Rêxistinên jinan binpêkirinên li Îranê şermezar kirin

Rêxistinên jinan û mafên mirovan, bi daxuyaniyekî binçavkirin û girtinên li Îranê şermezar kirin û gotin: "Divê civaka navneteweyî li dijî Îranê zimanekî tundtir bikarbîne."

Navenda Nûçeyan – Zextên li dijî aktîvîstên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome. 85 rêxistinên mafên mirovan, parêzer, aktîvîst, rojnamevan, kesayetên olî, Komeleya Navneteweyî ya Bîjîşk û Xebatkarên Tenduristiyê, Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, Yekîtiya Jinên Şoreşger û Tora Qûrewî ya Azadiya Girtiyên Siyasî yên Kurd û Îranî yên bertek nîşanî binpêkirinan dan, daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniya ku hat gotin, "Îran bi rêya îşkenceyê, darvekirinên girseyî, bêdengkirina navneteweyî û sînordarkirina girtiyan sûcên li dijî mirovahiyê pêktîne” û wiha got:

"Ev bandorek neyînî li ser jiyana bi mîlyonan kesan dike û welat ji edaletê bêpar dihêle. Divê civaka navneteweyî li dijî Îranê zimanekî tundtir bikar bîne. Ev berpirsiyariyek exlaqî ye û divê Neteweyên Yekbûyî ji bo hesabdayînê misoger bike û piştgirîya saziyan hemû hêza xwe bikarbîne. Her wiha divê dozên binpêkirinên mafên mirovan bişîne Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî."