Rewşa perwerda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Li gor îstatîstîkan, tevî êrîş û xeterên li ser herêmê jî bi giştî li 11 kampên koçberan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 11 hezar û 324 xwendekar perwerdehiya xwe dibînin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2012’an bi êrîşên komên çekdar, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne û li hember vê yekê jî berxwedaniyek bê hemap raber dike. Qada perwerdehiyê yek ji qadên ku ji ber êrîşan bandor bûyî ye. Tevî bombebaran, rûxandina dibistanan û bicîhbûna koçberan jî, pergala perwerdehiyê ranewestiya.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dualîtiya perwerdeyê
Xwendekarên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta îsal jî, perwerdehiyek dualî dibînin. Yek jê, branşên Rêveberiya Xweser e. Bi awayek fermî bi 3 zimanan perwerde didin. Ev jî, zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Branşê din jî yê Rejîma Baas a têkçûyî ye ku tenê Erebî ye. Ev dualîtiya perwerdê, bandor li xwendekaran û nifşên ku bi şer re mezin bûne, kir.
Çima civaka Suryanî heta niha hîn branşên Rêveberiya Xweser li dibistanên xwe bicih nekiriye?
Civaka Suryanî nikarîbû li Sûriyeyê bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe, ji ber ku branşên ku civaka Suryanî ji bo xwe amade kirine hîn nehatine pejirandin.
Li gorî statîstîkên Weqfa Ulf Tau ya Perwerdehiya Zimanê Suryanî tenê heta refa şeşan bi zimanê Suryanî tê xwendin. Sedema ku heta niha civaka Suryanî branşên Suryanî di dibistanan de bicîh nekiriye, rêveberiyên dibistanan destûrê nadin ku branşên xwendinê yên Suryanî yên girêdayî Rêveberiya Xweser di dibistanên ku hê di bin kontrola dêran û hikûmeta Şamê de ne, were bicîhkirin.
14’ê meha Îlonê dibistan deriyên xwe ji bo dema xwendinê ya 2025-2026’an vekirin. Di vê dosyeya xwe de em ê balê bikşînin ser rêveçûna perwerdehiyê, hejmara xwendekaran a îsal û koçberên ku di dibistanan de cih girtine û bandora xwe li rêveçûna sala xwendinê kirine.
Li gorî bîlançoya Ofîsa Bîlançoyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku di Tîrmeha sala xwendinê ya 2025’an de amade kiriye, rewş wiha ye;
Kantona Reqayê
Li Kantona Reqayê 121 hezar û 415 xwendekar, 5 hezar û 931 mamoste û 383 dibistan hene. Li bajarê Reqayê 45 dibistan di encama êrîşên DAIŞ’ê de hatine rûxandin, 40 dibistan jî bi awayekî qismî hatine rûxandin. 20 dibistan ji nû ve hatine sererastkirin û 6 jî di pêvajoya sererastkirinê de ne.
Kantona Firatê
Li Kantona Firatê jî (Kobanê, Eyn Îsa, Sirîn, Qinê, Şêran, Çelebî) 67 hezar û 120 xwendekar, 576 dibistan û 3 hezar û 402 mamoste hene. 22 dibistan bi awayekî temamî û 6 bi awayekî qismî hatine hilweşandin.
Kantona Dêrazorê
Her wiha li kantona Dêrazorê jî 246 hezar û 967 xwendekar, 7 hezar û 445 mamoste, 760 dibistan hene. 43 dibistan bi awayekî giştî, 39 jî bi awayekî qismî hatine hilweşandin. Dibistanek jî di pêvajoya ji nû ve tekûzkirinê de ye.
Kantona Cizîrê
Li kantona Cizîrê jî 209 hezar û 199 xwendekar, 16 hezar û 119 mamoste û 1734 dibistan hene. 33 dibistan bi awayekî giştî û 38 bi awayekî qismî jî hatine hilweşandin. Her wiha 15 dibistan jî hatine tekûzkirin.
Heleb
Li bajarê Helebê jî ango li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî 2077 xwendekar, 3 dibistan û 449 mamoste hene. 2 dibistanên wê bi awayekî giştî û 6 jî bi awayekî qismî hilweşiyayî ne.
