Rêxistinên jinan: Divê pêşî li êrîşên li ser baweriyan bê girtin

Parazvanên mafên jinan ên li Sûriyeyê têkildarî komkujiya li Dêra Mar Eliasê destnîşan kirin ku ji êrîşkaran hesab nayê pirsîn lewma komkujiyên li welêt her ku diçe zêde dibin û xwestin ku komkujiyên li hember baweriyan bidawî bibin.

 NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li Sûriyeyê zagonên parastinê tunene. Ji ber vê yekê rojane komkujî çêdibin û hemû pêkhate bi xetereyê re rû bi rû ne. Di êrîşa li Şamê li dijî Dêra Mar Elias de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ev yek jî xetera li ser baweriyan nîşan dide. Bi desthilatdariya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re Sûriye bû cihê komkujiyên ku rojane diqewimin. Komkujiyên ku li bajarên peravên Sûriyeyê destpê kirin, nîşan dan ku armanca van êrîşan tunekirina pêkhateyên Sûriyeyê ye. Her dawî di êrîşa ku di 22’yê Hezîranê de li Şamê li dijî Dêra Mar Elias çêbû de, 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî bi giranî birîndar bûn. 

Têkildarî komkujiya ku li Şamê pêk hat, ji rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzu Temo û ji rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Siltana Xişo ji ajansa me re axivîn.

Ji rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzu Temo behsa komkujiya li dijî Dêra Mar Elias pêk hat kir û wiha got: “Li Dêra Mar Elias a li Şamê, wê rojê nêzî 300 kes kom bûbûn û di roja îbadeta wan de bi destên rêxistinên tundrew, êrîş pêk hat. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Piştî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) dest danî ser rêveberiya Şamê, li bajarên peravên Sûriyeyê dest bi komkujiyan kir. Tu cudahî di navbera wan û DAIŞ’ê de tuneye, ji derveyî xwe tu pêkhate û kesên din qebûl nakin.”

‘Ji ber tunebûna zagonan sûc tên kirin’

Arzu Temo diyar kir ku li Sûriyeyê  pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan, Êzidî û Elewî hemû bi hev re dijîn loma divê parastina wan were kirin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Van kes û koman gelek komkujî kirin li herêmên Sûriyeyê. Hikûmeta demkî li cihê ku parastinê bike û cihên îbadetan biparêze, êrîş dike. Ji ber ku zagon tunene li wê derê û her kes sûcekî dike, hesabpirsîn tuneye. Bangewaziya me ew e ku lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin. Kesên ku piştgiriya vê êrîşê kirine û pêk anîne divê hesabê herî giran bidin û ji bo êrîş dubare nebin, tedbîr werin girtin.”

‘Ev êrîşeke li ser baweriyan e’

Ji rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Siltana Xişo jî bal kişand ser xetereya li pêşiya gelan û li ser komkujiya li Şamê hat kirin, wiha axivî: “Bûyerên ku li Şamê qewimîn, gelek xirab bûn. Di demên dawî de gelek komkujî hatin kirin. Ji ber ku ji tu kesî hesab nayê xwestin, rojane kuştin û komkujî çêdibin. Êrîşa li ser dêrê gelek xirab û bi xeter e. Em weke Weqfa Jinên Sûriyeyê dibêjin kesên ku wiha kirin divê werin lêpirsînkirin. Ger hesab ji wan neyê pirsîn wê bûyerên bi vî rengî zêdetir bibin.”

 ‘Kesên van komkujiyan dikin divê hesab bidin’

Siltana Xişo destnîşan kir ku ger kesên ku komkujiyan dikin neyên dadgehkirin rewşa pêşeroja Sûriyeyê dê nediyar be û bi xwe re xeterên mezin bîne. Siltana Xişo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji niha ve xuya dike Sûriye bê parastin e. Weke Weqfa Jinên Sûriyeyê daxwaza me ew e ku ji kesên van komkujiyan dikin hesab were xwestin. Ji bo ku êdî li Sûriyeyê aramî çêbibe û hemû pêkhate bi rengîniya xwe çand, ziman û bawerî, bi hev re bijîn.”