdanê, piştgiriyek girîng dan jinên ku ji pevçûnê bi bandor bûne. Jin bi êrîşên weke tecawiz, revandin û êrîşa zayendî re rû bi rû man.
Destkeftiyên siyasî û mafên mirovan ên di sala 2025’an de
Ji ber pevçûnê, gelek qanûnên ku di salên berê de ji bo sererastkirina mafên jinan hatibûn derxistin, bê erk bûn û bi taybetî di dema Şoreşa Kanûnê de, rêjeya temsîliyeta jinan a di parlamentoyê de ji sedî 30 bû. Her wiha ji bo başkirina mafên jinan qanûnên zewac û hevberdanê hatin guhertin û temenê zewaca qanûnî ya zarokên keç hat bilindkirin û zewaca zû hat qedexekirin. Cezayên li dijî tundiya nava malê hatin zêdekirin û ji bo jinên rastî tundiyê hatine qadên bi ewle hatin avakirin. Di heman demê de beşdariya jinan a ji bo muzakereyên aştiyê hat misogerkirin û vê yekê rola wan a di bidestxistina aramî û aştiyê ya li welat de xurt kir. Her wiha ji bo zêdekirina hişmendiya mafên jinan û wekheviya zayendî ya civakî kampanyayên hişyariyê hatin destpêkirin.
Di pêvajoya pevçûnê de rêxistinên jinan, bal kişandin ser dabînkirina alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî ya ji bo jinên rastî binpêkirinan hatine.
Rêxistinên jinan û rola wan a di xurtkirina edaletê de
Rêxistinên jinan ên li Sûdanê, di xurtkirina edaleta civakî û aborî ya jinan de roleke mezin dilîzin; ev rêxistin bi taybetî di bazara ne fermî de derfetên kar peyda dikin û parastina civakî ya jinan misoger dikin. Rêxistinan, piştgiriya derûn û civakî ji jinên ku ji tundî yan jî xizaniyê bi bandor bûne re pêşkêş dikin û her wiha perwerde û projeyên ku dê jinan ji aliyê aborî ve bihêz bikin fînanse dikin.
Di qada medyayê de, di sala 2025’an de di xebatên rêxistinên jinan ên li Sûdanê de pêşveçûnek girîng çêbû, bandorek mezin li ser temsîliyeta jinan di medyayê, dîjîtal, sivîl û biryardayînê de mîsoger kir.
Rojnamevanên jin, bûyerên siyasî bi riya medyayê ronî kirin û ev yek jî hişmendiya giştî ya li ser girîngiya wekheviya zayendî ya civakî bilind kir. Rêxistinên jinan, hewl dan di medyayê de îmaja klîşe ya jinan biguherînin û di warên curbecur de ji bo jinan modelên baş û rolên erênî pêşkêş bikin.
Rêxistinên jinan ên li Sûdanê rastî zehmetiyan hatin
Rêxistinên jinan ên li Sûdanê, rastî gelek zehmetiyan hatin. Yek ji wan ên herî girîng bendbendî siyasî ya bandorê li tevgerên jinan dikir bû û vê yekê ji bo aktîvîstên mafên jinan mercên dijminane û tirsnak diafirand. Gelek aktîvîst jî ji ber çalakiyên xwe yên civakî û siyasî rastî çavdêriya ewlehiyê û girtinan hatin.
Rêxistinên jinan jî rastî tundiya dîjîtal hatin û ev yek bû sedema bêdengkirina dengê jinan û dûrxistina wan a ji qadê. Nebûna fînansmanê, gef li berdewamiya karê wan xwar. Zehmetiyên aborî û civakî, ji ber pevçûn, şert û mercên aborî yên xirab, beşdariya jinan a ji bo karên giştî û siyasî jî sînordar kir.
Ji Navenda Awarte ya Jinan a li Eyaleta Kassala ya Rojhilatê Sûdanê Rinad Omar, diyar kir ku navend di sala 2023’an de ji hêla komek rêberên jinên ciwan ve piştî pevçûnê hatiye damezrandin û wiha axivî: “Armanca wê ew e ku xizmetên tenduristiyê yên bingehîn peyda bike, paketên tenduristiyê belav bike û bi beşdariya jinên herêmî ya ji bo pêvajoyê re parastinê misoger bike.”
