Rewşa derûnî ya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî her diçe giran dibe
Bijîşka zarokan Dr. Zeyneb Silêmanî ya ji ber dermankirina xwepêşanderan di girtîgehê de ye, rastî tecrîdê hat û rewşa wê ya derûnî giran e.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporek platforma nûçeyan a IranWire, bijîşka zarokan Zeyneb Silêmanî di Kanûna 2026’an de bi tohmeta alîkariya xwepêşanderan hatiye girtin û niha li Girtîgeha Dowlatabad a Îsfahana Îranê tê girtin.
Di raporê de tê gotin ku Dr. Zeyneb Silêmanî di Adara îsal de hatiye girtin û beşek mezin ji girtîbûna xwe di hucreya yekkesî de derbas kiriye.
Her wiha rapor piştrast dike ku ji dema girtina xwe heta Cotmeha îsal, sê caran ji bo Nexweşxaneya Derûnî ya Farabî li Îsfahanê hatiye veguhestin.
Di rapora ku çavkaniyên agahdar vedibêje de, wiha hat gotin: “Ew di meha Çile de dema ku perçeyên şarapnel û guleyan ji laşên birîndaran derdixist, hatiye girtin. Rewşa wê ya derûnî pir xirab e. Berî girtina xwe ti pirsgirêkên wê yên tenduristiya derûnî tunebûn. Wisa xuya dike, neçar maye ku dema di hucreya yekkesî de derman bigre û heta niha sê caran ji bo nexweşxaneyek derûnî hatiye veguhestin.”
Dest bi darizandina wê nehatiye kirin
Di raporê de hat ragihandin ku Zeyneb Silêmanî di Tîrmeha îsal de ji bo beşa giştî hatiye veguhestin, lê ji ber xirabûna tenduristiya wê ya derûnî, vegeriyaye hucreya yekkesî. Di Cotmehê de, cara sêyemîn ji bo Nexweşxaneya Derûnnasî û Neurolojiyê ya li Îsfahanê hat veguhestin.
Li gorî rapora weşandî, hîn tu agahî li ser sûcdariyên li dijî Zeyneb Silêmanî tune ye. Ji dema girtina xwe ve ew di girtîgehê de ye bêyî ku tu agahî li ser cihê wê were dayîn. Hê dest bi darizandina wê nehatiye kirin.