Rêwîtiya ramanên Rêber Apo; Dema ku siyaset dighîje hişmendî û mirovahiyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raman û felsefeya xwe siyaset kiriye bingeha jiyana neteweyan û mirov ji daxwazên civakek demokratîk agahdar kiriye.
ROXSAR CELAL
Di nîqaşên siyasî de, navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirî caran tenê wekî rêberek şoreşger tê behskirin. Lê ger hûn li nivîs û ramanên wî kûr binhêrin, eşkere dibe ku ev kesayet ji siyasetê wêdetir e. Di dema damezrandina PKK’ê de, wî giranî da berxwedan û şoreşê. Ev serdem bersivek xwezayî bû ji bo neheqî û zilmê, hişmendiyek bi dest xistibû, li hember nakokî û dijberiya gelê Kurd.
Piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an û girtina wî li girava Îmraliyê, wî di ramana xwe de guherînek kûr dît. Di pirtûkên xwe yên parastinê de, dest bi rexnekirina prensîbên dewleta neteweyî kir û pirsî ka gelo azadiya rastîn dikare di vê çarçoveyê de were bidestxistin. Di bersiva vê pirsê de, ew ramana ku civak dikare li ser bingeha hevkarî, demokrasî û rêzgirtina ji bo cûdahiyan were avakirin, derdixe pêş. Ji ber vê yekê di vê nêrînê de, nasname û çand nayên redkirin, lê divê ji hêla takekesî ve werin parastin û divê her kes rêzê li cudahiyên ferdan bigre. Mirov dikare ziman, çand û baweriyên xwe biparêze bêyî ku bibe sedema xerîbbûn û cudakariya li dijî yên din. Ev wêneya civatek "pirreng" e, ku cudahî ne ji hev cuda ne, çavkaniya dewlemendî û temamkeriyê ne.
Jin dikarin bibin rêberên civakê
Di heman demê de, bingeha raman û teoriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, her gav rola jinan tekez kiriye û piştrast kiriye ku jin dikarin bibin bingeha civakê, ji ber ku ew afirînerên civakê ne. Ev raman bang li jinan dike ku vegerin xwezaya xwe, dûrî pîvanên ku têgihîştinên civakî di bin serdestiya pergalên cûda de di seranserê dîrokê de ji bo wan afirandine.
Her wiha yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê guhertinê, tekezkirina li ser parastina jîngeh û pergalên ekolojîk e. Di heman demê de piraniya pergalên siyasî, jîngeh û çavkaniyên xwezayî wekî amûrek îstismarkirinê dibînin, bêyî ku eslê wan biparêzin. Ev guhertin dikare wekî zêdebûna asta hişmendiya rêberekî were dîtin ku ji ramana berxwedan û têkoşînê derbasî ramana rexnegir û têgihîştinê bûye û ji serweriya normên civakî û hegemonîk ên ferzkirî derketiye. Derdikeve holê ku azadî ne tenê ji derve tê bidestxistin, her wiha di hundurê xwe de tê afirandin û dest pê dike.
Van ramanan bandorek kûr li ser jinên li Gîneyê kir. Wan ez fêr kirim ku azadî tenê ji derve nayê bidestxistin, divê azadiya ramanê nefesa yekem a her azadiya din a ku di cîhana fîzîkî de were be.
Nasîna ramana Rêber APO perspektîfeke nû li ser siyasetê tîne
Di heman demê de, ev raman xwedî perspektîfeke nû ye. Ji ber ku di demên berê de, siyaset pêvajoyek bêrûmet û gendel bû, lê gava ku hûn bi ramana Rêberê Kurd re nas dibin, hûn cureyek feraseta siyasî nas dikin. Ew bi bingeha azadiyê û parastina bingeha hebûnê ku ew jî pergala ekolojîk e ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, di vê rojê ango 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, em hem azadiya bedenî û hem jî azadiya giyanî û rewşenbîrî jê re dixwazin.
Di dawiyê de, rêwîtiya ramana Rêber Apo nîşan dide ku erê, siyaset dikare bighîje hişmendiyê ger ku ji bingeha mirov dest pê bike. Ger hişmendiya rêberek bi vî rengî bilind bibe, civakek dikare were afirandin ku mirov tê de di aştiyê de û qebûlkirina cûdahiyên hev bijîn.