Navendê, bi pêşengên jin re jinên ji cih û warên xwe bûne tesbît kir û di erka belavkirina alîkariyan de hevkariyê kir. Di sala 2025’an de, di nava xizmetên navendê de li navendên stargehan lidarxistina rûniştinên jiyana bi hev re ya aştiyane, kampanyayên hişyarkirinê yên têkildarî girîngiya aştiyê û pêwistiya beşdariya jinan a ji bo pêvajoyê û amadekariya beşdariya siyasî ya piştî şer û dabînkirina piştgiriya derûnî û madî çêbûn.
Navenda Awarte ya Jinan a Kassalayê, ruxmê dîroka xwe ya kurt jî li gorî rêzikname û rêziknameyên xwe yên navxweyî dixebite û bi riya civîna lijneya giştî, rêziknameyên bingehîn, polîtîkayên parastinê û rêziknameyên navxweyî pejirand, xebatên xwe yên ji bo jinan bi rêgez û polîtîkayên taybetî ve girêda.
Piştgiriya derûnî û belgekirina binpêkirinan
Setna Abdullah a li ser pirsgirêkên zayendî dixebite, destnîşan kir ku rêxistinên jinan tevî pevçûnên li welat jî roleke navendî lîstine û wiha axivî: “Ev rêxistinên ku berê bi piranî li Xartûmê bûn, bi saya koçberiya endamên xwe xebata xwe domandin û li eyaletên din belav bûn. Hewldanên nû mudaxeleyên lezgîn ên mîna piştgiriya derûnî, belgekirina binpêkirinan û xurtkirina aborî mîsoger kirin.”
‘Komên jinên ciwan xebatên xwe li Sûdanê xurt kirin’
Setna Abdullah, axaftina xwe wiha domand: “Vê rewşê, di rastiya jinan de guherînek girîng çêkir û tevî şert û mercên pevçûnê jî xebatên xwe domandin. Bi riya qada perwerdeyê, jinên Sûdanî gihîştin mekanîzmayên biryargirtinê yên mezintir. Her wiha derketina holê ya komên jinên ciwan, xebatên jinên ciwan ên li Sûdanê xurt kir.”
Setna Abdullah, diyar kir ku rêxistinên jinan, ji jinên ku ji ber koçberiyê bi şert û mercên aborî yên dijwar re rû bi rû dimînin re derfetên aborî pêşkêş kirine, atolyeyên perwerdeya aborî organîze kirine û di sala 2025’an de tevkarî ji avakirina çalakiyeke aborî ya jinan a bihêz li Sûdanê kirine.”
‘Xebatên rêxistinên jinan tên astengkirin’
Setna Abdullah, da zanîn ku zehmetiyên mezin ên xebatên rêxistinên jinan asteng dikin hene û got: “Rewşa li Sûdanê di dema pevçûnê de ne normal bû, gelek qanûnên der barê jinan de di asta zagonî û parlamentoyê de bêbandor bûn. Tevî ku belgeya makezagonî, ji bo jinan temsîliyeta ji sedî 40 dide jî bandorek neyînî li ser berdewamiya xebata sivîl a di dema Şoreşa Kanûnê de kir. Ji destpêka şer û vir ve, lêkolînerên jin li ser avakirina komên bingehîn, perwerde û çalakiyên hişyarkirinê sekinîn. Daxwazên jinan bandorek li ser çêkirina polîtîkayan nake û tevî ku plana neteweyî û planekî li ser bingeha biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye jî ev plan niha nayê bicîhanîn.”
‘Bicîhanîna biryara 1325’an dikare ji bo hemû jinan destkeftiyên rasteqîn mîsoger bike’
Setna Abdullah, diyar kir ku piraniya xebata jinan di vê heyamê de li ser piştgiriya derûnî, alîkariya zagonî û belgekirina binpêkirinên ku di dema pevçûnê de qewimîne bû, belgekirin bi sînor bû. Setna Abdullah, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşeroja jinan li Sûdanê hinek geşbînî heye. Bicîhanîna biryara 1325’an, dikare ji bo hemû jinan destkeftiyeke rasteqîn mîsoger bike. Pêvajoya piştî pevçûnê, ji bo komkirin û yekkirina daxwazên jinan dê derfetek girîng be. Di dema şer de, jinên ji dewletên cuda derfet dîtin ku hev ji nêz ve nas bikin û nêrînên xwe nêzî hev bikin. Vê yekê ji bo pêkanîna daxwazên hevpar ên jinan li seranserê welat, zemînek ava dike.”