Rêxistina Efûyê ji bo Şerîfe Mûhammedî bang li Îranê kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî careke din bang kir ku cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn bê betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.
AMNSTY’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew carek din banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin û divê demek ji ya din zûtir were berdan.
Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.