Rêxistina Sara li dijî tundiya dîjîtal jinan hişyar dike

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Arzo Temo der barê hemleya wan a ji bo hişyariya li dijî şantaja dîjîtal got: "Hişiyarî xeta yekem a xweparastinê ye."

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hişyarkirina jinan û jinên ciwan li ser xeterên tundiya dîjîtal û rêbazên rûbirûbûna wê kampanyayek da destpêkirin. Ev hemle bi navê " Îstîsmara zayendî û şantajên dîjîtal sûc in, nebin şirîkê veşartina wan" hat lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî cîhanê tundiya dîjîtal û êrişa zayendî di nava jinên ciwan de, bi awayekî metirsîdar zêde dibin, ev jî dibe sedem ku tundiya li dijî jinan û pirsgirêkên derûnî û civakî zêdetir bibin. Ji ber vê hewcedarî bi vê kampanyayê hebû. Dê du mehan kampanyayê bi balkişandina ser bûyerên êrişa zayendî û şantajên dîjîtal bidomin. Her wiha hişmendiya civakê li ser pêwistiya parastina jin û jinên ciwan zêde bike, da ku li dijî van bûyeran benda tirs û bêdengiyê bişkînin. 

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Arzo Temo der barê armanca hemleyê de ji ajansa me re axivî.

'Hişyarî xeta yekem a parastinê ye'

Arzo Temo di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser kampanyayê û wiha got: "Ev hemle di 1'ê Tîrmehê de hat destpêkirin û heta 1'ê Îlonê dê bidome. Bi riya xebatên me yên parastina mafên jinan, me di demên dawî de zêdebûnek metirsîdar di bûyerên şantaja elektronîk de, di nava jinên ciwan de, dît. Di encamê de piraniya bûyerên tundiyê û qetilkirina jinan li herêmê bi gef û şantaja dîjîtal ve girêdayî ne. Armanca me ew e hişyariya civakê li ser xeterên van sûcan zêde bikin, jin û jinên ciwan teşwîq bikin ku bê tirs û dudilî bi şantajê re rûbirû bibin û bêdengiya ku ser wan hatiye ferzkirin, bişkînin. Ji ber ku hişyarî xeta yekem a parastinê ye."

'Jinan li dijî şantaj û îstîsmaran hişyar dikin'

Arzo Temo bal kişand ser encama hemleyê ku ev mehek e dest pê kiriye got: "Bi riya kampanyaya me, jinan hêz û dengên xwe kirin yek da ku peyama me bigihîjînin hemû beşên civakê û hişyariya jinan li ser xeterên înternetê, bi taybetî dema ku dor tê ser şandina wêne û vîdyoyên kesane, zêde bikin. Ji bo ku nebin hedefeke hêsan ji bo şantaj û tundiya sîber. Çalakiyên kampanyayê ne tenê bi bajarê Qamişloyê ve sînordar bûn, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn ku çalakî bi hevrêziya Rêxistina Sara û ofîs û kampên girêdayî wê li herêmên cuda hatin pêkanîn."

'Dê rûniştinên diyalogê bên lidarxistin'

Arzo Temo armanca kampanyayê bi lêv kir û wiha pê de çû: "Bi riya anketek ku em li ser medyaya dîjîtal parve dikin ku komek pirsan ji koma hedef re vedihewîne. Piştî dagirtina van anketan, em encaman analîz dikin û rewşê dinirxînin ku dihêle em hewcedariyên jinan bi rastî fam bikin. Di qonaxa din de, em rûniştinên diyalogê li dar dixin ku beşdarî ezmûnên jiyana rastîn ên tundiyê, şantaj û êrişa zayendî nîqaş dikin û derfetê didin wan ku ji hev fêr bibin û rêbazên parastin û pêşîlêgirtinê biguherînin. Armanca van rûniştinan ew e ku jinan bi zanîn û baweriyê hêzdar bikin da ku dema bi gefên îk re rûbirû bimînin, tedbîrên guncav bigrin xwe biparêzin."

'Tirsa ji damxeya civakî wan ber bi krîzên psîkolojîk ve dibe'

Arzo Temo da zanîn ku jinên ciwan dibin armanca şantajkaran û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Jinên ciwan herî zêde dibin hedef, ji ber ku ew bi hêsanî ji hêla hestiyarî, zayendî û darayî ve b tundiyê re rû bi rû tên. Tirsa ji skandal û demxeya civakî wan dixe nav krîzên psîkolojîk ên giran ku dibe hinek ji wan ber bi biryarên trajîk ve biçin. Di hinek rewşan de heta dawî li jiyana xwe tînin. Em destek didin jinan û parastina wan dikin. Her wiha piştevaniyê ji wan re peyda dikin. Şantajkar piraniya wan zekaya çêkirî bi kar tînin da ku jinên ciwan bi awayên tirsnak û xeternak îstîsmar bikin. Ev jî bandorê li malbatan dike û derûniya wan xirab dike."

Bi malbatan re jî nîqaş û diyalogê dikin

Arzo Temo tekez kir ku ew di nava kampanyayê de malbatan jî hedef digrin û wiha domand: "Em civînên hişyarkirinê bi malbatan re li dar dixin da ku wan ji xeterên vê tundiyê yên bi riya zekaya çêkirî agahdar bikin. Di gelek rewşan de, malbat rewşê fam dikin û pirsgirêk bi aştiyane çareser dibe. Her wiha perwerdeya hişyarkirinê didin jinên ciwan ku dihêle ew fêm bikin ka çawa bi rewşên tundiya dîjîtal û gefan re mijûl bibin û şiyana wan a rûbirûbûna van dijwariyan bi bawerî û biryardariyê zêde dike.”

Arzo Temo destnîşan kir ku gelek navend û sazî hene ku piştgirî û parastinê ji bo jinan peyda dikin û got: "Em hemû jinan teşwîq dikin ku ji bo parastin û parastina mafên xwe serî li van navend û ofîsan bidin. Li hember sûcên ku li ser medyaya dîjîtal tên kirin bêdeng nemînin. Em ji bo girtina hemû kesên ku hewceyî alîkariyê ne, pirsgirêkên bi wan re rûbirû dimînin çareser dikin. Divê jin rê nedin ku bêdengî weke çek li hember wan bê bikaranîn. Em û zagon li vir in da ku parastina we bikin û em ê bibin deng û mertal ji bo hemû jinan."