Rêxistina Biam piştevaniya jin û zarokan dike

Rêxistina Biam ji bo Geşepêdan û Lênêrîna Sêwiyan li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke bersivek ji bo pêdiviya zêde ya piştgiriyê ji bo zarokên sêwî û malbatên wan hat damezrandin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Saada Xelîl, bi vîzyoneke mirovî ku ji êşên wê bi xwe kişandine derketibû, biryar da ku navendeke taybet ji bo sêwiyan ava bike. Dîmenên bi êş ên zarokên li kolanan û peyveke ku pir caran dihat dubarekirin, bandorê li ser kir. Ev bû sedema destpêkirina xebata li ser avakirina projeyek piçûk ku zû veguherî navendeke lênêrîna civakî ya bi bandor, ji aliyê xêrxwaz û piştgirên herêmî ve dihat piştgirîkirin.

Biam xizmetê ji zarokên sêwî re dike

Rêvebera Rêxistina Biam ji bo Geşepêdan û Lênihêrîna Sêwiyan, Saada Xelî li ser hewldanên piştgiriya civakî ji bo zarokên sêwî li Amûdê û hewldanên rêxistina ku sê sal berê hatiye damezirandin ji bo hêzdarkirin, hişyarkirin û perwerdekirinê wiha axivî: "Dîtina zarokên sêwî li kolanan gelek bandorê li min kir. Divê tiştek ji wan re bihata kirin. Ji ber vê min xwest hewl bidim nîşaneyek cihêreng jî bihêlim. Min bi projeyek hêsan dest pê kir û niha ev proje veguheriye navendek xizmetên rastîn peyda dike bi alîkarî û piştevaniya mirovên xêrxwaz û civaka herêmî. Rêxistinê hewl da valahiyên rastîn ên ku zarokên sêwî û malbatên wan pê re rûbirû ne, tijî bike, ji dabînkirina derman û pêdiviyên bingehîn dest pê kir û piştgiriya psîkolojîk û civakî jî domand. Me girîngî da qada xwendinê û pirsgirêkên ku zarok bi wan re dimînin çareser kir."

Hem piştgirî dide zarokan hem jî jinan

Saada Xelîl destnîşan kir ku xebatên wan bi zarokan re sînordar nemaye û wiha got: "Me dît hewcedariya jinan bi taybetî jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û dayîkên ducanî jî bi piştevaniyê hebû. Ji ber vê me ji wan re perwerdeyên weke dirûtin, hemşîretî û hunerên destan organîze kirin. Armanc ew bû ku em alîkariya jinan bikin ku derfetên keşfkirina jêhatiniyê ava bikin û asoyên nû ji bo pêşketina wan çêbin. Me alîkariya 50 jinan li Amûdê kir û projeyên piçûk ji wan re vekir. Van gavên hêsan di jiyana gelek jinan de cudahiyek mezin çêkirine."

'Navend hewl dide xebatên xwe ji bo zarokan berfirehtir bike'

Saada Xelîl diyar kir ku rêxistin hewl dide çarçoveya xebatên xwe berfirehtir bike û wiha pê de çû: "Tevî zehmetiyan em bi saziyên herêmî re di têkiliyê de ne û herî zêde Meclisa Malbetên Şehîdan alîkariya me dike. Em hewl didin di tevahiya salê de amade bin û navendê ji zarok û malbatên wan re bikin cihekî ku bibe piştgirî ji wan re, ne tenê stargehek be. Tiştê ku ezmûna Biam cuda dike ne tenê berfirehiya çalakiyên wê ye, di heman demê de destpêkirina ji hestek mirovî ya dilsoz e. Bi biryardariya piştgiriya zarokan, min her roj bêyî rawestan dest pê kir û berdewam kir."