Rêxistina Stêrk li dijî qetilkirina zarokan daxuyanî da

Rêxistina Stêrk a parastina mafên zarokan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Tehna yê Minbicê pêk hatibû û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dabûn sê jî birîndar bûbûn daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Qamişlo - Di 10’ê Cotmehê de dewleta Tirk êrîşê ser gundê Tehna yê girêdayê bajarê Minbicê kir û di encamê de du zarokên ku temenê wen di navbera 5 û 9 salî de bûn jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn. Li dijî van êrîşan Rêxistina Stêrk a parastina mafên zarokan li Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlibûna zarokan li dibistana Şehîd Mustefa Gulo hat dayîn.

‘Zarok zarokatiya xwe najîn’

Di daxuyaniya ku ji aliyê Robîn Abdullah ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Di hemû êrîşên ku li cîhanê çêdibin de, piranî zarok tên qetilkirin û bi taybetî di êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin de gelek zarok jiyana xwe ji dest didin û ji sedî 80 zarok ji jiyana xwe ya zarokatiyê dûr ketine. Zarok rojane rastî tundî lêdan tecawiz tên. Di roja 10’ê Cotemeha-2024’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşê ser gundê Tehna yê girêdayî bajarê Minbicê kir û di encamê de 2 zarokên ku temenê wan 5 û 9 salî bûn jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok jî birîndar bûn. Ev bûyer ne bûyera yekem e ku li herêmên me tê kirin û zarok dibin hedefa van êrîşan, rojane buyerên wisa diqewimin li ber çavên her kesê lê bêdengiyek heye.

Li ser navê rêxistina Stêrk a şopandin û parastina mafên zarokan û hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku erka xwe bi cih bînin, li gorî peymanên ku îmze kirine hemû zarokên cîhanê biparêzin û erîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin sekinandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.