Rewşa tenduristiyê ya nexweşên li Xezayê xirabtir dibe

Şerê li Xezayê qada tenduristiyê rawestand. Rewşa tenduristiyê ya nexweşa SLE Fewziye Muqat a ku neçar e bi makîneya diyalîzê ve bê girêdan roj bi roj xerabtir dibe.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Li Xeza ya ku êrîşên Îsraîlê lê didomin, herî zêde qada tenduristiyê ji şer bandor bû. Li bajarê ku ji aliyê nexweşxane û tîmên alîkariyên ewil ve tê hedefgirtin, gihandina dermankirin û peydakirina derman hema bêje ne mimkûn e. Nexweşên bi şert û mercên xeternak ên jiyanê yên wekî penceşêrê û nexweşiyên dil nikarin dermankirinê bistînin.

Fewziye Muqat a di bin tundiya şer de her tim neçar ma koç bike, yek ji wan nexweşan e ku nikare xwe bigihîne dermankinê. Fewziye Muqat a ku ji ber bomberdûmana dijwar neçar ma mala xwe ya li bakurê Xezayê biterikîne, diyar kir ku her du rojan carekê cihê xwe diguherînin û di vê pêvajoyê de ew birîndar bûye.

Fewziye Muqat a ku di sala 2017’an de bi SLE ketibû nexweşiyek ku dibe sedema iltîhaba akût an kronîk a gelek organ û pergalên laş di laş de û tê de pergala berevaniyê êrîşî tevn û şaneyên laşê mirov dike, destnîşan kir ku ev nexweşî ketiye gurçikên wê. Rewşa Fewziye Muqat a ku bi salan e bi diyalîzê dijî, piştî şer xirabtir bû.

Rewşa tenduristiyê hîn giran e

Heya ku çalakiya nexweşiyê bi dermanên taybetî yên immunolojîk neyê rawestandin, ew dikare bibe sedema zirarek neveger li tevnên laş. Fewziye Muqat bal kişand ser giraniya rewşa xwe ya tenduristiyê û wiha got: "Ji ber nebûna dermanan nexweşiya min girantir bûye, ez bi fikar im ku dê nexweşî laşê min bixwe û nehêle. Ji ber ku di demên dawiyê de ji ber nepaqijbûna cihên em lê dimînin nexweşiya min giran bû.”

'Bi gotinekê kêm em li cihekî mîna gor e dijîn'

Fewziye Muqat da zanîn ku jiyana ku beriya şer bi malbata xwe re jiyaye niha weke xewneke dûr xuya dike û wiha got: “Em nizanin çawa jiyana me girêdayî komkirina daran û pêxistina agir bûye. Em li cihekî ku ji pêdîviyên herî bingehîn bêpar e, bi gotinekê herî kêm li cihekî mîna gorê ye dijîn. Fewziye Muqat hewl dide di şert û mercên ku ava paqij û elektrîk bi tevahî tune be, xwarin kêm tê peyda kirin de bijî.

Tevî şer bi hêvî ye

Fewziye Muqat anî ziman ku tevî hemû tiştên ku tê re derbas bûne jî hê jî hêviyên xwe didomînin, hêvî dikin ku şer bi dawî bibe û ji bo dermankirina xwe vegere jiyana xwe ya asayî. Fewziye Muqat got: "Her çend di şert û mercên heyî de lawaz be jî lê hêvî, hezkirina min a ji zarokên xwe re heye û daxwaza min a ji bo zarokên min jiyanek çêtir bijîn, min zindî dihêle."