Kantona Tebqayê
Li 229 dibistanên Kantona Tebqayê, 1842 mamoste 60 hezar û 29 xwendekaran birêve dibin. 16 dibistan bi awayekî giştî û 20 bi awayekî qismî hatine rûxandin û hilweşandin. 21 dibistan hatine tekûzkirin û 3 jî di pêvajoya tekûzkirinê de ne.
Encam:
Bi vî awayî xwendekar û dibistanên ku di sala 2024-2025’an de amade bûn û xwendina xwe bi dawî kirin: 706 hezar û 807 xwendekar bûn, 35 hezar û 188 mamoste li ser perwerdehiya xwendekarên li 3685 dibistanan hatibûn belavkirin, rawestiyan û bi serkeftî sala xwendinê bi dawî kirin.
Bi giştî 161 dibistanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşiyayî ne, 149 dibistan jî bi awayekî qismî ruxûyayî ne. 56 dibistan hatine tekûzkirin û 10 jî di pêvajoya tekûzkirinê de ne.
Hejmara mamoste, dibistan û xwendekarên piştî hilweşîna Rejîma Baasê bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonên Tebqa, Cizîrê û Dêrazorê ve hatine girêdan jî wiha ne:
Li herêma Dibsî Efnan a Kantona Tebqayê 169 mamoste hene, 30 dibistanên aktîv, 5 dibistan girtî ne û 3 hezar û 861 xwendekar hene. Li bajaroka Meskenê jî hezar û 200 mamoste hene. 700 ji wan mamosteyan, ji kar hatine dûrkirin. 156 dibistan aktîv in û 98 jî girtî ne. Li bajarokê Dêr Hafirê jî 350 mamoste, 30 dibistanên aktîv in û bi giştî li Meskenê û Dêr Hafirê jî 25 hezar xwendekar hene.
Li Kantona Cizîrê jî 6 hezar û 111 mamoste bûn girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, 131 dibistan aktîv in. Heman demê 132 hezar û 320 xwendekar jî bi desteyê ve hatin girêdan.
Li Kantona Dêrazorê jî 15 hezar û 775 xwendekar li gel 570 mamosteyan bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê ve hatin girêdan. Her wiha 39 dibistan jî aktîv in.
Wiha jî bi giştî li Kantona Tebqa, Kantona Dêrazorê û Kantona Cizîrê: 7 hezar û 200 mamoste û 176 hezar û 956 xwendekar, bi desteyên perwerde û fêrkirinê yên van kantonan ve hatin girêdan. Heman demê 386 dibistanên wê aktîv in û 103 jî hîn girtî ne.
*Îstatîstîkên dibistanên ku ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk a dagirker koçber bûne, hatine valakirin:
Li Kantona Cizîrê 58 dibistan hatine valakirin û 876 malbat lê bicîh dibin. Li van dibistanan jî, tenê 7 xwendekar hene.
Li Kantona Reqayê jî 40 dibistan ji bo hezar û 3 malbatan hatine valakirin. Li van dibistanan jî 30 hezar û 288 xwendekar hene.
Li Kantona Tebqayê jî 37 dibistan ji bo 978 malbatan hatine valakirin. Li van dibistanan jî 214 hezar û 470 xwendekar hene.
Bi giştî 135 dibistan ji bo 2 hezar û 857 malbatan hatine valakirin ku di nav de 517 hezar û 58 xwendekar hene.
Îstatîstîkên bi giştî yên kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên sala xwendinê ya 2024/2025’an:
Li Kampên Kantona Cizîrê:
Li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê, hezar û 59 xwendekar hene. Li Kampa Waşûkanî jî 2 hezar û 365 xwendekar, li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 880 xwendekar hene. Li her sê kampan jî branşên Rêveberiya Xweser tên xwendin.
Kampên Kantona Firatê:
Li Kampa Til El-Semin a li nêzî bajarê Eyn Îsa yê, hezar û 597 xwendekar hene û branşên Rêveberiya Xweser dixwînin.
Kampên Kantona Reqayê:
Li Kampa El-Herdawî 24 xwendekar, li Kampa El-Xeyala 87 xwendekar, li Kampa El-Fetîh 93 xwendekar, li Kampa Ebû Qebîe 141 xwendekar û li Kampa El-Selhebiyê jî 48 xwendekar hene û hemû jî branşên Rêveberiya Xweser dixwînin.
Kampên Kantona Tebqayê:
Li Kampa Mehmûdlî 2 hezar û 687 xwendekar, li Kampa El-Tiwêhîna jî 343 xwendekar hene. Xwendekarên her du kampan jî Bernameya Xwe-Fêrbûnê (UNICEF) dixwînin.
Ji lewra bi giştî li 11 kampên koçberan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar û 324 xwendekar perwerdehiya xwe dibînin.
Lê belê, di nav van bîlançoya de hejmara koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku di dawiya sala 2024’an de koçber bûyî, cîh nagire. Ji ber ku hîn sala xwendinê ya nû nehatiye destpêkirin û ev di warê girtina serjimariyê de zehmetiyan çêdike.
Ji lewra bi giştî îsal 840 hezar û 889 xwendekar derbasî dibistanan bûne, tevî xwendekar û dibistanên lê hatine zêde kirin jî hejmar dibe milyonek û 17 hezar û 845 xwendekar.
Zaroktiyeke winda û xewnên paşxistî
Bi hezaran zarokên ji Efrîn û Şehbayê ku careke din di dawiya sala 2024’an de koçber bûn, dibistan terikandin û çîroka nifşekî li pey xwe hiştin. Bi bêwarbûnê, bi bêpariyeke duqatîn, zarokatiyeke winda û xewnên paşxistî re rû bi rû ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 150 hezar kes, di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê, koçber bûn. 150 hezar koçber li Kantona Reqa, Tebqa û Kantona Cizîrê û Kobanê hatin belavkirin.
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê yên ku ji Şehbayê di Kanûna 2024’an de, koçberî Kantonên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Firatê jî bûne wiha ne:
Kantona Cizîrê
Hejmara xwendekarên ku heta niha li bajarên Amûdê, Qamişlo û Tirbespiyê li dibistan û malan bicîh dibin bi giştî: 589 xwendekarên ku temenê wan di navbera 6-12 salî de ye, ango di pêvajoya seretayî de ne di dibistanan de hatine qeydkirin. Her wiha 589 şagirtên heman temenî jî, li dibistanan heta niha nehatine qeydkirin.
Li bajarên Dêrikê û Rimêlan jî hejmara xwendekarên ku perwerdeya xwe didomînin,184 e. Hejmara xwendekarên ku heta niha ji xwendinê bê par mane jî,164 e.
Li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê jî 269 zarokên 6-18 salî, derbasî dibistanan nebûne. 865 şagirt jî derbasî dibistanan bûne û ji asta seretayî heta amadehî û navîn dixwînin.
Kantona Reqayê
Li Kantona Reqayê jî 660 xwendekar ji 6 salî heta 18 salî hene ku îsal ji ber koçberiyê ji xwendinê hatibûn bêparkirin. 660 xwendekar bi giştî derbasî dibistanan nebûne.
Kantona Tebqayê
Li Kantona Tebqayê jî îsal wê hezar û 653 şagirtên ji asta seretayî, amadehî û navîn derbasî dibistanan bibin. 1241 seretayî, 267 amadehî û 145 jî navîn, wiha jî hezar û 653 şagirtên koçberên Efrîn û Şehbayê dê li Tebqayê dest bi xwendina xwe bikin. 87 xwendekar jî wê derbasî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha El-Şeriq bibin. Bi vî awayî xwendekarên koçber dê bi giştî derbasî dibistanan bibin, bêyî ku yek ji wan ji xwendinê bêpar bimîne.
Li Kantona Firatê jî rewş wiha ye:
Li bajarê Kobanê û gunewarên wê yên Kantona Firatê jî hejmara xwendekarên ku dê îsal xwendina xwe dewam bikin 161 e. Li seretayî 108, amadeyî 36, navîn 14 û yên ku wê derbasî Zanîngeha Kobanê jî bibin 3 xwendekar in.
Îsal dê koçberên Efrîn û Şehbayê ji ber ku dibistanên wan ji ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li dibistanên Kantonên Firat, Tebqa, Reqa û Cizîrê xwendina xwe bidomînin.